pîre heło

Li pirtûka:
Şeware
Berhema:
Mela Kerîm Sarde Kosanî (1926-2001)
 2 Xulek  1115 Dîtin

şa hełoy hełet û çiř, kone řawçî be çing û diř, hestirî demî pîsî, qaqay kêşa, xuřî weřî, witî ey nermołe, ey xoştirîn babołe, toy sawîlke bîrit şaşe, ke mawî, têbgey başe. bo berey êmey paşa, gizîr, daroxe beřêzin, bome bałn, gyanî hêzin, qeşe û malmîş be kełkin, serey xełkin, şêx û xelîfe zerûrin, bo załman, mekoy nûrin, cê baweřî her sinûrin. paşay bê nûser meḧałe, eger heşbê jînî tałe, şa’îr têr ke û dujmin kwêr ke, bo şêx telarê hełbeste, çawî hejarî pê beste, bo nûseran pûł hełřêje, hîç mebêje, le herla řawit bo deken, xawen xêr û nawit deken, ewane pêman hełnełên, boman nełên, hełeman bo danepoşin, şîrî geşman bo nedoşin, be şê’rî geş nemandêrin sawîlkanman bo nenêrin, ême dawełî bê bawîn, gêlîn, xawîn, çûkîn, pûkîn, becêmawîn, bê guř û ger û bê řawîn, zor pênaçê şende û mende têdekoşin, bezman, be belaş, defroşin. ey pořokey goştinoke, řê lê gořaw, xwên lê çořaw, çiřaw, be tenê nakirên, bê xêł pořoke naxurên, leser ew zewîne cwane, kêt pê çûke kêt pê xane, ta nûseran pêy hełnełên, şa’îran şê’rî bo nełên, şêx û małim, gewrey neken diroy be dewrey bo neken, nabête xan na bête mîr, şa hełoy melgîr.