dûrî yarim çe afatêke wek badî xezan

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  489 Dîtin
dûrî yarim çi afatêke wek badî xezan
wişke baẍî ’uşretim bem sirwey wa nagehan
lêm geřên yaran bekamî dił bigrîm muddetê
tabbê dîdem be xwênî dił le dîdey xwênfişan
girye eřjênê beser řûy zerdima xwênî ciger
çende zîbaye beser řûy yek ’eqîq û ze’feran
her seḧer nałey şewanim dê le dûrî řûyî yar
girye bo ḧałim eken emlakî her to asman
tawu lerzî derdî dûrî qelbî wa dagirtûm
řengî bê řengî le ser řengim be zerdî bû ’eyan
derdî bê payane derdim çareyî zor zeḧmete
gerçî bêne ser serînim hey’etî yonanyan
siřî ’eşqit herweku gewher le durcî sîne bû
eşkî xwên wiřengî zerdim xistîye der řazî nîhan
xadîmaNasnava edebî bê dengî çake şerḧî hîcran û cefa
key twanaye zubanim ba qełem bîken beyan