be cîlwey řuxî ew mah aftab firoş

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  619 Dîtin
be cîlweyî řuxî ew mahî aftab firoş
beçînî tuřřey gêsûye pêç û tab firoş
suxen le ẍunçeyî le’lî lebî temaşa ken
be ehlî meḧfelî me’na buwe gułab firoş
nîgah le nêrgizî mestî ke dête ser cunbuş
ebête meykede meclîs ewîş şerab firoş
minîş le agirî em cîlweye diłim sûta
be na’îlacî ebûm lêředa kebab firoş
be xende we’deyî wesłî îşare fermû bom
welî çe fa’îde ẍemzey buwe ’îtab firoş
ḧeqîqetit ke dewê herçî batîle layde
be mewcî beḧir demî cîlwey serab firoş
hezar gewherî ’eqił û temmeywizî xot xadîmNasnava edebî
le bezmî saqî be yek cur’ey şeřab firoş