gułî ’umirim cuwanîm bû be pîrî bay xezanim çû

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  688 Dîtin
gułî ’umirim cuwanîm bû be pîrî bay xezanim çû
leber zu’fî beden hełgirtinî barî giranim çû
le dûlawe ẍem û pîrî hicûmî hate ser îqlîm
le şaxî ’umrî min murẍî şebab û hem cwanîm çû
gulistanî şebabim bo xezanî zu’if têkî da
gułî řeng ze’feranim min gułî řeng erẍewanim çû
çiłî guł bû le gułşen aşyanim her wekû bilbil
keçî îmřo guł û baẍ û çił û hem aşyanim çû
le bezmî meḧfel arayî ḧerîfan da nîşanim bû
keçî êsta le bextî bed hemû nawwinîşanim çû
le sînem řêgey nałem hebû her şew wekû bilbil
le enbuhî ẍemî dûrî ewa řêgey fuẍanim çû
gułî pejmurdeye baẍî emel emřoke ey xadîmNasnava edebî
bemeş her řanewesta ta guł û baẍ û baẍewanim çû