qasîd ke le der hat û be teblîẍî wefa kird
Li pirtûka:
Dîwanî Seyfulquzat
Berhema:
Seyfulquzat (1876-1945)
1 Xulek
1121 Dîtin
qasîd ke le der hat û be teblîẍî wefa kird
ḧucrey minî ḧesret deyî sed çîn û xeta kird
pêm wit le xeta dêyewe ya xîtteyî tatar?
ya ehlî beheştî ke diłit piř le sefa kird?
ya xizrî ke hatî be dû cam awî beqawe
em murdeyî hîcret be temay ’umrî beqa kird?
ya xo le teřef yarewe dêy ḧamîlî namey
xasîyetî ahûy xuten û çînî eda kird?
xasîyetî bo çawî minî xeste û řencûr
wek cameyî yosif ke be ye’qûbî ’eta kird
estarî wekû zulfî ’erûsane muselsel
elfazî hemû gewhere, çen cwanî eda kird!
nuxtey be mesel, xałe leser řûmetî yarim
ya wek ’ereqî kułmî, ke meylî be cefa kird
her xom be fîday ew xet û ew řebit û beyane
’îciz û ẍem û derdî le diłim meḧu û fena kird
em destegułe, besteyî em dest û benanen
boye wekû bulbul, ḧesenNasnava edebîy neẍmesera kird