perêşan bû ke dî dił tuřřey yar

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  561 Dîtin
perêşan bû ke dî dił tuřřey yar
perêşane be dewrî mahî řuxsar
le dewrî ẍunçeyî tengî dehanî
be dił tengî ekêşim nałeyî zar
be xwên bê dił eger bê gułî řût
bika yek leḧzeyê şadîy gułzar
ekêşê neqşî to xwênim le ser xak
le katêka ke emben bo serî dar
bikem yadî gułî řût her zemanî
gułî gułşen le çawanim weku xar
meqamî xewtinim her şew le dûrît
peřî fû bê ebête neşneru xar
xetaye ger biłêm mîşkî xetaye
le ’etra tuřřeyî gêsûyî diłdar
dexîlit bim seba carê guzer ke
be koya bêne bonî mişkî tatar
le ḧesret tarî zułfî tarî tarim
ke dê nałey le sînemda diłî zar
bînay hestîm be seylî ’îşqe wêran
heta wêran nebê qet nabê me’mar
weku zułfî tuwe şêwawe xadîmNasnava edebî
hemû karim le wez’î çerxî ẍeddar