lebezmî ’uşretî îmşew mey û me’şûq camî’

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  552 Dîtin
lebezmî ’uşretî îmşew mey û me’şûq camî’
fîraẍul bale ’aşiq lem şewe kes nabê manî’
le’eksî lale řengî dulberî ře’naye řengim
gułî zerde le ser řûm ayeyî «sifra faqi’»Erebî
mutalay sefḧey řûy ew mutewwel hate berçaw
keçî wa muxteser emka be nazû’îşwe qanî’
usûłî mezhebî ’îşqe ke ser lem řêgeda danêm
ke darû řîsman û gerdenim « alcwam’cim’»Erebî
luẍatî neḧwî ’aşîq meḧwe lem mesḧe fî řûy
ke serfî ’umrî xom ger wanekem eřwa be za’î’
le mîqatî tecellay çend hezarî mîslî mûsa
be řûda dê le cîlwey dehşetî em berqî lamî’
esûtê em giře herdem le sîney ’aşîqanî
leser ma’îdey ’îşqe çe metbû’ û çe tabî’
minîş çun řîzeçînî xwanî îḧsanî ewanim
le xermanî miḧebbet xoşeçînim bê mewanî’
gunahit xadîmaNasnava edebîher çend weku kêwî uḧd bê
eḧed boxoy gunah bexşe miḧemed buwete şafî’