şahî guł xêwetî hełda le behara çemen

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  700 Dîtin
şahî guł xêwetî hełda le behara çemen
kewtine secde be qedemya çemen û serû semen
zînetî da be gułistan le hemû lawe seba
buwe meşşate le bo zułfî ’irûsanî çemen
’alemê meste le bonî ke seba eygêřê
nafey mîşke cîhanîş buwe seḧray xuten
dił muheyyay fenaye le temaşay řuxî
can le cêgey nîgeh eřjê le nezer dîdey men
řûm le mirdin buwe êstake le zu’if û pîrî
mûy sipî řîşme qabîl buwe bo tarî kifin
tînetî bonî gułe xakî wicûdim xadîmNasnava edebî
le hemû lawe wicûdim buwete řengî çemen