le dway wefatî sułtan nûredîn

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 9 Xulek  792 Dîtin

melîk sałḧ îsma’îl ke hêşta mindałêkî yanze sałe bû, hate cêgey sułtan nûredînî bawkî û be sebebî bê‌îdareyî, umeray bawkî ẍelebeyan lê send, seyfedînî amozay ke ḧakmî mûsił bû, wiłatanî cezîrey sułtan nûredînî dagîr kird û umerakanî tirîş her yeke û le cêgey xoyda kewte heway serbexoyî. melîk nasir ke em ḧałey bîstewe, kaẍezêkî bo wezîrî melîk sałḧ ke şemseddîn miḧemedî kuřî ’ebdulmelîk kuřî muqeddem bû, nûsî û lomey kirdin û gutî eger êwe baş xizmetî melîk sałḧ neken û mułkekey muḧafeze neken, xoy bîlzat dê û muḧafezey ḧiqûqî eka. umeray melîk sałḧ gwêyan nedaye em nesîḧete.ḧakmî ḧełeb, şemseddîn îbnî daye, se’deddîn kimiştekînî narde lay melîk sałḧ û bangî kirde ḧełeb, bo xatrî emey melîk nasir desî neygatê. xełkî şam ewwełen neyanhêşt melîk biçê bo ḧełeb, bełam def’ey duwem kimiştekîn hat û tefrey da û birdye ḧełeb û lewê şemseddînî girt û legeł xizim û kuřekanya ḧepsî kird. le dway ewe kişmitekîn bo qaymkirdnî cêgey xoy legeł ḧikûmetî ferengîy qudsida le ḧeqî melîk nasir îtîfaqî kird. le ser em eḧwałe melîk nasir kaẍezêkî bo xelîfey ’ebasî, elmustezî’ bîllah, nûsî û şikayetî lem şořş û paşagerdanîyey memleketî melîk sałḧ kird.

waqî’en lew beyneda wez’îyetî syasîye bo melîk nasir zor musa’îd bû, memleketî felestîn û sûrye be des dû mindałî bêkarewe bû, emaneş «baldiwîn çwaremî belek»y kuřî melîk amûrî û melîk sałḧ îsma’îl bûn. lazim bû îstîfade lem firsete bika û em memleketane bênête jêr destî xoy, legeł emeşda melîk nasir hełeşeyî nekird, çunke ney’ewîst xełkî şam le xoy ’aciz bika. le ber eme, dayme kaẍezî bo melîk sałḧ enûsî û ḧurmet û îta’etî xoy ’erz ekird û sikey be nawî ewewe lê’eda û xutbey be nawî ewewe exwêndewe.

ke melîk sałḧ çû bo ḧełeb, kimiştekîn bû be amîrî serbexo, îbnî muqeddem û umeray teřefdarî, kewtine tirsewe û kaẍezyan bo seyfeddînî ḧakmî mûsił nûsî ke bêt û yarîyeyan bida. welḧał seyfeddîn biřway pê nekirdin û le dway teředudêkî zor, bîli’kes legeł melîk sałḧ řêk kewt. umeray dîmeşq ke emeyan çaw pêkewt, înca řicanameyan bo melîk nasir nûsî ta byangatê û lem tehluke necatyan bida.

melîk nasir demêk bû de’wetêkî way le xwa ewîst, destibecê hełsa û be leşkirewe deştî «tye»y biřî û le xakî qudis bebê xof têpeřî û geyşte xakî sûrye. le pêş ḧereketîda zaten bo xelîfey beẍday nûsîbû ke zor pêwîste sûryeşî be destewe bê, ta bitwanê legeł ḧikûmetî ferengida xerîk bê û mudafe’ey îslamîyet bika û zaten ḧikûmetî bêkarey melîk sałḧ em xidmeteyan pê nakirê û neyankirduwe, bełkû legeł dujminî dînda îtîfaqyan kirduwe.

melîk nasir bem teřḧe musa’edey le xelîfe wergirt û le lay hemû kes be mudafî’î îslam nasra. le ber ewe, nek emey ke tûşî muqawemetêk bê, bełkû le hemû layekewe îmdad û mu’awenetî bo hat.

xulase melîk nasir geyşte «besrî» û ḧakmekey çû be pîryewe û îta’etî kird, lem şarewe řastew řast řûy kirde şam û le ewaxîrî řebî’ul ewełî 570 h.da geyşte ewê û daxłî şar bû û çuwe małî bawkî û le dway îstiraḧet lewê qełakey teslîm kira [ke] xezêne û małêkî zorî tya bû, hemûy be ser xełkî şamda dabeş kird û hemû kesêk le qudûmî memnûn û mesrûr bû.

melîk nasir be fîkirêkî dahîyane, dayme le muxabere û mu’ameleyda xoy wa enwand ke tenya bo mu’awenet û xizmetî kuřî welî‌nî’metî, ke melîk sałḧe, hatuwe û le ber em ḧałe, hemû kes zyatir xoşî wîst û umera û eşrafî şam be dił û be gyan, tabî’î emir û nehîy bûn.

melîk nasir le dway řêkxistinî îş û karî şam, seyfel‌îslam teftekînî biray be seryewe dana û řûy kirde ḧums. şarekey girt û mîqdarê quwetîşî bo muḧaserey qełakey becê hêşt û řûy kird ḧemma. ḧakmî em şare, emîr ’îzedîn curdîk bû ke le seferî sêhemî mîsirda legeł emîr selaḧedîn bû, bełam le dway wezaretî, newîwîst le me’îyetîda bê û geřabuwewe şam. em emîre ewwełen neywîst îta’etî bika; bełam le dwayîda melîk nasrî emîn kirdewe û şarekey teslîm kird, tenya qełake be des birakeyewe ma û le teřef melîkewe be murexes bo ḧełeb nêrra ta lewê usera berden û meydan be řijanî xwên le beynî îslamda neden. bełam emîr ’îzedîn ke geyşte ḧełeb, kimiştekîn girtî û ḧepsî kird. biray emîr ’îzedîn ke em xeberey bîst, qełay ḧemmaşî teslîmî melîk nasir kird. le dway eme, melîk řoyî bo ḧełeb û le sêyem řojî cemadî‌axrî 570 h.da şarekey muḧasere kird û î’lanîşî kird ke be dujminayetî nehatuwe, bełkû bo xelaskirdinî padşa le des kimiştekîn û be’zê umeray ’asî hatote em wiłate.

kimiştekîn ke çawî bew ḧałe kewt, wîstî be wasîtey fîda’î îsma’îlî, melîk nasir le naw berê û sa’îy mexsûsî narde lay murşîdî îsma’îlî, şêx elcebel řaşdi’eldîn senan û le teřef em şêxewe çend fîda’îyek nêrra, bełam melîk nasir pêy zanî û hemûy kuştin.

le dway eme, be tezîyqî kimiştekîn, melîk sałḧ xełkî le ’eleyhî melîk nasir teşwîq kird bo şeř û waqî’en qełay ḧełebyan be şîddet mudafe’e kird.

kimiştekîn le layekî tirîşewe řyamundî ḧakmî teřablusî ke le zemanî sułtan nûredînewe ḧepis bû bereła kird ta beramber be melîk nasir yarîyeyan bida. em qumandaney ferenge le dway berbûnî, bû be wesîy melîk baldiwînî qudis û tełebî mu’awenetî kimiştekînî be firset zanî, ta ḧeq le îslam bisênêtewe û be leşkirêkewe řûy kirde ḧums. melîk nasir ke way zanî, wazî le muḧaserey ḧełeb hêna û řûy kirde leşkirî qudis, bełam řyamund neywêra řawestê û geřayewe. melîk nasrîş be’lebekî zewt kird û çuwe şam.

melîk sałḧ tełebî îmdadî le seyfeddîn ḧakmî mûsił kird û em ḧakme destibecê be xoy û leşkiryewe hat û legeł leşkirî ḧełeb yekdigîr bû û herdû la řûyan kirde melîk nasir, bełam melîk çunke ḧezî ne’ekird ke fesad le beynî îslamda bê û fereng îstîfade bika, teklîfî řêkkewtinî lê kirdin û xeberî bo nardin ke be ẍeyrî şam, ew wiłataney ke zewtî kirduwe, hemûyan bo řed ekatewe û tenya be wekaletî melîk sałḧ, şam bo xoy ehêłêtewe û egeřêtewe mîsir, bełam seyfeddîn û melîk sałḧ qebûłyan nekird. le dway eme melîk nasir řûy tê kirdin û le nizîk ḧemma le 19y řemezanî 570da şeřêkî qurs qewma û melîk nasir ẍelebey be ser dujminda kird û zor xirap şikandinî û ta ḧełeb řawî nan [û] lew şareda muḧaserey kirdin. seyfeddîn xoy derbaz kird û çuwewe mûsił, bełam leşkirî melîk wazyan lê nehêna û řûyan kirde mûsił, naçar seyfedîn leşkirêkî şeş hezar kesî be pîrewe nard û le «tel elsułtan»da tûşî leşkirî melîk bûn û emcareş leşkirî mûsił perêşan bû û zoryan lê be dîl gîra û tałanêkî zor des leşkirî mîsir kewt. beqîyey leşkirî mûsił řayankirde ḧełeb. melîk nasir le dway em zefere, le řêge qełay «bizaẍe» û «menbec» û «iẍzar»y zewt kird û desî kird be tezîyq kirdinî qełay ḧełeb.

le weqtêkda ke melîk nasir legeł muḧaserey qełay iẍzar (nizîk ḧełeb) xerîk bû, řojêk fîda’îyek le piřêka hicûmî kirde serî û şîrêkî le serî da, bełam le ber kiław û zirê, kem te’sîrî kird û destewda’îrey melîk be firyada geyştin û kabrayan kuşt û zorî pê neçû yek le dway yek, çend fîda’îyekî tir hełyankutaye ser melîk, bełam hemûyan le naw biran.

em qatîlane le teřef kimiştekînî xa’înewe nêrrabûn. melîk nasir le dway em ḧadîseye qełay ḧełebî zyatir tezîyq kird û nîhayet xełkî şareke neyantiwanî beramber be şîddetî melîk řawestin û be be’zê şirût sułḧyan wîst.

lew beyneda kiçêkî sułtan nûredîn û xuşkî melîk sałḧ, bo şefa’et hate lay melîk nasir û melîk zor qedir û ḧurmetî girt û le ber xatrî ew, kesî azar neda; esîrekanî ḧełebî bereła kird û birîndarekanî tedawî kird.

nîhayet melîk sałḧ, le ser meylî xełkeke be sułḧ řazî bû û wazî lew wiłatane hêna ke destî melîk nasir kewtibû, bem terḧe, ẍeyrî ḧełeb û etřafî, hîç cêgeyek bo melîk sałḧ nemayewe û hemû kewte jêr ḧukmî melîk nasrewe.

le dway em sułḧe, melîk le şewwalî ew sałeda geřayewe şam û lewê xełatî xelîfey ’ebasî geyştê û be nawî xelîfewe, bû be saḧêbî mîsir û şam û ’înwanî «sułtan»yişî diraye û le î’tîbarî ew řojewe nawî melîk sałḧ le sike û xutbe hełgîra û sike be nawî «melîk nasir yosif îbnî eyûb»ewe lêdra. le dway eme lew sefereda herçî tałanêk des kewtibû, hemûy be ser leşkirda dabeş kird.