le ’eşqa karî min îmřo tewawe

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  674 Dîtin
le ’eşqa karî min îmřo tewawe
misî qelbim le botey ẍem twawe
le sîdqa zeřî xalîs derdeçim min
le mîzanî miḧek ’eşqim tewawe
le řûta řûtî wek gułit bû
le serma meylî bo şu’ley hetawe
nîgah alûdey řûy wek gułit bû
nimûney eşkî çawim wek guławe
leser naçête der sewdayî tuřřet
ezanim ser be ser sewdayî xawe
edey we’dey wîsałî řût be ferda
derî ferda be řûma daxrawe
le perwazaye murẍî dił le sînem
gułî toy dîwe aramî nemawe
sefîney ’eşqî to řêgey necate
le tofanî fenada kes nemaweb
ewey bo nûḧî lutifit nûḧe naka
weku ken’an ebînim ẍerqî awe
meqamî wesłe her kes mîslî mensûr
le serdarî fena xwênî řijawe
bînay qesrî emelme darû berdî
beser yek da tepîwe dařûxawe
le dûrî to xew û xorakî xadîmNasnava edebî
xewî giryane xorakî zuxawe