le nuqtey xałî lêwî neqşî dił ba qet nebê xałî

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  557 Dîtin
le nuqtey xałî lêwî neqşî dił ba qet nebê xałî
le coşî şorî mey dił baweke mîna nebê xałî
seraser suḧbetî řewşen diłan eksîre bo xakit
lemane meḧfelî bezmî ḧezîfan ba nebê xałî
ẍenî saḧêb kerem yařeb le hîç katê nebê muflîs
serî mecnûn le şorî cîlwey leyla nebê xałî
umêdim her be nałey şew heye řeḧmê bika dulber
le azarî miḧebbet dił le nałîna nebê xałî
be mirdin agirî ’eşqî le diłma namrê hergîz
le nałey piř le sozî min heta ’uqba nebê xałî
le seḧra meşqî weḧşet sunnetî mecnûne çend xoşe
le nazî newẍezalanî eger seḧra nebê xałî
be řiştey ’eşqewe ’eksî cemałî cezb ekem her şew
mekanî tarîkistanim le cîlwey ta nebê xałî
byabanî ḧerem bo sefḧey dîwanî to xadîmNasnava edebî
le îḧrama bweste ta le mezmûna nebê xałî