îmaretanî xorasan

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 3 Xulek  1215 Dîtin

le ciłdî ewwełda û le basî cuẍrafyay kurdistanda gutbûman ke le wiłatî xorasanîşda ’eşayrî kurd heye. hon corc kiřozon le syaḧetnamekeyda (tarîxî êran; dû ciłde) derḧeq bem kurdî xorasane be’zê îzaḧat eda û ełê: şah ’ebasî gewre bo muḧafezekirdinî ḧidûdî şîmalî şerqî êran, beramber be ’eşayrî turkiman, be’zê ’eşayrî kurdî le ḧidûdî ẍerbî şîmalî êranewe neqił kirde xorasan. em ’eşayrî kurde şahdilû, zafranlû, keywanlû û amanlû bûn. beşî zorî le mentîqey qûçanda damezra û fîrqey şadanlûş le bocnûrd û etřafîda cêgîr bû. ’eşayrî qûçan îmaretêkî nîwe musteqîl ye’nî le îdarey daxłîyeyda serbexo bû, qanûn û meḧakmî mexsûsî xoy hebû. meřbûtîyetî be ḧikûmetî êran tenya ’îbaret bû le řesmêkî sałane ke eyda be ḧikûmet.

nadir şah wîstî bîhênête jêr îta’et û kiçî «îlxan»yişî bo xoy hêna, bełam fa’îdey nebû, nîhayet le ewaxîrî sełtenetîda be ordûyekî gewrewe çuwe seryan, bełam le ber qełay qûçanda şewêk le xêwetî xoyda ser biřra (1747 m).

le dewrî ḧikûmetî qacarîşda fetḧi’elî şah çuwe seryan, bełam hîçî bo nekira û be na’îlacî legełyanda řêk kewt.

le 1832 m.da ’ebas mîrza be ordûyekewe çuwe ser qûçan û zewtî kird. quwetî topçî le jêr îdarey zabtanî îngilîzda bû. ’ebas mîrza, «îlxan»y ew weqtey ke řeza qulî xan bû, birde tehran û lewêwe nêrraye tewrêz û le naw çû. le cêgey řeza qulî xan, sam xanî kuřî kira be îlxan.

le weqtî syaḧetî kiřozonda (1886 m), îlxan, emîrul‌umera şuca’eddewle emîr ḧisên xan bû. beynêk legeł ḧikûmetî êran têkçû û ’ezil kira. bełam le paşda řêk kewtewe. emîrêkî bequwet û saḧêb nifûz buwe.

îmaretî qûçan dewłemend û behêz bû, bełam îmaretî bocnûrd feqîrtir û kem‌hêz bû û be’zê ’eşayrî turkimanîşî le jêr îdareda bû. ’înwanî emîrekan, îlxan buwe. înisqilopêdyay berîtanîk lew tarîxeda nifûsî kurdî em dû îmaretey be 250 hezar kes qeyd kirduwe.