îmaretî çinginî

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 2 Xulek  1264 Dîtin

şerefname ełê em ’eşîretî çinginîye le naw ’eşîretî kurdî êranda nawbangêkî gewrey buwe, bełam çunke ře’îsêkî bekaryan nebû, be naw ’êraq û azerbaycanda biław bûbuwewe û legeł xirape û cerdeyî xerîk bû. xełkî ew wiłate le lay şah tehmasb şikatyan kird û bo lenawbirdinyan be hemû layekda emrî şahî dira û le ser eme pêncised małêkî çû bo xorasan.

lew beyneda ḧakmî herat, qezaq xan bû. em ḧakme ḧezî le şah tehmasb ne’ekird û wîstî lem ’eşîrete mezłûme îstîfade bika. bem fîkire le karcistan (beynî herat û kabul kewtuwe)da daymezrandin.

şah tehmasb ke way zanî, mu’ameley derḧeq bem ’eşîrete gořî û řûy danê û budaq beg naw begzadeyekî çinginî kird be emîryan û be hîmmetî em emîrewe ’eşîreteke hênrayewe xorasan û lewê cêgîr kira. budaq beg le şeřî ’ebdulmu’mîn xanî ozbekda be xoy û ’eşîretekeyewe zor xidmetî kird û le ser eme, şah ’ebas mensebî îmaretî be xoy û pênc kuřî da û budaq begîşî kird be emîrul‌umera. be gwêrey şerefname, em emîre mu’asrî şerefxan û yekê le serdaranî here maqûłî şah ’ebas buwe.

ḧeyf ke derḧeq eḧwałî dwayî em îmarete me’lûmatêk çing nekewtuwe.