ey ẍułamî dergehî toye le ser şahan şeref

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  513 Dîtin
ey ẍułamî dergehî toye le ser şahan şeref
can û dił bo tîrî mujganî tuwe daym hedef
awî ḧeywan ger hebê serçawey lêwî tuwe
wextî xendet aşkiraye gewherî durcî sedef
mîhrî taban bedrî řexşan, wa le řûy toye ’eyan
sunbulî teř mîşku’enber, wa le ser řûy mah besef
nêrgisî şehlayî to bû bade xoran ḧazre
her zemanî camî zeřřîn piř le mey egrî be kef
deste deste, beste řeste, sunbulî dewranî řux
nuqte nuqte, mîşkî teř wa dête xwarê sef be sef
şahî ẍemzet kewte mułkî dił be xoy û leşkirî
leşkirî mensûrî mujgan kirdî wêran her teref
bo zyaret hatûm qîblem meke men’im le wesił
muddetêkî zore bem awate ’umirim bû telef
wek xerîdaranî yusif bem meta’ey zor ḧeqîr
can û dił bo bey’î wesłî toye girtûme be kef
’işqî meřûyane xadîmNasnava edebî gewhere takey ekey
herweku tîflane bazî to be xak û hem xezef