’aşîqan meḧwî serwî bałatin
Li pirtûka:
            Dîwanî Xadim
        Berhema:
                Xadim (1895-1953)
        
             1 Xulek
             1403 Dîtin
        
        
    ’aşîqan meḧwî serwî bałatin
kuştey nazî çawî şehlatin
le ne’îmî cînan û ḧuru qisûr
ẍeyrî řûy to bê mubalatin
gerçî dûrin be da’îma le ḧizûr
gerçî bê ton be da’îma latin
ser bezano le goşey xełwet
xawenî cezbe û xeyałatin
piř şi’ûrin le bê şi’ûrî da
çon lebê ḧalya le ḧałatin
le dukanî cemałî ḧusnî řuxt
can be kef mişterî be kalatin
çawenorî keramet û lutfin
sa’îlî astanî walatin
ger be řojî hezarî wek xadîmNasnava edebî
le ẍema bimrê bê mubalatin