’eynekî ’eynim ’ezîzim min be to teqdîm dekem

bo mamosta mela ḧesenî cewherî nûsrawe
Li pirtûka:
Dîwanî Mela Marf Kokeyî
Berhema:
Mela Marif Kokeyî (1875-1945)
 1 Xulek  739 Dîtin
’eynekî ’eynim ’ezîzim min be to teqdîm dekem
mexzin û mîftaḧî qelbî xom be to teslîm dekem
bo beşaret neqdî can û qîsim û enwa’î ẍezel
kameyan çakin bewe bo to emin te’zîm dekem
bo teşekkur bo řewacî ’umir û ḧusnî ’aqîbet
bo ’ezîzêkî wekû to wextî xom teqdîm dekem
ewwełî şew şê’rî şukir û nîweşew şê’rî wefa
axrî şew şê’rî ḧusnî ’aqîbet tenzîm dekem
tûtîy teb’im be yadî qendî lutif û soḧbetit
şekker’efşane minîş her şukirî toy te’lîm dekem