be yadî çawî mestî toye wa peymane řeqqas

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  557 Dîtin
be yadî çawî mestî toye wa peymane řeqqas
bedewrî şem’î řûta dił weku perwane řeqqas
le seḧrayî cinûn wek ḧełqey çawî ẍezałan
be zincîrî dû zulifit dił wekû dêwane řeqqas
le mewcî nûrî řûxsarit ne tenha her min û dił
mey û ney , saqî û hem mutrîb û kaşane řeqqas
le ’etrî nafey gîsûy mîşk efşanî tuřřet
le ḧałî mestya meşşate û hem şane řeqqas
le nezzarey tecellay nîgahêkit seraser
dû ’alem bê mey û mutrîb hemû mestane řeqqas
le cêgey sebḧeye daym lebî saẍîr be destim
le řêgey mescîda ’ezmim le bo meyxane řeqqas
le dêrû ke’be herdem mewc eda nûrî cemałî
ewa sengî senem daym lenaw bitxane řeqqas
le seḧray miḧebbet sewz eka eşkî dû çawim
le her miştêkî xakî da’îma sed dane řeqqas
be omêdî wefa xadîmNasnava edebî eka qet’î ’ela’îq
be me’na aşna zahîren bêgane řeqqas