le ḧemley leşkirî ẍem şahî dił îmřo gurêzan bû

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  647 Dîtin
le ḧemley leşkirî ẍem şahî dił îmřo gurêzan bû
be umêdî wîsałî talî’î min řû le hîcran bû
le meydanî mesafî leşkirî zeng û ḧebeş îmřo
wekû deştî ḧerem îqlîmî dił pamałî fîlan bû
diłêkim bû enîs û meḧremî řazî şewanem bû
ewîşim wa le dest derçû hedef bo tîrî mujgan bû
be hewrî ẍem le ře’dî giryema eşkim weku gewher
le beḧrî me’newî qetrey weku baranî nîsan bû
le her laye çeqîwe tîrî mujganit le seḧnî dił
zig û sînem ebînî toye daym wek nîstan bû
ełêy ẍem qerzî pê dawim şewu řoj řê be min degrê
legełma êste binware kewa dest û girîban bû
le mektebxaney ’eşqa nema ’îlim û xîred hergîz
le bo min řiştey zułfî syah dersî debistan bû
temaşa gahî xadîmNasnava edebî bû le sînem cê xedengî to
mîsalî zamî dił le xoşî ḧalîme xendan