çen ’eded şê’rî qeşeng û qeşmer û cwan û ciḧêł

bo ḧacî řeḧman aẍa, kuřî ḧacî bayz aẍay muhtedî
Li pirtûka:
Dîwanî Mela Marf Kokeyî
Berhema:
Mela Marif Kokeyî (1875-1945)
 2 Xulek  1804 Dîtin
çen ’eded şê’rî qeşeng û qeşmer û cwan û ciḧêł
deykeme teqdîmî îbnul muhtedî bê mekir û fêł
ewwelen ’erzî dekem ey menbe’î cûd û keřem
ḧasîdit řûyan sipî wek řûy qel û ser piştî sêł
dest û laq û gwê û demî îflîc û fîç û xwar û gêř
bejin û bałay wek segî xwêřî bibê çewt û çewêł
ger depirsî ḧał û eḧwałat û wez’î zîndegî
muddetî sê mange wek mirdû le qebra bûm tixêł
qafłey yar û řefîqan çûne bazařî ’edem
min leber bê qudretî kewtûme dway karwan û xêł
sî û sê řoje le goşt û řon û xorakî letîf
bê‌nesîb û bêbeşin dest û dem û řîş û simêł
pîrî û feqir û perêşanî hucûmyan kirduwe
xo xisûsen îştyaqî goşt û řon û berbesêł
ew kesaney řûbeřû lafî muḧîbbet lêdeden
neřřeşêrîş bin le bext û tal’î min bûne dêł
kes nîye ewřo biłêy bêcge le îbnul muhtedî
ger teřeḧḧum ka be qelbî tar û teng û lêł û wêł
her kesê ger biçte jêr damanî ’ulwî hîmmetî
wa bizane bote saḧîb miłkî şarî ardewêł
xatirit cem bê heta ew řoje des hełnagirim
dête gwêm dengî qebirhełqen zirîngey paç û bêł