le çawimda peyenderpey hezaran der hezar eřwa

Li pirtûka:
Dîwanî Şakelî
Berhema:
Şêx Ehmed Şakelî (1905-1980)
 1 Xulek  825 Dîtin
le çawimda peyenderpey hezaran der hezar eřwa
siruşkî ałî guł řengim weku tawî behar eřwa
ebarê lu’lu’î lale, lebo nîsarî ew bała
le şî’irim gewherî wała qîtar ender qîtar eřwa
le çawanim tikey esrîn şebîhî komełî perwîn
be yadî mahî dił sengîn hemîşe wek seyar eřwa
’eceb mawim le ew bała çe xoş hełsa le dû sała
le hełçûna qedî ře’na weku seru çinar eřwa
weku şewnim le çawanim le hîcrî mahî tabanim
ełêy le’lî bed’efşane lebo îsarî yar eřwa
be teḧwîlatî em çerxe meçerxe û xot meřencêne
ke ałogořî her sałê wekû pêrar û par eřwa