îmaretî mukirî

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 3 Xulek  1108 Dîtin

şerefname seyfeddîn naw emîrêkî somay be mu’esîsî em xanedane da’enê. em zate le dewrî ḧikûmetî turkimanda (’esrî nohemî hîcrî), ewwełen naḧyey diryasî le ’eşîretêkî turkiman zewt kirduwe. le axrîda «doł barîk», «extaçî», «êlteymûr» û sułdûzîşî xistote serî û berebere îmaretêkî bequwetî řêk xistuwe û be ’înwanî xoyewe îmareteke û ’eşayrekanîşî naw na «mukirî» û muddetêkî zor, bê şeř û hera ḧikûmetî kird.

le dway emîr seyfeddîn mukirî, sarim begî kuřî buwe be emîr û îstîlay kurdistan le teřef şah îsma’îlewe tesadufî em weqtey kirduwe. şah leşkirêkî nardote ser sarim beg, bełam leşkirekey şikawe. le dwayîda leşkirêkî quristirî kirdote serî (912 h) û em careş sarim beg leşkirî qizłibaşî zor xirap şikanduwe, bełam le paş beynêk bo xoparastin le şeřî sefewî, legeł baqî umeray kurd, ḧîmayey ’usmanî qebûł kird û le estamoł sułtanî zyaret kird.

le dway sarim beg, ḧikûmetî mukirî kewte des amozakanî, ke şêx ḧeyder û mîr nezer û mîr xizir bûn. em sê biraye wazyan le ḧikûmetî ’usmanî hêna û bûne teřefdarî sefewî (948 h). le ser eme, sułtan silêman, emîrî ’îmadîye, sułtan ḧisên û emîrî ḧekarî, zeyneł beg û ’eşayrî biradostî kirde seryan û le dway şeřêkî qurs, her sê emîrî mukirî le naw çûn. le dway em şeře, îmaretî mukirî le teřef sułtan silêmanewe dirawe be mîre begî ḧakî ’umer begî kuřî sarim beg û nizîk sî sał îmaretekey be desewe bû. le dway em emîre bege, îmaret kewtote des emîre beg şêx ḧeyder û mukirî dîsanewe çote jêr ḧîmayey sefewî. le zemanî şah miḧemed xudabendeda legeł umeray luřistan û erdełanda dîsanewe buwe tebe’ey ’usmanî. emîre beg, le wez’îyet îstîfadey kird û mułkî ecday legeł şarezûr û lîway musłî le sułtan piçřî. sułtan murad hewlêr û meraẍeşî da be kuřekanî emîre beg.

zorî pêneçû be sebebî xidmet û azayetîyewe řutbey mîrî mîranîşî diraye. emîre paşa muddetêkî zor ḧukmî kird, le paşda legeł ce’fer paşay beglerbegî tewrêz têkçû û be’zê le mułkekanî le des sênrayewe û legeł emeşda muddetêkî tir em îmarete dewamî kird û le dewrî şah ’ebasî ewwełda dû def’e (le zemanî qubad beg û şêr begda) tûşî qetił û ’am bû. derḧeq be tefsîlatî lenawçûnî, me’lûmat nîye.