mela kerîm û gêjawî şê’rî nwê

Li pirtûka:
Şeware
Berhema:
Mela Kerîm Sarde Kosanî (1926-2001)
 5 Xulek  955 Dîtin

le xewmda pîr û lakewte û kołe kutraw nebûm. heřetim bû, çi řetim nedebirdin. dem û dûm le sê û dû nekewtibû. hetawî sîle çaw û çaweçawim le çaw neçûbû. çuwem taze dehate řû, řûmetim be ’azebyanewe le hemû řuwan girewey debirdewe. bazołem hemû babołêkî pê badedra. heřemey hetawî tîn û tawim bû. demtiwanî weser tîreg û kelebendenan kewm. beranî kelên û nêrî řewek dedaw bixem. le hobe û hwar û lamûçan debûm. ledem bestênî û qeraẍ zêyan gwêm hełdexist, beyt û bawî xest û tîtał û latawî tirawim denûsî. bê minetî çawîlke û qîç û fîçî pilkeçawan be řeş û sipîmda deřwanî. her le dûrewe qul û filim bo hełdawêran. le zarawey kurdî û farsî û ’eřebîda niskom nebû. le zimanî îngilîsî «gûd bay» û «bay bay» û hêndêk wirde řistey tirîş fêr bibûm. xewnêkî xoş, xoşî wa kem hełdekewê.

řaste dełên «kêw be kêw naga, bełam ademî we ademî dekewê» lew xeweda bûme mîwanî małe meřdarêk, meřdarêkî řêkupêk û zîndû, małêkî çwar kołekey be małe swaxdiraw. taqe û delaqe û ser sindûqe, konekanî le kitêb û peřtûk û gowarî kon û nwê axniraw. têkeł û pêkeł û hełřijaw. diłî berde řeqyan bo debû be aw. xawen mał nawî mela wetman bû. pyawêkî mizir û betam û melabezên bû. gowarêkî 115 - 116y sirwey selaḧeddînî bedestewe bû, carubar lêkî dekirdewe û lêkî denawe û şeq le ’erzî dekuta. henasêkî be dwada hełdekêşa û fûyekî haşedarîşî dekirde serbar û ew şê’rey mamosta hêmnî řeḧmetîşî zemzeme dekird:

ew gułey baẍî pê deřazawe
daxekem êste hełpiřûkawe

paşan milî be larewe dena û deygut: ay mam hêmin řeḧmet le gořit goř hełtekêne. êste emane le cêgey to sirwe denûsin, şa’îran denasênin û lawan řastawêj deken! heyhû heyhû! be sed derzî gasnêkyan tê nabê. lêredabû debû we cwab bêm. lew kogaye pûşkeyek û lew kasemaste mûyek řakêşim û le ax û tifî mela wetman kêş û pêwêk wedest bênim. gutim mamosta gyan qełs û qołî çît? le çî tûřeyt û çît le dił dawe? mela gutî ey kakî mîwan xozge be xut, sedbirî baye minîş wek to nexwêndewar û keře ’ewam bûmaye û nebame mame xeme û ximim lê neşêwabaye! gutim wanye mamosta min keře ’ewam nîm, beşî xom dezanim. xwêndûme. xêroke sewadêkî dêhatyanem heye. demî wirç û gurg debestim. yasînî gewere û tebarekî çikolem lebere. çon be min dełêy keře ’ewam! mela wetman bawerî be çawwiřawim nebû. destî kêşa û sirwey lêk kirdewe, jimare 115 - 116 lapeřey çil. karwanî şê’ir. guł estêrey ser karwanî leber dem danam. gutî: fermû kakî mîwan bom begij em řiste şê’reda biço bizanim çît le baranda heye û şa’îr lem řiste şê’reda çî bo şardûynewe? eweye biram sirwe nûsekan gałteman pêdeken. çon bexem nebim, çon bo mame hêmin xom dequř negirim û çaw hełnepałêwim? be zerdewe gutim: mela wetman gyan min û to lem core hełbestane natwanîn mebestêk wedozîn. zorbey karwanî şê’rekanî emrokey sirwe, berew zewî beřê nakirên, zorbeyan melekûtîn, ḧasmanîn, řû be ’alemî mêtafîzkî û ewdîwî nedîwman deřwanin. xawenî em core hełbestane, be hełe hełnakewn. bestan be bê mebest danabestin.

wek min û to le ḧucre quřîney teřubiř û quřney tarêk û tinoka dersyan wernegirtuwe. ewane le zanistige û zankoy wehada řahatûn û çuxtî kirawin, kerese û nwên û banyan birdote ser gedey mang û terazûkoyan be koma le ko dawin, zanist û desełatyan geyandote qełay nêpton û piloton. be gay ḧasmanî zewî xermaneyan kêławe û be tûr û kelem û gêzer dayançanduwe û mêkanîzeyan kirduwe! «nan deşorbawî şînî ḧasman deguşin! ser hełêne çawekanit bonî tirûskey şînî ḧasman deden! her mebest ew serkewtineye!» şa’îrî nwê debê nwêbêj bê û degij nebêjrawan řoçê. bûre û beyarî řeqenî wiłatî melayketan be tiraktorî ḧasmanî û gasnî nûk tîjî tîşkî řoj be şêwerd bibřê û werdî bidatewe û berhemî beste û pexşan û azûqey witaryan lê werbigrê! mamosta mela wetman! emcore hełbestane lawekîn, awekîn û řûyan le małî to, yanî wiłatî kurdan kirduwe, her be lawekyan bizane, ne awřyan lêdewe ne lêşyan biřwane!(şitir dîdî nidîdî)

mela wetman cigereyekî dagîrsand. bizeyekî têgeřa, gerûy bo kilor kird û gutî: biram beřastî başî bo çûy řenge sewadit zor kem bê bełam gijmêk boçûnî baş. batmanêk sewadî bê kewş û kiłaş dênê. lêkdaneweket ewende řêkupêk û cwan û becêye bo ewe debê sirwe nûsekan binûsî: biray çak bin, êmey kurdistanî hêşta destiman be êwey zewî řanegeyştuwe, be zimanî ḧasmanîyekan degełman medwên, ba le xoman tûře nebîn û sirweşman lê nebêzrê! lew demeda lexew řapeřîm. bedaxewe ne wetman mabû ne batman!