ezanim min be şem’î řût ebê perwane bim axîr
Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
1 Xulek
940 Dîtin
ezanim min be şem’î řût ebê perwane bim axîr
be yadî çawî mestî to ebê dêwane bim axîr
ferîzey ’îşqime cana be to bim aşna bim yekser
legeł ehlî dû ’alem her ebê bêgane bim axîr
le wextêka kedîm zincîrî zułifit taw edey bo min
muḧqiqeq tê geyştim her ebê dêwane bim axîr
meyî nezzarey to mestî wakirdim heta meḧşer
heta mawim ebê her saknî meyxane bim axîr
le řêy seylî ḧewadîs xane te’mîrim be wêranî
le bo gencî wîsałit her ebê efsane bim axîr
le siřřî ’îşqî penhanî weha ẍemmaze firmêskim
le seḧrawu le şara her ebê efsane bim axîr
beser wextî ẍerîbanem şewê ger bêy be mîwanî
be dewrtida ebê her pasewanî xane bim axîr
le dîrû bitgede ger dest kewê cîlwey cemałî to
heta mawim ebê her xadîmîNasnava edebî meyxane bim axîr