miḧebbet xoy dezanê qet’î řêget bo bika ta ser

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  731 Dîtin
miḧebbet xoy dezanê qet’î řêget bo bika ta ser
beta’et nageyîye menził eger sed sał biřoy yekser
beřîş û mêzer û tesbîḧ eger karî muyeser ba
ebû zahîd heta êste ke bibwaye be pêẍember
hezar secde û rikû’î bê miḧebbet پارەێ naka
be ahêkî seḧer nabê be firmêskê le çawî teř
kizey nałet نەێ wek seg bilûrênî le ber derkya
be ewra dû du’ay bê dił le kwê karit ebê meyser
cebînim şermezarî secdeyekî bo ḧizûrî bû
’ereq herçî wicûdim bû hemûy wakird be aw yekser
xuda bîda be řeḧmet daẍî dił řûnakîye bo dił
temenname ke em şu’lem neka hergîz be xaksiter
be sozî dił le xwênawî ciger eşkit ke bû carî
be firmêskî mezane qetreyekî daney gewher
te’elluq ger nebê xarî muẍîlan gułşene bo to
ke řêgey ke’bey meqsûde diřk û dałî herwekû bister
xełatî ’îşqe xadîmNasnava edebî em sîfatane eger peyda
henasey serdû řûyî zerd û lêwî wişk û çawî teř