hîway nîştiman

Li pirtûka:
Şeware
Berhema:
Mela Kerîm Sarde Kosanî (1926-2001)
 40 Xulek  1321 Dîtin

cade xakî û çał û çoł û berdełane, baranî be biřişt û lafawî be heřeşey beharî, petî řêgekey şikanduwe, hemû core maşên zor be ḧestem detwanê têpeř bêt. ta berew çya deřwat, pêç û pûç, wirde pirdokey lařûxaw řewtî maşêneke xawtir dekatewe biřem biřem dû katjimêre řêge debřên. bo şar hêşte nîweřêge nebûn. le zor şwênan dadebezîn heway sardî kwêstan demangezê, daw û delîng teřubiř û quřawî, her dełêy awdêrî zewî nedêrawîn, asman le ḧastiman tirş û tał û řûgřije. mij û hur û heła têkeławin kełkełênî řeşebaş řenge başman weřê nehênê.

maşêne borîş bê bendubare, carubare man degrê. be hezar sedeqe û nezir û mewlûdî bo kak mewlûdî şofîr hełdebêtewe. sware û pyadey sîxwar, serewxiwar, yek le dûy yek, boman xwar debnewe. her dê û nawçawanî ḧasman naḧeztir debê û gêjełûkey pîtełokan behêztir dekat. musafîrî maşêne bor netreyan le des dawe. şew be serabê, dabî jyan têk deçê û nobey merg dête gořê. kak mewlûdî xawen maşên be wireye, zor caran lew kwêsaneřa têpeřîwe, perway nîye. bo çayxaney miçekoł, her birokêkman mawe. kiřêwe desman lê eweşênê. be nîw katjimêrî dîke lewê dadebezîn. eger hewa herwa bimawabê, şew ba lewê wemênîn, ḧîz û siłamet, le pêçî cadekewe zelamêk dyare. carubar hełdestê û deřwanê û dadenîşêtewe. dûr nîye xirapekar bê. zor caran xełk lewê tûşî bełayan hatûn. wêdeçê ew zelame qerewłî řêgrekan bê wêłdaşekanî lejêr taşeberdanda xoyan ḧeşar dabê.

maşêne bor, zor be şêneyî řoye pêş. zelam destî hełêna û swar bû. zelame lawê bû cwanxas, bêqse û mend û maqûł û qoł hełkiřaw û wêçû, wa dyar bû zor lemêje çaweřwanî maşêne û lew şwêne be bê řê û şwên mawetewe, sermawsoł ketnî xoy pê kirdibû, řiş û şînî hełgêrabû.

şewgurdî leşî hałozandibû, law le ẍerîbe deçû. her detgut lew wiłate nebînrawe. le řołeyekî beřeng û řû deçû çi necîb zadan řołey lewe be řeng û řuwtiryan nedîwe, xuła be day û babî xoy bêłê be řastî metulfeyekî bê wêneye. leser řûmetî çepî dyardeyek heye her dełêy nezergey şêxe sûrî kiřêweye, ya xwa xway hezar şêxe sûran, bîparêzê. ḧasman deyewê destêk le zewî bweşênî. hewr û hełayan lexo weko deka. befir û bakut, kute kut, penceran dekutê û deyannexşênê. pêş çawî mewlûdî şofîr tarîk deka û deyewê weyşûmeyek weřazênê. diłtengî û bêdengî musafîrekan şofîrî hênaye qise û diłdanewan.

biram metirsin bo çayxaney miçekoł her pêç û xobadanêkman mawe. lewê pişû dedeyn. eger hewa her awa bê, ewşo boy text debîn hey le biraw nekewî. çayxaney miçekoł carubar dekewête ber çaw, le piř win debêtewe. kiřêwe çałe û çołî cadekey darmał kirduwe. maşêne bor nexoşî derûnî biřistî lê biřîwe. zor be kawexo beřêwe deřwa bełam bo pişûy necat û sanewe her çawlêknanêkî mawe, qawexaney miçekoł pesîwêkî kem nîye.

lew bin kêwane wek xêrî xułaye. maşêne bor le şêneyî kewt, řoçûn û řaçun le karî xist, kûjawe û be ajawey espardîn be hezar pałewpeste û pałpêwenan mûy lê nebzût.

îtir berew çayxane bû be kêbřikê û kes le kes, hey lewey zûtir bigate çayxaney mam mistefa û serma tûşî azarî nekat. şofîr bew řudawe le řû çuwe kesî be dewrewe nemawe.

ew lawe ẍerîbe nebê derucîran û dostî nanî hemû řoyîştin, şofîr diłtenge, belay lûtî dełê: kuře nawit çîye?

’ezîz bo neřoyîştiwî?

- leber to?

ca to çît le des dê. lanîkem hawdengitim, detwanim lêre lay maşêneke wemênim ta êwe çařêk deken. ’ezîz gyan çarî çî? nazanî êre çi şwênêke, sałî çen lawçakî wekû to û bêçarey wek min dekate qurbanî wejêr heresyan dexat. bełam bo xwa şukur cêgekeman başe. heresgir nîye.

’ezîz: ey kewa bû boçî xot têxist û tûşî ew řûşe hatî.

şofîr: karî xwa her wan, min û to serî tê biř nakeyn. ke min nedehatim to çît be ser dehat, bo ewe to maweyekî tirîş ’emir bikeyt. debû her bêm, dena ewřo řêgey hatin nebû.

’ezîz: dey biram, fermû were pişt ferman be tema xułay. kilîlêkî tirî têxe bełkû hełbê û řê kewîn.

şofîr: ne biram zorim lêdawe faydey nîye řenge cêgeyekim sûtand bê.

’ezîz: îcazem de ba minîş destêkî têwerdem.

şofîr: ne biram lêm řûne lewendeşî dekey. her lêy geřê bizanîn çîman beser dê.

’ezîz: biram tikat lêdekem îznim bide ba çawêkî lêkem û destêkî têwerdem.

şofîr: dey biram fermû bizanim çî lêdezanî. wa bizanim hîç?

’ezîz be nawî xwa û řesûłanewe hesta û nawdiłî maşênî mû be mû taqî kirdewe. zor sîm û mîmî pisand û be şwênî tirewe girêy danewe. řoyşte ser ferman kilîlî têxist û maşên hełbû. le çał hate derê řastewřê weřê kewt.

şofîr bizeyekî şîrînî hate lêwan û lêwî ’ezêzî maç kirdin. ’ezîz gyan eto firîştey necatî minî. xidrî demî lê qewmanî musułmananî, heta hem le bîrim naçê beřastî cêgay humêdî damawanî.

’ezîz: ne biram beřastî to xałî necatî minî, to nebay min her leber bada demamewe, xwa dezanê çîm beser dehat.

şofîr bizey le simêłan dê. maşên dengî leser xoye çonî deng dey herwa deřwa. řeşeba her dê û heřeşey be hêz debê bełam çayxane nîzîke debê emin û to wemênîn ta beyanîş xwa xêrewmende. maşêne bor le derkî çayxane sefer be xêrî řageyand û miçekoł be serî řûtî derpeřî şofîrî le baweş girt. xwa şukur zû hatî dena her êsta be nanî çewr û çay germewe degeyştimê.

sê be sê hersêk wejûr kewtin. «şenge» nizîlekey hełbiřî. têkřa gutyan mewlûdesûr çon hatî zorman xem bûy her êsta demanewîst soraẍit bigrîn. toman dehêna bełam destiman le maşênebor şitbû.

şofîr be vîngeyekewe kutî: destu xoş, başu becêhêştim hezar dost û hawsê ẍerîbeyekî hawkar nahênê. miçe çay bêne le bexêrhatnî wişk û birîng geřê. zorbey danîştuwanî çayxane yekdeng hawaryan kird şenge şenge gyan, nezîley ew řûdaweman bo tewaw ke, ta bizanîn ew binemałe çîyan beser hat û kêyan mawe.

şenge pyawêkî be demudû bû. bo qisan danedema. neqłekey le tewawbûn bû bełam lawî ẍerîb lewserîřa dehatewe. neqił û nizîley şenge le barey wêranî binemałey xoyanewe bû. bełam pêşî xoş bû şenge leserî biřwa û bîr û biřway komełîşî bête dest. şenge dûbare destan le ejniwê xo deda û firmêskan deřêjê dełê: ḧeyf pyawî pyaw temenî keme û zor zû be namradî ser denêtewe û cîhan bo darûẍe û diz û namradan debête mastî meyîw, herçî byanhewê be řaşkawî deyken û deybêjin.

şenge ta êre hatuwe dełê: aferîn şêrejin, jinî be ẍîret û şeřef, ew şêrejne yek katjimêr şeřî kird. başçaweş têda çû. kujra. polîsekan małyan agir da. yay zîn hate ḧesar, teqey kird polîsêk kujra û yek birîndare.

yay zîn fîşekî pê nemawe. awir û çeqedûkeł sengî dexate ser. deyewê řaka bełam şuẍłemey tifengekan mołetî naden û şehîd dekirê. mamexanî mêrdî dû řoj bû desgîr kirabû eger yay zînî xêzanî ew kuştarey le mîrî nekirdiba hîwa hebû mamexan řizgar kirêt.

mîrî lew binemałe tirsî her hebû. dijayetî mîrî bo ew binemałe taze nîye. bawkî mamexan û bapîrîşî her le bendîxaneda mirdûn û şehîdkirawin. nûr be gořekeyanda bibarê.

řenge ḧukmet emca weḧesê le herêmda binemałey mamexan binebřaw bûn. bełê her taqekuřêkî bû mamexan legeł kiçêk. katî řûdaweke le qûtabxane debin.

polîs deyewê desgîryan bika. bełam le pencereyekewe řadeken berew bêşey řûbareke, îtir řoşen nîye çyan beser hatuwe. delên herdûkyan xoyan teslîmî şipolî ew řûbare kirduwe. řenge eweş řast nebê bełkû demgiwî şwênewnke bê.

ḧukûmet lay waye ew kuře mawe. pareyekî zor û borî terxan kirduwe bo ew dêłepyawey ew kuřey nîşan dat. hezar lîrey zerd û sûr. wêneşî dawe be dêłepyawekanî nanî nanî. min wênekem dîwe. xałêkî řeşî leser lařûmetî çepî bote nexiş û nezerge.

hemû kes bew wêneye deynasêtewe. řenge min her bo ew kuřî nenałêm. zor lawî tirîş degrêtewe, lew herêmeda řûbexał zor û zebenden. bo ḧukûmat feřqî çîye. herçî simêł sûr bê hemzaẍaye.

feqê ’ezîz be qisekanî şenge le dûdłî hatederê, biřyarî da le wiłatî germên nebê û berew êran weřê kewê. bełam kê denasê lewê debê kame îş hełbijêrê, çon jyan beřêweberê. boy yekla nabêtewe. dełê çi nîye. awmałke axrî lafaw be layekîda laydedat. hat û nehat bedes xwaye. paş tenganan fer’aneye. şenge řûdaweke dûla û sêla dekatewe û dełê řenge xobe’awdadan dirobê le bêşekan xoyan le polîs win kirduwe şew boy derbaz bûn.

tenanet dełên şuwanî mam siłêman le textehewarî cafekan dîwe her boyeş mîrî le taqîbî daye û be řiban zêřan hełdeřêjê bo ew kesey bînasênê. bêçare feqê ’ezîz bonî şîrî xawî le dem dê. řenge çi le çî nezanê zor zû le daw kewê. eger xêrxiwayek bînasê xêrî dega biłê lew wiłate nemênê bełkû weber destî ew neḧletîyane nekewê. hemû zar û demêk bûne tełey teqîw. çayxane bê miteq û demeteqeye. şenge dełêy dastanî řostemî mazenderan dełê. xełk kiř û mat têy řamawe. feqê ’ezîz be nezîley şenge keş tenge, agirî lê hełkirawe. řîngî le řuwan peřîwe nayewê xełk řûmetî baş weber çawan bênê. manduwe. dił kurke. firmêsk hurujmî bo dênin deyanewê biřjêne xwar û řastî hemûştî lê biłên. haka babayek kutî ew lawe ẍerîbe xał le řuwe hewe baştir eweye, beboney şiłejawî řêgewe pena bo cêge berê. leser řûmetî çepî ser bikatewe û le bełay xałdarî xo biparêzê bełam kwa xew, kêhe pişûdan! bo feqê be cêgey xew, xeyał û xewn û hateran pateran, bêmałî, bê hewałî, bê serederîye. feqê dirêj bû. mandûyî kirde byanû.

xem û xeyał kirdî be tełaşî naw gêjawî dem xuřênan. carêk bin aw debê û demê weder dekewê. demê lenger degrê û pişû deda û le keştî necat deřwanê. xełkî naw çayxaneke hemû řakşawin bełam hêşta basî binemałey mamexan tewaw nebuwe.

be xemewe dełên mamexan bendîyewe û yay zîn şehîd kirawe, azîzey kiçî buwe be qurbanî řûbar, kuře mêrminałekeşî bêseruşwêne. řenge ewîş nemabê. eger maşbê çî? debê be şewan û gawanî bijî. şenge zor qisan hełdedatê dełê: kuře wamełê xwa bika mabê. berxî nêr her le bin seweda nabê. her bimênê bê řêwşiwên nahî ewane ḧasłizaden yek be sed û de be hezarin.

bo hełdanewe çirûzeyek bese. paş payîz behare û be dûy tenganewe ferḧaneye. hermabê xełk yarmetî deda, deyşarnewe le polîs û çeqeł û gurgan deyparêzin. be mezebim swênd xełk ew laweyan xoş dewê. mîrî sedan nûsraw û biřyarnamey le çayxane û kûçey berçaw bûn lemeř desgîrî feqêwe, deyan meqam û piley terxan kirdibû. bo beyanî taqêk lew biřyarane be saxî nemabûn hemû şiř û diř û petûr petûr le ximxork û genawan xirabûn.

ewe nîşaney xoşewîstî ew binemałeye, řaste feqê mindałe bo xełk nenasrawe bełam gûtûyane «bêçuwe qaz her le hêlke hate derê melewane), xełk le mîrî tûřeye, le byanû degeřên her bizanin ew kuřî le kwêye pêyewe hełdestin debête qiremanî nêw qaremanan. feqê گûێێ dawete qisan, le diłî xoyda dawan depsênê û bendan deşkênê û bendîyan dênête der û hejaran řizgar deka û hetîwan delawênêtewe. daykî şehîd buwe û bawkî bendîye, qeydî nîye. berxî nêr bo serbiřîne, bendîxane lay pyawî maqûł meterêzî beşeřefane. bełam azîzey xuşkim bê nexiş û nîşan řoyşit. bû be qurbanî řûbarêkî řûdawî kutupiř û nakaw.

feqê xuşkî bo tawêkîş leber çaw gum nabê. her dełêy çawî lêyetî ke carêk şepûl qûtî deda û tifî dekatewe, serubnî dekat û cilubergî hełdedatewe. qije dirêjekanî lew piştibnî like desmałî begêj û perçanewe dehałê. hawar deka dełê: feqê, feqê gyan firyam kewe xinkam ey bira bo kengê? bo key? bo key?

feqê bew xeyałe aławe, beřwałet leser řû xewtuwe bełam çi xew?

miçey qaweçî çawêkî lê natrûkênê, dastanî feqêy bê mamosta, mutała kirduwe qaweçî be’ezmûne. çayxaney bin kêw diz û dirozin, hełatû û girtû, xas û xiraw, pîr û law, deskerewe û bêdes řûy tê deka. ta êre qaweçî têwe neçuwe. le çi řûdawan řûy hełnemałîwe. baweşî bo çi penaderêk nekirdotewe. bełam ewşo deyewê lew ẍerîbe wirya bî.

pêy xoşe dway kewê, hełî pişkinê, bełkû feqê ’ezîz bê. eger hew bê yarmetî bidat legełî hestê, destî bigrê, girêkwêrekanî bo bitrazênê. qaweçî deyewê çawî be xew bispêrê pêrû hełatin hestê û çayî dem kat. bełê řadekşê bełam hêşta xeyał destî lê nekêşawetewe, leser ew lawe ẍerîbe çetrî xoy hełdawe, kewtote hezare û dełêy hezar kêwe xemî beserda řûxawe. şenge qelyan be dûy qelyanda badeda û fityan deka û axan hełdekêşê. xeman be xeman řeş dekatewe. le daxî załim û zordar wizebelaḧan çawan degłofê û simêłan dekirojê, lepiř kutî: çûzanim.

hêndê kes dełên ’ezîz û azîze herdûkyan mawin, xoyan le çom û goman nehawîştuwe, kuře pyaw çûzanê çone û debê çi bikat? be qisey kê biřway hebê û baweř bikat. sê řoj lemewber le mînûbûsêkda gwêm le sirtey lawêk û pîrepyawêkî bû basî ’ezîz û azîzeyan bû. baseke xomałî û kesane bû nemtiwanî xoy têwerdem. bełam têgeyîm ke deyangut xwa şukur herkyan mawin. yekêk le řakşawekan hesta ser qûn be monewe mořeyekî le şenge kird be îşaře witî: wis, wis.

řenge bo wedeshênanî lîre sûrekanî ḧukûmet wa hîndey leser deřoy. dezanî wek sîxuřêk dexuřî û firmêskî tîmsaḧ deřjênî leser ew qisane řenge her dû şewî dîke şew û řojan temaşakey.

deçîye pał gořbegořekey gorîn. ew başçaweşey mamexan topandî, ew base bes ke egîna be gořî yay zînî şehîd, zimanit le piştî serewe derdexen. şenge firmêskêkî germî hełwerand. dem û lûtî hestiřî û kiř bû. keřey bo kirduwe û xoy řakêşa û çî tirî leser neřoyşit. feqê ’ezîz dûmang û ḧevde řoje be řoj û şew şewarey kirduwe. lay nedawe, lay şwan û gawan kwêrke mûçan nîwe wiçanêkî eger bo dirabê ya nedrabê, heweł şewyetî kewa lenêw apořey xełkida pişû dedat. çayîxaney mam miçe bo ew bû be çak û pîr û pîrozî. hewałî xoşî bîst. wadyare azîzey xuşkî zîndû bê.

feqê ’ezîz beřwałet xewî lêkewtuwe bełam hemû endamî bote gwê û witekanî mam şenge zorbeyan mizgênî gewre bûn. wadyare azîzey xoşewîstim le çom nekewtuwe, bełam řoşin nîye le kwêye, xwa bika her mabê. xemim nîye. řojêk debê cêgay bizanrêt. wadyare bawkîşim řenge bendî nebê. ḧeyf şengeyan lexořayî demkut kird řenge pyawî baş bê û wiskut nekiraba zor şitî tirî degut. nakirê min hîçî lê pirsyar bikem demnasê, ew xałe le min bote beła, řojêk řenge tûşî daw û tełem bikat. wa başe her beyanî zû lêre biřom. êre qerebałxe, nakirê wemênim. mîrî şwênim hełgirê dernaçim. çîm be destewe nîye dena tirsim le mîrî kemtir debû, çeke şiřeyekîşim baye her çabû.

tenanet gîrfanîşim deyewê xałî bê řenge dwa ḧîsabî manewey ewşom dirawêkim pê bimênê. ewcar her debê bepêyan biřom parey maşên swarîm namênê.

ayş key lam wabû min řojêk debînim bê pare bim. awa ẍerîb û yasax, bê hawřê, bê sereder û bê bab û bira. damawî qûn tendûr û wiłatî dûr bim. be beşî xwa şukur xom dawete des xwa, bizanîn çi debê? çîman beser dênê?

çayxane der dełêy laney xem û pejareye. hemû kes bêdenge. quřuqepî bazařî tûnde. şewî řeş têpeřîwe, swarey berebeyan deywê dabezê û sedan bezmî tazetir bitazênê. kiřêwe û bakut kutkî xoy weşanduwe û çawî pencêre û delaqekanî bestûn. naw hodey çayxane bêdeng û sedaye. her sirteyek debîstirê ewîş hî semawere ziley miçekołe.

feqê ’ezîz sereřay mandûyî bê serederî xew û xenûçke hergîz nebûn be mîwanî, diłî le xem kiławřêje, xeyałî perit û biławe. lêkdanewe û bîruboçûnî çî be çî nekirduwe. le řoj detirsê. pêy xoşe her şew bê. ew xałey řûmetî bo ew bote negbetî. nezîley mam şenge be hemû kes nîşanî dawim. ḧaşam pê nakirê. naşêrêmewe, wadyare mîrî bedûmewe. herçî zûtre debê biřom sinûr bibiřim wiłatî xom nîştîmanî bawwibapîranim debê becê bêłim. xwa bika hewa xoş bê. xwa bika hewa xoş bê, nebarê, çi nebê lařê deřom kêwawkêw debme mîwanî şwan û sepan û werzêřan.

ta kes wexeber nîye û wiłat bêser û sewdaye ba çayxane becê bêłim. le tirsî xał le şwênî qerebałẍ nemênmewe. nizîley şenge hemû amojgarî bû bo min. nakirê xoy lê gêj kem.

bełam bo kwê? bo lay kê? berew kêhe herêm û kame wiłat...

çi nebê xo le polîs û sîxuř û qaçaxçî řûmetî bexał xełasîm dê. le řûm dê, dê be dê řû nîşan dem. pişûyek bidem. îşêk karêk wedozim. maweyek xomî pêwe sergerm kem. feqê ’ezîz zor be espayî derkî ḧewşey kirdewe, řoyeder çawêkî berew ḧasman hełbiřî, ḧasman samał û sîqał dirawe. le çiłkey hewr û řeşeba şorawetewe. pel û poy darudewenan baryan qurse û befir lûtî pê newî kirdûn. demulêwî kêwe serberzekan be zerdey hetawewe xo denwên.

destî řast turkyaye. eger deskêş û bałto û kurtek û kûłebał û kilêtem heba û yaroyekî nasyaw û lêzan her ewřoke away ewdîw debûm.

miçeqaweçî şew zor be kemî xewtuwe, bîr û xeyałî leser ew lawe wela nekewtuwe. neqił û ḧîkayetî şenge boy le binî kulekey dawe, ew lawe ẍerîbe nawî ’ezîze her debê heman feqê ’ezîzî dastanekey şenge bêt. hey bêçare çen sawîlke û bê ezmûne tenanet nawî xoşî negořîwe, řenge ḧaşaş bikat. bełam dezanim be zarawey şarbajêřî dedwê. zor lemêje ḧacî mamexanî şarbajêřî nawî heye. beqsey şengey zorbiłêş řûdaw řû dekate herêmî şarbajêř. miçekołî çayçî dû qamkî destî çepî biřawetewe ewîş qedîm dayk û babî şarbajêřî bûn. le şeřêkî xobexoyîda be baweşî daykîyewe gulley wedestî kewtuwe. xoy be bîrî naye bełam ewende dezanê bawkî ledes ajawey nawxo û dijayetî herêmî peřîwey ew wiłate buwe. lew bin kêweda keprûkeyekî pêkewe nawe kirdûye be çayxane û xane û laney lê sazkirduwe. çayçî kiçêk û kuřêkî heye be nawî azad û arezû. xêzanî le tîrey hemewendane û xełkî germyanî xwarûn. ew jine nawî nazxanme û beřastî xanmîşe le başîda tarîf nakirê. le dukturîda serî baş derdeçê. bew hoyewe le zorbey herêmekeda û widim û feř û dest û meḧek nasrawe.

şel û şikaw, birîndar û marangaz zorî pêwendî pêwe deken û penay bo deben. hodeyekî taybetî nexoş û ser’êşanî heye. lew binar û dûreşareda nîweḧekîmêkî tewawe. sifre û nan û xwanî zyatir xatrî xudaye. eger ḧeqî dewa û dermanîş wergirê řenge xercekey bo piř nekatewe.

miçeqaweçî le çûne derî feqê agadar bû. wîstî paş geřanewey sirkêkî legeł bikat. eger mûyekî bo lew maste řakêşra biřyarî yarmetî başî dedatê. eger mitmaney pê neka webałî xoy be estoy xoy. feqê zorî pê çû negeřawe. qaweçî kewte diłekute. kutî: lêre û lewê hełnepřijê û êmeş tûşî sedan derdîserî bibîn. qaweçî wedûy dekewê. ’ezîz le ḧesarî qawexaneye. her lêre û lewê hełdeřwanê. řengî beřwanewe nemawe. dełêy xêw xûyan lê kirduwe.

çayçî: siław, řojbaş

’ezîz: çûketim, jyan baş gewrem.

çayçî: kuřim bew sermayey le çî deřwanî?

’ezîz: her řwanînim pê mawe ewîş bo maweyekî kem.

qaweçî: dey fermû nyazit çîye.

’ezîz: nyazim nazî lê wine û lew deřwanim.

qaweçî: kuřim beçawe nebî lawêkî zirîngî.

’ezîz: bełê gewrem her zirîngî lawan dexate dîngî kiłołîyewe.

qaweçî: kuřim boçî wa nahumêdî? xo kuřî kurd nahumêdî nanasê

’ezîz: bełê gewrem, ger bizanî çon le dujminî řasê.

qaweçî: kuřim bê xem be, paş řeşeşew tawhełate.

’ezîz: bełê aẍam ke le şewda, şewe netbatewe.

qaweçî: fermû bo ḧesarî jûrê ne çayxane.

’ezîz: na gewrem namewê tûşî janeser bikem.

qaweçî: kuřim, timaşake serim her be janeseran bote tasî ḧemamî.

’ezîz: demewê biłêm lew zinzîkane kame şar û dê nizîktirin.

qaweçî: kuřim bo ew pirsyare hêşta zor zuwe ferû bo jûrê.

’ezîz: na gewrem namewê serbar bim.

qaweçî: fermû destawî xome minîş serbarî xełk zor bûm.

’ezîz gwêy le dengî daykî bû, daxurpa, piř be ḧesareke qîjandî. daye, daye, daye to bo lêrey. bo bo to mawî şehdî nebûy. bedem ew xurpe û zîřewe feqê kewte zewî, bew sermaye areqe leser xałe cwanekey lacangî kewte sema, lêwekanî sipî bûnewe. dengî diłî be gwêy sûk nebê nedebîsra.

qaweçî bê metirsî derkî ḧesarî jûrekey kirdewe ’ezîzî be bêḧałî řakêşa û be xêzanî kut eto qisey legeł meke. lêy geřê ta dêtewe serḧał, arezû be demîyewe bê. xoşim deçme çayxane. karekanî dedemewe des dostêk. ew lawe lêre demênêtewe.

musafîr nîye, terekeme û sawîlkeye debê amojgarî bikeyn. nazanim çî bû her ke to dengit hat geşke bû hawarî kird. daye, daye to bo lêrey şehîd nebûy! îtir pê řahat. xwa bika tûşî, tûşî xurpe nebûbê. ewî dî meseleyek nîye.

qaweçî řoyştewe qawexane mîwan hemû hestawin matłî nan û çayîn. hemû le feqê ’ezîzyan pirsî. gutyan: çî lêhat? le kwêye?

qaweçî dełê: lawêkî şermêwne dûr le řûtan karî ḧemamî hebû. minîş her leser pûłî xomim. ḧemamim bo germ kirduwe xerîkî xoştine. zorbeyan gutyan: pûł û xercî ew lawe be gerdinî êmeye. beřastî pyawêkî mend û řend û maqûł û qisezane. xozge bimanzanîba kuřî kêye. qaweçî zeredeyekî dizêwî hawîte lêwan gutî: çûketan kuřî mine, ’eskerî řakirduwe. mewlûdesûrî şofîr gutî: ey bo ewşo xot nekird be saḧebî le çayxane nuwandit. qaweçî her wîstim şiteke le êwe gum bêt û řûdaweke nezanin. bełam bo řûn bû ke meseleke gewretir leweye be topequř weşarîn. le me’eskerî esḧapespî le naw xoda teqewlêkdanêk buwe kujaw û zamdar zorin. tîrey yezîdîyekan bo keyxudayî xoyan têwerdawe. lelayen mîrîyewe tawanbar kirawin, zoryan gîrawin û ’eskere kurdekan çî lewêda bûn řayankirduwe. ew nokerey êweş le řakirduwane. nawî xoy nawe ’ezîz bo ewey nawî řakirdûyek nenasrê.

kakeşenge: bełê kak mistefa, ewe dû ḧefteye ew hewałe heye şew wîstim ew dengoye û biřêk řûdawî tirîştan bo wegêřim bełam mam qadir «qalebawecanî» bêho demkutî kird.

her xoy benamûs dezanê, xełkî tirî pê bełmebrînceye. kuře bawecanî meger bezakûn bin. xełk be berey bawecanîyekanewe fêrî tirsenokî bûn.

qaweçî: kak şenge bibure wextî dimeteqe nîye neynasîwî dena to perêzit bê dałde û diřû û dałe. min karim zor be toye debê le mangî dahatûda serêkim lê hełênîyewe ḧałî bûy têdegey dełêm çî!?

bełê eger xwa îznî leser bê paş geřanewem le zyaretî małî xwa eger bom nekira to serêkim lê hełêne betemay dîdar. betemay xwa, xwaḧafîz. xutan legeł.

nazxanim xêzanî mam mistefa:

nazxanim xanmêkî wêçuwe le hemû şit ḧałî û betecrebe û ezmûne, temenî berew çil sałî deřwanê.

ewîş le řûdawanda twaweye. daykî xełkî şarbajêře û bawkîşî le hozî hemewende lew berupşite û necîbzadeye. kak mistefay mêrdî le binemałey babanekane, jyanîşî bê berûpşite. piştî zor kesî le zewî dawe. dijayetî û dûberekî nawxo pêdeştî pê becêhêştûn û le herêmêkî şaxawîda kirdûnî be qaweçî. nazxanim dû biray le heraheray dûberekîda ledes dawin. řûnakî tarîkeşewî, jînî kuř û kiçêkî genc û lawxasin. azad û arezû. azad hêşta ’eskerî xelas nekirduwe paş şeş mang û ḧefde řojî dî debê berewmał wegeřê. nazxanim germ çaw le řêgaye bełam ew maweye bo çaweřwanî kem nîye. ewîş bo çaweçawî dayk, daykêkî tere le tîre û řegezî xo dûr û hełbiřaw.

nazxam be dîtnî ew lawe ẍerîbe, ẍurbetî zyatir azarî deda û birînî konî pitir dête swê. xem û xeyał û pejare çêtir hêrşî dekene ser û firmêskî pê debarênin. naz lay waye ew laweş herwekû zorbey lawanî wiłatekey tełaşî dem xuřênî řûdawêke.

xway gewre be day û babî xoy bêłê çi metûlfeyekî zerîf û sipî û sołe, her dełêy bîcadeye û sedey hełhênawe. zor şêwe û şwênewarî deçnewe ser swarey biram. eger ew xałe cwaney řûmetî neba demgut bê û nebê le tayfey xomane. řenge her waşbê. taze dêtewe bîrim tayfey dayk zoryan bexał bûn. tenanet be binemałey xałdaran denasran. êste bê gumanim lew ew lawe řîşeyekî dêtewe ser binemałey ême, ey xozge zûtir dehatewe serḧał û xoy be ême denasand. mistefa řenge bînasê, her boyeş řêgey pêdawe bête dîwî em dîw. bełam hoy çîye řêgey be min nedawe dawwidermanêkî bo bekar bênim. tenanet kutî nabê hergîz dengî toy bête bin gwêyan. çonî dił hat be arezûy kiçmî bispêrê xo arezû le nexoş û mexoşan çi nazanê. ewîş kiçołeyekî sawîlke û bê ezmûn ta êre lawêkî awa diłgir û gurçûbřî nedîwe eweşim zor belawe seyre, ta êre mistefa qedeẍe û qorẍî bo min danenawe.

leberçî, bo gutî to nabê ew lawe welawênî? nabê hergîz dengî toy bête gwêyan. serim lew base masîwe. mast û mûm têkeławe. lêkdanewem lew barewe bê dan û poye. çî tê nagem. nazxanim lew barewe xeyałî sengî leser danawe lêre û lewê deda û mistefay lê naxoşewîst deka. mistefa řînge le min diłpîs bûbê dena çon řêgey nexoşan le min qedeẍe dekat.

derga kirayewe mistefa hatejû. nazxanmî zor be şêwawî weberçaw hat.

mistefa: selam nazxanim, řojbaş bimbûre ewřo çayxane şilûq bû.

nazxanim: jyanit baş xoşewîstim. minîş ewřo şilûqtir le çayxanem.

mistefa: têdegem le çî diłit hałozeḧezîzim. dwayî têdegey ḧeq be mine.

nazxanim: yaxwa wabêt û min behełe çûbim.

mistefa: le mîwane ẍerîbeke çi xeber?

nazxanim: dîdarî le min qedeẍeye, çi hewałêkîşim nye.

mistefa: baş ḧałî nebûy nemgut meybîne gutim nabê dengit bibîstê.

nazxanim: şeł nîye, pay şikawe. bê witar sûdî çîye?

mistefa: ne ’ezîzim. wa dyare ew lawe daykî şehîd buwe. boxoşî tere û awareye. dûr nîye dengî to legeł dengî daykî şehîdî cyawazî ewtoy nebê, her boyeş ke gwêy le dengî to bû gutî daye daye to mawî.

îdî pêdahat û leserxoçû dûbareş leser ew baweřem debê dengî toy bîstibê. heta tozêk tozî tirs û namoyî lê detkê xo be ême denasênêwa başe zor bêdeng amojgarî lê bikeyn. newek tûşî xurpe û řaçłekîn bibê. bo hemîşe be arezû jyan berête ser.

nazxanim: mistefa bimbûre min le hełe dam. to le hełe û pełe û qestî çewt û çewêł dûrî. beřuḧmî, damaw xoşewîstî, le bin bałî damawanî.

de heste ba biçîne lay. biřyar bê hest û xustim lê neye û kiř bim bełam da dermanî pêwîstî bo bekar bênim, meger xwa neka dena zûtir deyxemewe ḧał.

naz û mistefa berew hodey feqê ’ezîz weřêkewtin.

naz cantayekî dewa û dermanî dessazî xoy pêye, nexoş bûraweye le areqeda her şiłpeyetî. arezûy kiçyan lejûr seryetî. řengî biruskawe. hemû gyanî دەڵێێ bê gyane. le ’ebesaw deçî, dełêy hengawe. dem û lêw û řûmetî sûr hełgeřawin. sûr deyare ewîş ḧałî baş leserxo nîye. diłekutey çote serê. zor baş wiłam nadatewe. bawkî lemeř nexoşekewe çî lêy depirsî let û lûş û kałukirç wełamî dedawe.

arezû dełê: ewşo kem xewtûm. xemî ew laweşim serbare. bawkî dełê nexewtin çi nîye çare dekirê. bełam xemî lawêkî awa řenge dûre çare bêt. arezû be des xoy nebû giryan û firmêsk deyanewê řastî lê biłên û nihênî henawî bidirkênin. serdemey şermî kiçaney lê bidřênin. bawkî arezû le meselan zû têdega û le derdî diłan agaye dełê kiçim nařeḧet mebe, paşî tenganan ferḧaneye. ew laweman bo bêtewe ser xo, řenge le xoman bêt. le xoşman nebê řenge bo hemîşe le yek nebřîn. arezû be qisekanî bawkî ewkî berbû. geşey têgeřa û gutî: bawegyan cwanmêrî êwe gewretre le destełatî mêrane. lejêr çawedêrî toda be humêdim çaw ledes nebîn.

nazxanim nayewê bidwê. bełam pesta pesta henasey destî dedatê û nawçawan û demulûtî be cewherî mêxek û çewrî (çewrîn û catir) û gelê gyawgołî bonxoş deswêtewe û bergî bêjan, gełay gya tołekey leber kepoyda desûtênê û deney pişmînî dedatê û dêtewe ser ḧał. feqê ’ezîz bo hewełîn care le naz debřê. feqê ’ezîz xoy le cêwbanêkî nermî xomałîyaneda debînê. herwekû xewnêk deçê ke sê nefer le dewrî çawbe firmêsk û dem be du’a û diłbe xem danîştûn. nexşî xuşk û day û bab bazî deken.

’ezîz tasa û ’ebesaw be areqey nexoşî û cwanawî şermewe ew ’ezîze nemawe her dełêy le qebran geřawetewe. yaray hestařekey wełam û wirtey ledes dawe, serî dexulê û gwêy dezrîngêtewe. çawekanî le çaweçaw dełêy manyan girtuwe, carubare awingî xem deyanhengêwê.

nazxanim nayewê be deng bîdwênê bełam begyan û dił destî leser diłî danawe, hêwaş hêwaş diłî dademałê, penamekî firmêskan hełdewerênê, arezû bê miteqe. çawêk le feqê natrûkênê. kutekutî diłî çote serê, řengî sûr hełgeřawe.

bo hewełîn care dił desełatî lê destênê, dûr nîye bizozî ewîn bezeyî pêda neye. heye û nîyey ḧeyay lê weber bada û lepiř mêzî tê werênê, biłê ’ezîz, ’ezîzî min, firîştey xewn û xeyałî min, eto, eto nabê bimrî, nabê lay min biřoy, natwanî becêm bêłî, ’ezîz, ’ezîzî xewnî bedîhatûm, bazî awarey kewî nekirawim, sê sałe, sê sałî řebeqe min çilet bo dekêşim nezir û mewlûdîm bo le xo girtûy. dest be dawênî xewname û du’a û nizayan bûm. ’ezîzgyan begyanî ’ezîzit be awrî hełgeřawî derûnî kiçanem, be jîlemoy danemirkawî sê sał çaweřwanîm swêndit bo dexom ke lemêje min to denasim. to ew řawçîyey minit le hejdîha xełasî da. her ew firîşteyey le hawarim hatî, le ḧezyet necatit dam, gyanêkî nwêy tirit pê bexşîm. bełam ey kwênim deber. axrî xewekem çî? daykim bo weber xencerî day be cêgey sipas le to.

boçî leser çî qestî kuştinî le to dekird?

nazxanim destî leser diłî feqêye bełam be çaw xerîkî mutałay arezûy birûskawî arezûy kiçîyetî. nazxanim be tewawî derawî henawî arezûy şiłeqanduwe, çî têda gume dozîwyetewe, mîratî daykan xełatî kiçane. nazxanim heřetî kiçaney xoy hatewe bîr, ewdemey ke çawî be mistefay bawkî arezû kewt. hatewe bîrî ke ewîn çî beser hêna çi şitêkî pê řiştuwe. nazxanim hengawtûye ke arezû çon hengêwrawe û xeyałî çi dewrêk degêřê. naz nayewê mistefa bew řaze bizanê, deyewê be arezû biłê lay ’ezîz becê bêłê biřwatewe ew dîw û nan û çayî naşta amade bikat. bełkû bawkî be ewkî piř le daway nezanê arezûy kiçane nexwênêtewe.

bełam arezû nayewê ewê becê bêłê. nayewê çîtir be fermanî fermanderan le der û jûr dabê. lêre bewlawe kiçî kes nîye. kiçî ewîne û fermanberî diłe nabê diłî paşay ewînî bipşikinî, deyewê lew lawe ẍerîbe pezîrayî bika û derdî nedirkawî bidirkênê. xewnî sê sałey bo wegêřê, arezû nayewê ew lawe herwa zû bêtewe ḧał, boy řoşne bêtewe ḧał dekewête bał, řêbware û řêgay xoy degrê. çi derbeste le kwê demrê û kê boy demrê. ta bê pê bê hestî arezû baştir pê degrê. çi nebê detwanê wek amojgarîyek pencey bikuşê û amêzî tê werênê, awrî bizozî kiçaney kem û kurtê damirkênê.

nazxanim řû be mistefay mêrdî dełê sipas bo xwa diłî hatotewe ḧał. lam waye xewe ne bêhoşî. xwa dezanê çen řoje beřêweye, řenge bêxewî serî lê sendibê. ew lawe çi leřêbwarî asayî naçê. yaxwa dûr le qaçaẍ û qûçaẍ bê. xełkî tirîşî pêwe neglê. mistefa û naz hodey nexoş becê dêłn, arezûy be arezûy xoy despêrin.

mistefa dastanî şenge û neqił û beserhatî binemałey mamexanî şarbajêřî bo nazxanmî xêzanî degêřêtewe. nazxanim daykî şarbajêřîye û le binemałey bawexanî mezne. bawexan û mamexan herbinemałeyekin. mamexan amozay bawexanî cafe, bawexan bapîrey daykime eger ew lawe lew binemałe bêt biřbiřey pişt mine, mistefa destî min û dawênî to, to û ẍîret û cwamêrît, bîke be sedeqey serî azadî kuřit, heste berew şarbajêř berew şaroçke qereçwalan weřê kewe. hewałêk le małî mamexan wergire mistefa to neçî debê xom biçim. dena najîm ew hewałe tûşî sedan azarim deka û le kełkim dexat. sed çek û tawê gerk.

mistefa dełê mişûrî ew karem xwarduwe řenge bew zuwane hewałim bo bêtewe nazgyan. min gyanim be nazî to denazê. to nebî min çi nîm miçekołêkî kołewarim le řegezî babanim. bê day û babim. min gyan û mał û nîştîmanim be to bexşî. to estêrey bextewerî minî. serim lejêr pêy dawate, destûrî to morey ayînî mine. çî to bîłêy belamewe řewaye. ewînî min nîsbet be to her dełêy taze pê degrê. xiřke debê û hełdefřê. le çyay cwanî toda xerîkî hêlane dozîneweye. erxeyan be hêşta le temaşat, le xoşewîstî û ewîndarît têr nebûm. miřûm neşkawe. ew řojey ke tom dî tom nasî bełênim pê day, bew řoje swênd bew kate qesem hêşta xoştirim dewêy. zyatir ḧezim lête. nazgyan to nazî to nyazî mine, çî destûrî toye be řûsûrî xomî dezanim. bo min sûr û řoşne ew lawe nîsbetî be binemałey xałwanî êwewe heye. her boyeşim wergirtuwe. demewê yarmetîy bikem. ta ew şwêney hêzim heye weşwênî kewm, ta ew piley to detewê xoşewîstî xom derḧeq be to nîşan bidem.

nazxanim: mistefagyan, çî tirim mekuje besme lewe zyatir be agirî cwanmêrît, diłsozît û xoşewîstît memsûtêne. nazanim be çi zimanêk be çi zar û demêk supasî to bidirkênim. řaygeyênim ke to firîştey xêrxiway pakî, xawênî, hewêrî cwanmêrî, netirsawî, şêrî, dirhem û diraw baynedawî. çiłe û çiłpe û newsinî, neygořîwî, necîbzadey, řesenî nedořawî le binemałey babanî, negořawî.

bew řoje swênd ke swêndim bo xwardûy bew deme qesem ke bo demêk demim le demî toda hestî xoşewîstî kird û berhemî ewînî tom çeşt ewetî hem le xoşewîstî to tamezrom neşkawe.

ke tawê detbînim dełêy nebînim. le nizîkî toda sał û mangim be kat û satê leser têdepeřê. min le îşqî toda tuwawem, tuła, tuławim û daploxawim. to şyawî ewey ke sedî wekû min kenîz û qerewaş û nazkêşt bê. min le hełedam, carubare demewê le biřêk karubaranda hełdemê û nexşî nexşîn bidirkênim. ewî řastî bê demewê le xewnekey sê sał lemewberî arezûman bidwêyn, bełam bimbûre xewn û xewnûçke çi nîye, bo ewey nabê dest û dił û xeyałî bedûda mandû key, hemû şit bexułaye. xewn û mewn ne cêgey xeme û ne cêgey hîwaye. her webîr nexrêtewe başe.

mistefa: na na ’ezîzim ewe melê xewn lelayen xwawe dê. xewn xełatî řoḧî pak û xawêne, xewn mîratî pêẍemberane, îlhamî berzî ḧasmanîye. xewnî arezûy kiçmim her lebîre. lam waye besûdî arezû řûdawêk dête gořê. lam waye ew lawe her heman řêbware heman řawçîye ke bexew dêtûyetî. arezû le řeng û řûy xeyałî le cûłanewey derdekewê ke gûmbûy xoy dîwetewe. xewnî xoy hatote dî. tamîlay pêwîst nîye, ew qisey ke kira le barey ew kuřî ḧemexanewe arezû bedłî nebû. minîş nemwîst diłî to bişkênim dena ew tayfe minetkêşin, nanî nanî û xwazełokin, gułebeřoje û řû le řojin. nokerî şorba û pyawî piław û goştin. hozêkî zor û bor û sergiwê şořn. nannas û xwanenasin.

min namewê legełyan têkeł bim, diłî tom wîst dena demu des demim debestin. êstaş neçuwe biçê îznî toy leser bê bê ewey lomeman bêteserê, serey ew sewdaye dexewênim. arezûy min serkewtinî azad û arezuwe bełam hêşta bo ew hengawe zuwe, arezû be kuřî ḧemexanim bidem. herçî bê, pêş hemû îş û karêk to debê xałî řûmetî ew lawe hełgirî, ew xałe hełnegîrê ew lawe degîrê. nanxor û kilkişořî mîr kem nîn êreş serḧede, çayxaneye. aşna û bêgane, xas û xirawî dêtê, zar û zimanî xełkiman pê nabestirê. dway ewe debê kartî pênasî ew lawe bigořîn. gořînî ew karte belamewe sadeye her dînar û diremî zorî dewê, ewîş heye û pek nakewê.

nazxanim firmêskî şadî hełdeřêjê. amêz le mistefay werdênê û laçawî piř ewînî dexate ser simêłî û dełê oxey mistefagyan, her dełêy luqmanêkî diłnasî. her dełêy gyanêkî bê xewşî xułayî, xewş û xałan leser diłî diłbexeman řademałî. řuḧim û beze û zanistî to, behîwam derkî hîwaman lê weka û be hemû miradman bigeyênê. êsta gumanim řewîwe û sûrim leser ewe ke xewnî arezûy kiçim hatotedî û biłê û mełêyekî têda nemawe.

hejdîha kuřî ḧemexane û řêbwar ew laweye û xencer neştere ke lêre bewlawe be destî min le xałî řûmetî ew lawe deweşêt. mistefagyan debê ew řaze şêrawe û lejêr serpoşa dapoşraw bêt. ne arezû bizanê ne ew lawe têbgat, mebada ew lawe ẍeware û lawekî bê. tere û peřewazeyekî bênawnîşan û nenasyaw bêt. herçî bê ême bepêy twana nazî řadegrîn û gyanî deparêzîn bełam boçî xoşewîstî ew lawe her dem û dest lenaw diłî mina hêlaney hełbest. her dełêy kuřî xome. dûr nîye her le xoman bê û le tayfey xałdaran û le binemałey mamexan û bawexan bê, herçê bê yaxwa bexêr û bêrî mêran û şengepyawan xo binasênê, le sore û torey napyawî dûr bê û diłsozêkî destî bigrê û girêkwêrey miradanî bitrazênî. le zemawendî azadî xoyda xoy bibînê.

(dûhemîn bas)

şenge û mamexan

şenge le cwanmêrtirîn, řegezî hemewende. zor lemêje be mistefay qaweçî aşnaye. tenanet le pêkhatnî zemawendî naz û mistefa nexşî diłsozî şenge le bîr nekirawe, şenge dû sałe xêzanî be řeḧmetî xwa çuwe. taqe kuřekey be destî ḧakmî ew serdeme le dar dirawe. kuřî şehîd şînî nebřaweye. şenge legeł zorbey binemałekanî zerbewêkewtû aşnaye.

tenanet dijî mêrî, xilêne û bilêneyekîş le’arada heye.

şenge be řûdawî binemałey mamexan xoşbîne. ew binemałeye bê dest û meçek nîn. řenge bitwanê legeł ew binemałeye dijî mîrî daw û tełeyek weřazênê. şenge deyewê bo ḧec biřwat, bełam qisekanî miçeqaweçî webîr dêtewe ke gutî şengegyan zûtir serim lê hełêne karim pête. dełêm ewsałeke le ḧec geřêm. ke xwa řêy destim bida her hengawêkî başim bo ḧecêke. şenge pûłdare. şêwey ałuwêřî nawxo û derewey hatote des. bew hoyewe nasra û nasyawdare bełam ḧeyf wecaẍkiwêr û bê paşeware. xuşkêkî bêwejnî binewane. ewîş mêrdî le dardiraw û şehîdkirawe. xuşkekey nawî ’etîyexane. şêrejnî xułê xoyetî. cwan û bedîmen û wireberze. xwazbênî zore û be şûy dûbare řazî nîye. nayewê şengey biray betenê wemênê. ’etîyexan her nawî jine dena pyawe. bo tołe degeřê û nexşî şořişgêřî degêřê. şenge şagirdî ewe. beşî zyatir ẍîret û humêd û hîwa le dine û gifit û liftî xuşkî werdegrê. şenge bew xuşkewe xo be wişk û birîng û bê mał û ḧał nazanê û detwanê êre û ewêyan bigeřê. şenge dû sê řoje geřawetewe lay ’etîyexanî xuşkî. destî bo hîç îş û fermanêk nacûłênê, hemîşe mat û xeyaławîye.

qisey xoş û binezmaney betamî nemawe, le biçê û neçêy ḧecda têgîrawe û xoy bo yekla nabêtewe. řûdawî binemałey mamexanî weřûy xuşkî nedawe. xuşkî marangeste û binemałewêran û haweser kujrawe. bêt û ewřo ew laweş bibînê řenge ewendey tirîş berew sîsî biřwat, hergîz nakirê weyşarê. binemałey bawexan û mamexan nawdar û bo hejar wibê deretan û damawan zor berçaw û bexêr û bêr bûn. bo hercêyekî herêm deçî ew base diłtezêne leser zar û demî xełke, řojêk xoy bew base dezanê û le min tûře debê ḧeqîşî pê dedrê. min biray ewm naşê çi derdedłanî lê weşêrim. şenge pongî xeyałate, mate bexeme, destî lejêr çeneye, carubare wek wiřêne bikat wirtêkî le dem derdepeřê. herdełêy hêrş deba û sereřêgay lê gîrawe. ’etîye têgeywe ke şenge diłtenge û pongawî xeyałe. ḧałî baş nîye, nayewê xuşkî hest be xemî bika û be kemayesî û têgîrawî bizanê.

şewe, le nîwe şew bewlaweye, ’etîye têdega şenge nexewtuwe. xeyał serî lê hestanduwe. ’etîye bew şewe le kakî wejûr dekewê be siław û selîqey xûşkane destî le destî xeyał dekatewe. pêy dełê biram bełat girim bo matî? bê xewî le qisey xoş piçřawî, min le berê û le piştê her tom mawî. bê nazîy to mergî mine. biłê bizanim çite? çî diłî girtûy, xewî birdûy, zerdî hełgêřawî le şengî biřîwî şengey caran nemawî. nemawî bawêşkî wişkî bê bawî wişkî hełênawî, çite? le çit keme? bîrî çite? detewê çibkey? bo şardûtewe?

şit le min weşarî nenge nezanîye, be hełe çûne ke min diłsozî to nebim edî debê kê bê kame kese cya le min bo to kese, řecaye le me zyatir kifirim dermehêne, zimanim pê dermekêşe şeqawpit řûdawit řageyêne.