emşew çe mujdeyê bû bo ’aşîqanî hêna

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  710 Dîtin
emşew çe mujdeyê bû bo ’aşîqanî hêna
badî seba le dulber naw û nîşanî hêna
saqî ke hate meclîs bo bezmî cem’î řendan
bo bezmî bade noşî pîrî muẍanî hêna
lem bezme şorî me’na kiłpey esand le herla
saqî şerabî gêra mutrîb kemanî hêna
zahîd ke hate meḧfel te’sîrî zemzemey ’eşq
tobey ekird le zuhda, namey emanî hêna
esbabî zuhd û teqwa kirdî be řehnî bade
bo feyzî saẍrî mey ḧalen îmanî hêna
’aşiq le nyetî da ’eyşî nîhanî dest kewt
bê aw û bî nîşan bû, naw û nîşanî hêna
asarî kisretî bird weḧdet ke hate meydan
lem řêgewe ebînim kufre îmsanî hêna
sirwey nesîme «xadîme» mujdey behar û hem guł
bo bulbulanî şeyda sed gulistanî hêna