qîblem çî dunya

Li pirtûka:
Dîwanî Seydî
Berhema:
Sed (1785-1849)
 1 Xulek  795 Dîtin
qîblem çî dunya, qîblem çî dunya
ênde awatim menden çî dunya!!...
řwê wer ce merg be dîdem bidya
leb webanî leb lałî tom binya
herdû binyaman ser we yek serîn
kerdaman řazî wiyerdey dêrîn
bidyam destî tom wisten ne gerden
ewsa bwastam awat we merden
bo binyam we boy zułfî muşkînit
bikerdam tewaf kabey cemînit
bałay wêm pexşan bałat bikerdam
daxim nemenda, ewsa bimerdam
ewsa, cew dima eger memerdim
pey merdeyî wêm şadî mekerdim