demkujê ẍeddare her care be new’ê derd û ẍem
Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
2 Xulek
675 Dîtin
demkujê ẍeddare her care be new’ê derd û ẍem
ya be ’îşwe ya be ẍemze ya be ebro ya sitem
nakewête dawî fikirim em ẍezałey weḧşîye
ya be ḧałet, ya be ḧîlet ya bezeř ya zor û kem
da’îma bo kuştinî ’aşîq eda ḧewl û tełaş
ya be zîllet ya be ḧesret ya be mîḧnet ya elem
bo şikarî seydî dił herdem be new’ê ḧazre
ya be xende, ya be cîlwe, ya be ḧelqey zułfî xem
çawekanî herdemî şorş exate cêgeyê
ya le hînd û ya ’êraq û ya le řoma ya ’ecem
meqsedî sûřanewem cîlwey cemałî toye bes
ya le mescîd, ya kenişt, ya dîr ya ke’bewu ḧerem
řabwardinme le xełwetda be tenha her şewê
ya be zîkirit, ya be fîkirit, ya be şukirit ,ya be ẍem
qet nebû te’sîrî carê bo diłî sengînî yar
ya be, girye, ya be hawar, ya be nałey dem be dem
saqya bom têke tuxuda lem şerabey le’il řeng
ya be saẍîr, ya pyałe, ya sebu ya camî cem
xozge emzanî be xadîmNasnava edebî to beçî řeḧmê ekey?
ya du’a, ya îltîca ya pařanewem bê bo kerem