dił le naw toz û ẍubarî cîsmî dûne derdinak

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  483 Dîtin
dił le naw toz û ẍubarî cîsmî dûne derdinak
xoy le xaney ẍefłeta êstake nêzîkî helak
zeḧmete carêkî tir hełsê leber zu’fî wicûd
herweku eşkî dûçawim kewtuwete ser řûyî xak
dił nuşînî hîmetim qet ulfetî dunya nîye
çun be yadî dulberim lem neqşeye ayne pak
cîlweyî can tabekey win bê le tarîkî beden
ḧeyfe cîlwey aftab û perdey zułfanî xak
seylî bê perwayî min mîwanî beḧrî řeḧmete
damenî alûde ger alûdetir bê nîme pak
awî derya kem nebû hergîz be ẍurbałî seḧab
se’î mujgan dîdeyî êmey nekird lem eşke pak
zeřfişanî qet lelay ehlî kerem zeḧmet nîye
aftab eřjênî cîlwey xoy beser xaşak û xak
ser be zanoyî te’emmul ger bikey bo nyetî
mewc eda deryayî mey yek řeg le řîşey çubî tak
bo xeyałî nêrgizit xadîmNasnava edebîle şewqî bezmî mey
saẍîrî mey piř le xwênî ḧesret û xom derdinak