ewendey meḧûy nîgahu xeramî bałatim

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  1018 Dîtin
ewendey meḧûy nîgahu xeramî bałatim
le herçî ’alemî kewnîte bê mubalatim
egerçî zahîrî dûrim welî le xełwetda
le coşî beḧrî xeyała hemû şewê latim
be fikir û yadî towe manewe jyanî min
be zîkirî nawî to řoj û şewe meqalatim
le zewqî le’lî lebî toye kamî şîrînim
le şewqî cîlwey toye le dił xeyałatim
belay nafîye def’î bełay kîsretme
be tîẍî weḧdetewe qatîlî bit wilatim
be ’îciz û nîyetî qudretim le hestî da
be xaksarî û nuqsanîye kemałatim
le fikirî wesłî to her şew xewm nîye hergîz
ẍerîqî beḧrî xeyałatî piř meḧałatim
dukanî ḧusne le bazarî ’eşq û min û talîb
be neqdî canî ’ezîz mişterî be kalatim
esîrî ḧelqey zincîrî zułifte xadîmNasnava edebî
fîday yek nigehî çawî mestî şehlatim