îmaretî dereteng

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 1 Xulek  932 Dîtin

le daxłî wiłatî ḧelwanda damezrabû û merkezî, qełay dereteng bû. ewweł emîrî me’lûmî em xanedane, zorab (sohrab) bege, ke be azayî û desbiławî şoretî senduwe û le zemanî xoyda îmaretî deretengî gewre kirduwe. ’umer begî kuřî, le dway bawkî, bote emîr û tabî’î sułtan silêmanî qanûnî buwe. le dway em emîre, qubad begî kuřî, hatote cêgey; emîrêkî zor bezebruzeng buwe û ḧidûdî îmaretekey ta dînewer û ḧidûdî beẍda birduwe û mu’asîrî saḧêbî şerefname bû.