îmaretî meḧmûdî

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 2 Xulek  1021 Dîtin

derḧeq be esłî emîranî meḧmûdîş zor řîwayet heye. bełam duqtor firîç ełê mu’esîsî em ḧikûmete behlûl begî silêmanîye û le netewey axîr xelîfey emewî, merwane.

bełam şerefname ełê mu’esîsî em xanedane, şêx meḧmûd naw zatêke, ke be řîwayetêk le şamewe û be řîwayetêkî tir le cezîrey îbnî ’umerewe legeł ’eşîretekey hatote lay ḧukmidarî qereqoyonlû, qere yosif û le teřef em ḧukmidarewe qełay «eşut» dirawe be ’eşîretekey û xoşî kirduwe be me’îyetî xasî xoy. le dway beynêk ke cur’et û merdayetîy şêx meḧmûd le şeřda bînrawe, kirawe be emîrî eşut û xoşab û ’eşîretekeş be nawî em emîrewe, «meḧmûdî»y naw nirawe.

mîr ḧesenî kuřî şêx meḧmûd îmaretekey gewre kirduwe. ’îzzeddîn şîrî ḧekarîy şikanduwe û naḧyey «tînu»y lê zewt kirduwe. le dwayîda emîrî bitlîs yarîyey ’îzzeddîn şîrî dawe û le şeřî «çomî mîr eḧmed»da mîr ḧesen kujrawe. le paşda em îmarete buwe be dû qoł: meḧmûdî [û] aqceqel’e û le ewaxîrî ’esrî dehemî hîcrîda qołêkî tirîşî lê botewe. xulase ta ewasîtî dewrî ’usmanî dewamî kirduwe. ewlya çelebî basî quwet û gewreyî em îmarete eka û ełê: em ḧikûmete lay řojhełatî wan kewtibû û nizîk sed ’êlêkî hebû, leşkirî daymî, şeş hezar swarêk bû.