ewsafî biłîndî û exlaq û tebyatî başî

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 9 Xulek  767 Dîtin

le xulasey tarîxî em qehremanî îslame, baş têgeyştîn, ke lew řojewey ke buwe wezîrî xelîfe ’azd, ta wefatî, çend se’î kird bo ẍeza û çend xizmetî gewrey bo ’alemî şerq kird, çon ẍelebey be ser fereng û umeray îslamda kird û çon twanî dû memleketî wekû sûrye û mîsir ke be sebebî îxtîlafatî mezhebî û teme’î şexsîyewe zor le yek cwê bûn, le jêr ḧukmî xoyda damezrênê û le kurdistanewe ta tûns û yemen û ’eden, zor qewmî cwê‌cwêy le jêr nifûzî xoyda ko katewe û birayetîyan le beyna bênête wicûd.

le beynî em qewmaneda kes nebû ke be dił, sułtanî xoş newê û îta’etî neka û le weqtî tenganeda řoḧî xoy bo fîda neka û emeş delîlî muḧîbetî û ḧurmetî ’umûmîy bû û boye xoşyan ewîst çunke mu’în û nesîryan bû, bo dujminyan qehhar bû, bo nefsî xoy û bo małî dinya hewłî ne’eda, hemû se’î û teqelay, bo mesłeḧetî îslam bû.

sułtan selaḧeddîn tenya be ’eqłî xoy, îşî ne’ekird û dayme le řa û fikirî řu’esa û ’aqłan îstîfadey ekird. em ḧałeş be gwêrey ḧukmî dînî îslam û sunnetî pêẍember bû. qet ḧezî le îstîbdad û mustebîd ne’ekird. zor car le ser fîkir û qerarî hey’etî îstîşare řay xoy terk ekird (wekû le beramberî sûr û ’ekkada dîman).

le sen’etî celbî qilûbda zor şareza bû. hemû kes xoşî ewîst, le ber eme, wefatî buwe sebebî şîwen bo hemû xizim û umera û etba’ û ře’yetî. hemû kesêk zatî mubarekî sułtanî, be bawkêkî diłsoz û beřeḧim, be padşayekî ’adił, be ḧukmidarêkî tund û kuşnide bo dujmin, be teřefdarî řast û be dujmin załim û penay pyawçak, be ẍazîyekî metîn û xadîmêkî dîn û tewḧîdî îslam ezanî. le xizmetkirdinî bo îslam ne nexoşî û ne mał û mindałî, man’î ne’ebû.

le weqtêkda ke melîk zahîrî kuřî me’mûr kird, em nesîḧete başey daye: tewsyey teqwat ekem, ke mebde’î hemû xêrêke, ewî xwa emrî pê kirduwe, minîş emirit pê ekem, çunke sebebî řizgarîte, xot biparêze le xwên‌řiştin, çunke xwên nanwê, diłî ře’yet řagre û temaşay eḧwałî bike, çunke to emînî min û emînî xway be seryanewe. diłî umera û erkanî ḧikûmet řagre, çunke mweffeqyetî min le sayey mudaray xełkeweye. ḧesûdî be kes mebe, çunke ecel mołetî kes nada, le mu’amele legeł xełka zor dîqqet bike, çunke eger ewanit lê řeza nebê, xwa ’efût naka, bełam ewey le beynî to û xwata waqî’ bê, be tobekirdinê lêt ebûrê, çunke gewre û lêbûre.

sułtan selaḧeddîn beramber be ře’yetî, qet kîbir û da’yey sułtanî nebû, hemû kes bebê zeḧmet eytiwanî biçête lay, ne qapyewan ne wezîr men’î ne’ekird. saḧêb şikat bebê tirs û xof, eçuwe lay û şikatî ekird. le hemû layekewe şikatker ehate lay û qet seẍłet ne’ebû. xełk boye eçûne lay, çunke şarezay řeḧmî û ḧeqsendinî bûn. lay sułtan, gewre û biçûk le meqamî ḧeqda yek bû. diłêkî nazkî hebû û zor mute’esîr ebû ke dengî feqîr û hejarî ebîst, merḧemetî ehate coş û çawî piř ebû le firmêsk û xełat û parey edanê. însanyet û xêrî zorî, le la xoş bû. qet ney’ehêşt le xadim û koyle bidrê, welḧał lew zemaneda ḧałî em new’ane zor xirap bû. ke çawî be hetîwê bikewtaye, merḧemetî ehate coş û eger kesî nebwaye, cêgey bo edozîyewe û eger kesêkî bibwaye, pare û manganey edaye ta terbyey biken.

řeḧmetî xway lê bêt, le ciluberga, le xisûs xwardin û meskenda, nimûneyekî qena’et û fezîlet bû. def’eyek xanûyekî başî bo xoy dirust kird, ke tewaw bû, hate seyrî û qederê temaşay kird û gutî: lem xanuweda ta nîhayet namênîn û em xanuwe layeqî kesêk nîye ke ecelî le şwênî bigeřê û ême le dinyada wezîfeman tenya xizmetî xwaye.

mał û mułkî zor, qet meẍrûrî ne’ekird û eygut: mał û xoł lam yeke. le ber ewe, her kes daway lê bikirdaye, be me’yûsî ney’egêřayewe û da’îme le tełeb zyatrî eda. le ber zorîy kerem û desbiławî, me’îyetî zor car mewcûdî parey xezêneyan lê eşardewe, ta be sebebî keremî zorî, bo weqtî tengane bê pare nemênêtewe. mîsalêkî zor gewre [bo] kerem û desbiławîy, eme bû ke le weqtî wefatîda ne pare û ne mułk û ne xanûy le paş becê ma.

emîr miḧemed ’elî le «riḧilة alşamîة»da ełê: merḧûm le ẍayet beder kerîm û sexî bû û ełên le dway wefatî, tenya çil û ḧewt dirhemî le paş becê ma ke mîratî swałkerêkîş mumkîne leme gelê zortir bê.

le sałî 1316 h (1898 m) ke împiratorî ałmanya şamî zyaret kird, nutqêkî da û gutî: zorim pê xoşe ke le şarêkdam ke le weqtî xoyda zatêkî way tya jyawe ke here gewrey pyawî ’esrî xoy bû û le şeca’et û azayîda bê‌emsal bû, şoret û şehametî be dinyada biław bûbuwewe û ew zateş qehreman selaḧeddîn eyûbîye. le dway eme bo te’zîm û tezkar, îklîlêkî le ser merqedî mubarekî dana.

muḧeřîrî «ḧyaة silaḧ aldîn alaywibî» ełê le şeřêkî ehlî selîbda bebê emey ke le tîrebaranî leşkirî selîb perwa bika, hełîkutaye pêşewe û bangî kirdin: le cêgey xotan bwêstin, diłî em şêre le diłî şêrî êwe bequwettire.

le weqtêkda ke hîlakîy be dewamî ẍeza, bê‌taqetî kirdibû û le ber şîddetî nexoşî, le ser wiłaxekey zor nařaḧet bûbû, pêyan gut dabeze û tozê biḧesêrewe, bełam lêy qebûł nekirdin û gutî: min ke lew wiłaẍe dabezîm, ewsaye be nexoşîyekem ezanim.

xulase em sułtane bê‌emsale be sayey exlaq û ewsafî biłnidyewe bibû be nimûney şerefî îslam û tîmsalî gewreyetîy şerq. meclîs piř bû le ’ulema û ’uqela, ber qapî piř bû le feqîr û hejar û muḧtacîn û legeł em hemû gewreyyeşda be dereceyekî wa mutewazî’ bû ke gutûyane: tewazu’ û teqway beřastî muḧeyîrul‌’uqul bû.

zor car le şeřda bo ẍelebe sendin û řizgarîy memleket, xoy tûşî tehluke ekird. welḧał le naw emsalîda nadir heye ke ewende celadet û fîdakarî nwandibê. bêcge lemeş bo řêkxistinî îş û karî memleket, zor xerîk bû û le sayey emeweye ke memleketî eyûbî le zemanîda û le hemû şitêkda tereqîy kird.

be ser ře’yetewe wekû bawkêkî diłsoz wa bû, da’îme bo xêr û se’adetyan nesîḧetî ekirdin.

lem xisûsatewe şahîdî here bequwet dujminekanyetî, waqî’en îstanlî ełê: ’alem le ewsaf û exlaqî em sułtane, ewende tênegeyştibû, welḧał hîç şubhe nîye ke nefsêkî şerîf û biłînd û qehremanêkî aza bû, zor ḧesas û beřeḧim bû, diłêkî saf û pakî bo ḧeyatî zahîdaney bû, bo dînî zor beẍîret bû, bem ewsafeyewe beřastî layq bû ke bibête nimûneyekî qehremanî û merdayetîy bo îslam.

kitêbî tarîxî mu’erîxînîş ełê: le xisûsî selaḧeddînewe ewey ke mesîḧîyekanî tûşî dehşet û ḧîret kirdibû, muruwet û ’ulûy cenabî, sexa û keremî, řeḧim û ḧîlmî, lêburdin û ’efûkirdinî û baxsûs řî’ayetî ’ehd û peymanî bû, beřastî zor mewcîbî ḧîrete ke em hemû ewsafe biłînde, ke diłî ewrûpayyekanî piř le teqdîr û tebcîl kirdibû, hemû emane wesfî zatêkî waye ke ẍelebey be seryana kirduwe û le asyay derpeřandûn.

ḧurmetî me’îyetî xoy egirt û legełyan zor baş bû û eger qebaḧetêk le yekêkyan biqewmaye, qet ney’edaye řûy. qisey kem ekird û me’îyetîşî bem terḧe fêr kirdibû. meclîsî zor pak bû, kes ney’ewêra le ’eleyhî dirawsê weya kesêk ẍeybetî le la bika. mał û mindałî xoy xoş ewîst. zor car legeł mindałekanya yarî ekird. zor dîndar bû û mindałekanîşî bew terḧe pêgeyandibû. ’edałetî zor le la xoşewîst bû, her kes xîlafî ḧereketî bikirdaye, be şîddet cezay ekird. ḧeftey dû def’e be nefsî xoy, bo bîstinî şikatî mezlûmîn da’enîşt. dergay bo gewre û biçûk û bo feqîr û dewłemend kirabuwewe. em ’adetey le weqtî seferîşda ne’egořî.

îstîfan sen ełê: «selaḧeddîn le îcra’atîda mweffeq, le îşîda şareza, le teqdîr û lêkdanewey quwetî dujminda wirya bû. ke qerarî bo kirdinî îşêk bidaye, le kirdinîda hîç teředudî ne’ekird. le îşda qet hîlakî û bêzarî ne’ezanî, beramber zeḧmet û hîlakî zor sebûr bû. emnyetêkî xarîqel’adey be nefsî xoy bû. ew hemû ewsaf û mezaya biłindey tya zahîr bû. nezerî le îşda zor sadiq û ḧukmîşî derḧeqî zor ’adił bû.»

sułtan selaḧeddîn le ciłdî duwemî tercemey «misur tarîx aslam»da le teřef seyîd emîr ’elîyewe bem terḧe wesif kirawe: «silaḧ aldîn cihank buyuk û ak qihirman ḧikmidar dirindin birî aydî».

eḧmed zekî paşa le muceledî «řemsîs»da be munasebetî kasekey selaḧeddîn ełê: «qewmî qîbtî em padşa gewreyeyan zor xoş ewîst, çunke ḧîmaye û řî’ayetî kirdin, le dewrî sełtenetîda se’adet û řefahyan çaw pêkewt, delîlî here gewrey em muḧîbeteş emeye ke řesmî sułtan selaḧeddînyan le tenîşt kasey muqedesewe danawe».

le wesyetnamekeyda fermûyetî: «bo emey ke řojî ḧeşir şahîdî ẍezam bê, şîrekeşim legeł binêjin». (hamer, ciłdî 4, li 207 û 209).