qesîdey e’cazî serwerî ka’înat û ewsafî علیەالسلام
Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
4 Xulek
969 Dîtin
şehnişahê felek bo ’eşqî ew dewrane dewranî
şehnişahî melek bo şewqî ew kewtûne ḧeyranî
şehnişahê ke şahanî dû ’alem arezûyane
le ser xakî derî danên be fexru ’îciz pîşanî
şehnişahê meqamî çun serîrî «lî mi’ alilhErebî» bû
«ٲbît ’ind ribîErebî» menzil û cêgay mîwanî
şehnişahê le berqî setwetî şimşêrî ’edlî bû
hemû gerdin keşan kewtûte derge û dest widamanî
’irûcî řoḧî hersatê hebû bo ḧezretî canan
şewî «îsir» ’irûcêkî xisûsî bû be cîsmanî
melayk sef besef hatin be îstiqbalî em şahe
le bo řesmî teḧîyat û hedîyat û sena xwanî
be ewcî kîbrya quwey le perwaza nema cibrîl
le řêgada be cêy ew, emîş tunditir bû seyranî
weku mûsa nebu be boy cwabî «lin tiranîErebî» yar
minî ebêt herdem heta cêgayî mîwanî
xuda bê saḧêbî mał û ’ezîzî xoşî bê mîwan
ebê lem beyne çî bê nî’met û îkiramî mîwanî
le xełwet xaneyî naz û miḧebbet ’aşiq û me’şûq
çe yarayî beyanate le esrarêkî penhanî
le e’cazî tirî bidwêm biłêm çî min be ḧeyranî
’ilûy mertebey ew derkî naka ’eqłî însanî
şitir bo dadxiwahî hate ḧezretya le seḧrada
le kefya seng rîzeş hate guftar wisenaxwanî
dirextî bê zuban secdey le bo xakî qidumî bird
be tesdîqî zubanî buwe ahûy byabanî
le pencey çeşmey awî ḧeyatî lê ebû carî
gehê «şiq alqimir» bû karî enguştî be e’yanî
dû ’alem řîze çînî xwanî îḧsanî ewn yekser
hezaran ḧatemî tayî xecel bû cud û îḧsanî
ẍerez lem wesfeda ’erzêke bo eḧwałî şêwawim
çi muḧtacî beyane řojî rewşen wimîhrî řexşanî
eman yaxîr xilq alle penahî ’asyanî to
minîş ’asî û gunahkarim be eḧwałî perêşanî
zemanêke kewa ser geştey tya zelaletme
weku mûsa necatim de le ser gerdanî û sûranî
tebîbî derdî bîmarî derûnî û bêrûnî to
deway derdî min te’lîqî lêwî le’lî řummanî
bebê zadî û îflasî ewa hatûme dergahit
kezadî řebe dergahî kerîman ’eynî nadanî
ekem carûbî xakî dergehî darûl emanî to
beřîşêkî sipî û řûy řeş beçawî eşkibaranî
lebo yek qetrey awî ḧeyatî to gelê tînûm
ke tobem lutfe ser çaweyekî awî ḧeywanî
eger cêgey seganî dergehî tom deskewê cana
betac witextî şahî nadem em cêgay derbanî
le řêgey dûrewe ḧacî be qesdî ke’bew û zemzem
kedên sef sef le her lawe le çoł û hem byabanî
minîş qîblem cemałî toye kuyî to emřo
weku zemzem ebarênim le çawim eşkî řummanî
guł û gułzare her xarî muẍlanî le řêgem da
weku mîşku ’ebîre xakî seḧra û byabanî
le ẍeyrî to kesêkî tir nîye kes bê lebo her kes
kesêkî bê kesim lem řêge hatûm be ḧeyranî
ẍerîb û bê kes û dił řîşim û bê tabim le dûrî to
penahî bê kesanî melce’î řeḧmî ẍerîbanî
le e’malî qebîḧim şermezar û řûsyahim min
neta’et, ne zubanî ẍedir xwahî û peşîmanî
gunahim gerçî zore neqsî ’ehdim kirduwe herdem
be fezłî toye umêdim şefî’î cîn û însanî
segim ya xadîmim ewa hatûme berderget
hetîwêkim bebê saye, etoş sayey hetîwanî