kurte jyanî şêx eḧmedî şakelî

Li pirtûka:
Dîwanî Şakelî
Berhema:
جەمال محەممەد
 4 Xulek  1563 Dîtin

şêx eḧmed kuřî şêx miḧemmed kuřî şêx se’îdî şakel , em şêx se’îde ke bapîrî şêx eḧmede her le konewe lem nawçeyeda perwerde buwe, pyawêkî nawdar û bedesełatî dîn û dinya buwe, em kabraye şakelî be senedû tapoy ew kate ke pêyan wituwe senedî xaqanî senduwe le paş wefatî şêx se’îd şêx meḧmûd le cêgey da’enîşê, le gundî «kelar» ke êstake qezayekî ser be parêzgay silêmanîye, her lew kateda şêx miḧemmedî bawkî şa’îr le şakel e bê, paş maweyek ewîş wefat ekat we şêx řeza eçête cêgay ca lew kateda ke «mela mistefa begî xulmarî» le şakel ebê şî’rêkî danawe ke lewêda mêjûy be dinya hatnî şêx eḧmedî tyaye we em beyte mêjûy hatne dinyayetî:

çu mîladiş z ’în şîn kaf cîmFarsî
xidawinda bixşiş az diryay ’inayt raFarsî
sifa û pirtuş bixşa z litif xud kih ta girdidFarsî
...

be pêy nîwe beytî yekem mêjûy ledaykibûnî ekate sałî 1323 k le paş cengî cîhanî yekem şêx miḧemmed ’êraq be cê ehêłê eçête naw cafekanî êranewe, ke îngilîz ’êraqî dagîr kirdu destî girt beser ’êraqda şêx miḧemmed egeřêtewe bo ’êraq we le nizîk kelar cêgîr ebê. we her le 27y řemezanî ew sałeda koçî dway ekat we legořistanî şîx se’îd enêjrê, mayewe xwa lê xoş bû şêx silêman kuřî şêx meḧmûd le cêgakey, bełam kerîm begî fetaḧ beg řêy nada bêtewe şakel, le kotayîda le nawçey zeng abad danîştuwe û le ban sindoq koçî dwayî ekat û termekey ebenewe bo şakel û le gořistanî şêx se’îd enêjrê we em dû beyte mêjûyye wefatekey der’exat:

le pîrî kamîlî ’eqiłim qisey te’rîxekey pirsî
witî çapuk le «aliḧqinabhimErebî» têpeř ke ewlaye
le «zirîthimErebî» bigre řimuzî esłî te’rîxî
ke tefsîrî piřî tebşîre řemzêkî beme’naye

mayewe ser şêx eḧmedî şakelî ke biřyarî dabû neçêtewe gundî şakel, we lew kateda xwalê xoş bû şêx ’elî şêx meḧmûd bira biçûkî şêx silêman le kelar ebêt, şêx eḧmed em be layeqtir ezanê ke bibê be cênşîn, bełam le paş tewaw bûnî te’zye şêx eḧmed egeřêtewe bo kelar, we lepaş yek sał emîş egeřêtewe bo şakel, lew maweyeda çend parçe şî’rî danawe, îtir xerîk ebêt be karubarî nawçekewe we îş û karî dinyayî, taku be řêkewt tûşî semaḧetî şêx ’usman ebêt le małî kerîm begda ke le naweřastî em dîwaneda emem baskirduwe. şa’îrî nawbiraw îstake danîştûy gundî seydeyew zorbey katî be xwaperistî û xizmet bekirdinî xełkî û hejaran û xwêndinewey kitêbî heme çeşne ebate ser, şî’rekanî mewlewî meḧwî winarî û nalî - karyan têkirduwe. be taybet mewlewî tawegozî. cige lem dîwane şî’rey, komełe nûsrawêkî heye ke basî mêjûy germyan ekat we le çap nedrawe. şa’îrî nawbiraw katî xoy le govar û řojname kurdyekanda berhemî biław ekirdewe, be taybetî govarî gelawêj (1939 - 1949).