ma’îlî cîlwe řux û ’arîzî guł’uzartim
Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
1 Xulek
762 Dîtin
ma’îlî cîlweyî řux û ’arîzî guł’uzartim
talîbî ’etir û řayḧey tuřeyî mîşkibartim
gułşenî ba sefay to xendey dił guşayî to
bo gułî le’il sayî to bilbilî newbeharetim
şîfte ḧałî nazî tom, meḧremî siřu řazî tom
têhuyî çingî bazî tom ’aciz û ẍemgusartim
min ke ẍubarî řahtim çakirî baregahtim
’aşiqî řûy mahtim dîde be řehguzartim
mestim û bê qerartim dewrey soze zartim
nałe le mîrẍuzartim bo to ke murẍî zartim
xadîmîNasnava edebî baregahtim, mestî meyî nîgahtim
bendeyî ’îzucahtim laleyî daẍdartim