ey dił ẍafił hetakey to le řêga keç řewî

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 2 Xulek  522 Dîtin
ey diłî ẍafił hetakey to le řêga keç řewî
ẍaflî esrarî ’eşq û hem řimûzî me’newî?
ta bekey bem kwêre řêgayey mecazda eřoy
řêy ḧeqîqet bigre emca taku yekser serkewî?
ger silûkî salîkanî ’eşqî dulber key demê
tê egey to lem řimûzî ayeyî «la yistiwî»Erebî
piř le diřk û dałe řêgey ’eşq wi’aşîq pê petî
bakî êş û ezyetit nabê bibê ger řah řewî
her wekû mecnûn le coł û herdû seḧra mesrewe
taku xeymey ḧezretî leyla le ḧey bot derkewê
beḧrî piř teşwîrî ’eşqe bê kenare her kesê
’almî esrarî ’eşqe qetreyekî berkewê
’aşiqan sebbaḧî em beḧren le’eynî قەترەێ
bayezîd û şiblî wi’ettar û pîrî me’newî
aftabî me’rîfet cîlwey le zeřřatî eda
قەترەێ bû lem bîḧare beḧrî ’îlmî mesnewî
ferqî řoj û şew ebed nabê eger bê لەحزەێ
aftabê řûyî dulber zeřřeye ger derkewê
sa’dî sîmînî xoy derxa eger bo ’aşîqan
yek be yek tabî’ ebin ’alem be dînî mûsewî
mu’cîzey sîḧrî ḧełałî le’lî lêwî bêne řû
zû eken qewmî nesara terkî dînî ’îsewî
sed hezaran şêxî sen’anî le mezheb la eda
ler bebay ’îşwey demî zennarî zułfî derkewê
em perî řuxsare wek ahû le adem sił eka
em qise meşhûre ’anqa nabê qet wek kew kewî
’aşîqan şew ta seḧer muştaqî subḧî řûyî yar
xadîmîNasnava edebîẍefłet zerd to boçî wa mestî xewî?