jyanî naw kejawey berdîn

Li pirtûka:
Şeware
Berhema:
Mela Kerîm Sarde Kosanî (1926-2001)
 3 Xulek  679 Dîtin

kîjołeyekî cwan bełam cwanemerg hengûtûy şextey nakaw, jakaw û des le hîwa pisaw, taqane bûkî gořistanî kon, mîwanî wiłatî jêr zewî, ser leser serînî berdîn û laleş leser řayexî quřîn, xewtûy xewî yekcarî, be nêwî xezêm, bełam xezêmî kepoy bê nazî û gułî sed terzî xefet û meynet harûjên.

neşmîleyekî bedîmen û berçaw, şil û qijkał û hełkiraw, askêkî behest û peponexşên, komay ewîn û muçuřkî tamezroyî kolkezêřîney çyay berzî řwanîn, řewt û hengawî hengawtey dił bû. hełwêstî gyan hestên û nîwnîgay xwên westên bû. řewek û êsk sûk û xoş awiř, awřî naw nizarî diłdarî, hewêrdeyekî nermî herêmî tamezroyî, şewey gyan hełkuşî naw colaney lawî, bełam hejar û des betał û bê seła. xawenî dû biray wirdîley bab le gořkewtû, legeł daykêkî pîr û leş be moryaney pîrî xuraw, lenaw baweşî xanûleyêkî řeşî feqîraneda ejyan. bełam çi jyan, jyanî be řeng û jaraway, jyan le naw gořî řeşî hejarîda, ewîş lenaw hozêkî ajełdar û dûr le hajwanî serinc û zanist, dûr le bizey bezewî hatin û awřî bebayex.

axir lenaw komełî çyageř û meřdar, hejar bê bayex û êsk dizêw be ḧîsab dêt. kewabû kîjołeyek kał û şermawî, bo řagirtinî nazî dû biray hetîw, jyanî pêwîst, ebê xû be kê bigrêt û řû be kam yasa bêt? çare çîye?

bo tawanî tarmayî hejarî û bo wîstî jyanî daykî bîmar û biray wird û bê bab, xezêm ebû şew û řoj xew hełbiřêt û areq biçênê û le mezray em û ewda diřû hełkenêt û pejare şîn kat. ebû kakoł be şaney şeřebawe ałoz û pencey be xeney řencewe řengîn bêt. be hełkêş û sîpałî pyawanewe laleş be tînî henaw pêy çêt. bebê yasay komełî naw şax û dax, ebê ta dû bira be kak nekat, qijekanî be hawałî şane nekat. ne bo cwanî leş û ne bo xoşbêjî ewîn, xawen awiř bêt, xezêmî temen hejde û hejarimj, bê wiçan û pişûdan le bazbazênî jyanda şeket û mandû û jakawe, cêga hełwerînî şewaney xanûçkeyêkî řeş û cê û banêkî şîtał û çiłkin bû. herweha şew û řoj û sał bere bere, berbeyanî xezêmyan be lêłî eşłeqand. sereřay derdî bê deway hejarî, sereřay hestî bêkesî û dûre derway. ajaweyekî tirî piř le monc û sêławêkî xinkêner hurûjmî birde ser xezêm û sereřay jyan û piř le jan û çiłkin, xezêm be dîtnî kuře serkomarêk dû pê kewte naw jîlemoy ’îşq û ewîn û diłdarî û hemû twana û hest û bîrî řawpêç kird.