le dûrî dulberî ře’na nema zemanî neşat
Li pirtûka:
            Dîwanî Xadim
        Berhema:
                Xadim (1895-1953)
        
             1 Xulek
             1196 Dîtin
        
        
    le dûrî dulberî ře’na nema zemanî neşat
le řengî ’aşiqî bêçare kwa gumanî neşat?
xezane bilbilî bê çare kewtewe hawar
nemawe baẍ û guł serû bustanî neşat
çe matemêke le hîcranî řûyî ew şoxe?
nema le mecme’î eḧbab dastanî neşat
cîhanyan û cîhan camey ’eza poşin
le beynî erz û semada nema cîhanî neşat
nesîmî subiḧ ebê key bida le seḧnî çemen?
hetakû bêtewe bo bulbulan zemanî neşat
neşatî saqî û mutrîb le neş’ey mey bû
derûnî meykede bu ’aşîqan mekanî neşat
le nałey seḧerit «xadîma»Nasnava edebî çe te’sîrê
ke kirdî hatewe dûbare baẍewanî neşat