le kwêwe bo kwê 4

Li pirtûka:
Tarîk û Řûn
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 21 Xulek  2865 Dîtin

herçend lew sałaneda ḧîzbî dîmukiratî kurdistan lejêr te’sîrî ḧîzbî tudey êranda bû û ewende berew xebatî çînayetî deřoyşit ke le xebatî netewayetîda kemterxemî denwand û ewende bo řûxandinî koneperistî û damezrandinî dîmukiratî le êranda tê dekoşa ke estandinî mafe řewakanî gelî kurdî le piley duwem dadena, bełam dîsan be piştîwanî çîn û twêje çewsawekanî gelî kurd pişt estûr bû.

min herçend bepêy twanay xom lew xebateda beşdar bûm. bełam leber nebûnî çapemenî kurdî nemtiwanî hunerekem wek pêwîste le řêgay xizmetî gelekemda lekar bênim. lewkateda ke řojnamekanî farsî be nehênî biław debûnewe û polîs neydetwanî byan dozêtewe, bêguman deşkira çapemenî kurdî biław bêtewe. bełam beřêweberanî ew serdemî ḧîzb leber bê ezmûnî eweyan belawe girîng nebû.

ewdemîş biřwam wabû û êstaş her leser ew biřwayem ke debê zeḧmetkêşanî kurd be zimanî xoyan bidwênîn û debê řûnakbîranî kurd be zimanî sakartirîn însanî kurd mesaylî syasî û komełayetî binûsin û komełanî gelekeyan řênwênî biken. beřastî hem lebarî xizmetkirdin be ziman û edebî kurdî û hem le barî řûnak kirdinewey bîruřay syasî çîne çewsawekanî kurdistan helêkî gewreman ledest da.

ḧîzb û řêkxirawe syasîyekanî êran betaybetî ḧîzbî tudey êran û cebhey mîllî û pyawe azadîxwaze serbexoyekan xebatêkî řêkupêkyan dest pêkirdibû. řojnamekan ḧeqayqyan řûn dekirdewe û tawanekanî řêjîm û gendeł fêłî împiryalîzimyan aşkira dekird. koneperistî le mêjîney êran řoj be řoj paşekşey dekird û sengerekanî lê destêndiran. dewłetekanî destikirdî împiryalîzim û nwênerî koneperistî xoyan nedegirt û yek be dûy yekda deřûxan. řezim ara efserî behêz û bedestełatî erteşî êran wek axrîn tîrî terkeşî koneperistî hate ser kar. bełam bêguman eger neşkujraba neydetwanî berî lafawî be tewjimî xebatî azadîxwazan bigrê û qazancî şîrketî newt biparêzê û destełatî derbarî koneperist û ser be împiryalîzim bênêtewe ser deqî caran û ewîş her têda deçû û mêjûş řêgay xoy her debřî.

xebatî şêlgîr û bê wiçanî gelanî êran nîştimanperwerî benawbang duktur musedîqî hêna ser kar. ew pyawe becerg û nebeze xebatî gelanî êranî jîrane řaberî kird û tund begij împiryalîzmida çû. sengerekanî yek yek pê betał kird ta be carêkî piştî şikand û newtî êranî mîllî kird û destełatî şûmî şîrketî newtî îngilîsî lenaw bird ke lemêjsał bû wek dewłetêkî giçke û behêz lenaw dewłetî bê hêzî êranda řegî dakutabû.

be biřway şexsî min ew pyawe mezne hełeyekî mêjûyî kird, ewîş ewe bû ewendey begij dujminî dereweda çû begij dujminî nawxoda neçû. ew kesey le řojî 30y pûşpeřî 1331da ew fîdakarî û gyanbazî û piştîwanîyey le gelanî êran dîbû nedebû beser koneperistîyewe biçê û debû řeguřîşey derbihênê. koneperistî le hemû şwênêkî cîhanda bo parastinî destełatî xoy dest le hîç tawanêk nagêřêtewe. boye debê azadîxwazanîş le derfetî ewtoda destî lê neparêzin. deytiwanî her le řojekanî paş 30 pûşpeřî 1331da şwênewarî koneperistî le êranda nehêłê û ewendey bê hêz bika ke netwanê řast bêtewe û serlenwê wek dardestî împiryalîzim bêtewe ser kar.

bedrêjayî ḧikûmetî duktur musedîq koneperistî le êranda berew kem hêzî deçû û le hêndêk cêgada tewaw bê destełat bibû. bełam bedaxewe le kurdistanda herçend hêz û guřî caranî nebû hêşta betewawî lê nekewtibû.

erteş be piştîwanî derebegekanî xowłatî zorcar berengarî xebatî gelî kurd debû û zebrî lê deweşand.

cûtyarekanî kurdistanî êran le sałî 1331-1952da le dijî zułim û zor û çewsandinewey derebegekan řapeřîn û bo yekem car le mêjûy kurdistanî êranda natebayî çînayetî geyşte řadey teqînewe û çînî çewsawey wiłatekeman bo maweyekî kurt le beşêkî kurdistanda twanî beser çînî destełatdarda zał bê.

cûtyarekan her behêzî xoyan twanyan le berî feyzułłabegyan û çomî bokan û çomî mecîdxan û şamat û beşêkî miḧał bê xwên řêjî û azardan û xirape legeł kirdin aẍakan le gundan derbiken û bexawwixêzanewe le şarî bokanyan pestêwin û lewêşda gemaroyan biden û be pele xerîkî çekdarbûn bin.

bêguman eger lew serdemeda řaberayetî ḧîzbî dîmukiratî kurdistan diroşmî xebatî çekdaraney hełbigritbaye û ezmûnî şořişgêřaney hebaye û ciłewî ew řapeřîney bedestewe girtibaye û çîn û twêjekanî dîkey bo yarmetî û piştîwanî cûtyaran han dabaye, ew řapeřîne zor zû debû be nawendî şořş. şořşêkî řesen û berîn, şořşêkî seranserî kurdistan û lewanebû zor zû bitwanê mafe řewakanî gelî kurd le çwarçêwey êranêkî dîmukiratda biçespênê û cûtyaranî kurdistan řizgar bika. daxî giranim ew hele lebare û ew derfete başe kełkî lê wernegîra. bê ezmûnî xoman pitir le hemû hoyek şořşî kurdistanî êranî wedwaxist. çîn û twêjekanî dîkey kurdistan yarmetî řapeřînî cûtyaranî kurdistanyan neda û destyan leser dest dana.

sertîp muzeferî fermandey tîpî mehabad be supa û leşkir û tank û topewe be hawarî derebegekanewe çû û řapeřînî cûtyaran û werzêranî zor bê řeḧmane û be tundî serkut kird.

derebegekanî feyzułłabegî û dêbukirî be piştîwanî erteş û yarmetî qułe’aẍakanî miḧał û şarwêran le werzêran wexokewtin. lêyan dan, deryan kirdin, tałanyan kirdin û kuştyanin û laşey deyan werzêrî şořişgêř û têkoşeryan be çomî bokan dada.

ḧikûmetî nîştimanî musedîq neytiwanî pêşî ew tawan û cînayete aşkiraye bigrê. ḧîzbî tudey êran bew hemû hêzey ke ew serdemî heybû neytiwanî ew řapeřîne biparêzê û biçûktirîn yarmetî pê bigeyenê.

carêkî tir be çawî xom têşkanî řesentirîn řapeřînî gelekem dî. eger gutim řesentirîn řapeřîn pêm waye be hełe neçûm, çunke ew řapeřîne lenaw zeḧmetkêştirîn çînekanî xełkî kurdewarî û lexowe hełqułîbû. yek dû kes nebê nwênerî hîç çîn û twêjêkî kurdistan tenanet wirde borjiwazîşyan legeł nebû. řaste beşî zorî ew werzêrane endamî bewefay ḧîzbî dîmukiratî kurdistan û dostî be’îmanî ḧîzbî tudey êran bûn. bełam bedaxewe řaberayetî ḧîzbî dîmukiratî kurdistan direng cûlayewe û neytiwanî ew řapeřîne řesene beçakî beřêweberê. bêguman eger ew řapeřîne baş řaberî kiraba lew kateda ke koneperistî lewpeřî bê hêzîda bû zor zû deytiwanî hemû kurdistan bitenêtewe û bibête seretay şořşêk ke pêm waye dirêjxayen nedebû.

le sałî 1332da xebatî gelanî êran beřaberayetî musedîq serincî dinyay bo lay xoy řakêşa û musedîq be yekem şexsî sał nasra.

xebatî ḧîzbî dîmukiratîş barêkî lebartirî be xoyewe girt û ta řadeyekî zor pêşî çepřewî mindałane ke řast û řast be qazancî koneperistî tewaw debû gîra.

minîş paş çend sał tûşî lawêkî řûnakbîr û têkoşerî kurd hatim ke çunke azadîxwazêkî şêlgîr bû biřway be çareserkirdinî meseley netewayetî hebû û le zimanî yek degeyştîn.

min lemêj bû hawarim dekird, babe řaste řojnamekanî ser be ḧîzbî tude řojnamey çak û bekełkin (beřastîş wa bûn), bełam derdî ême derman naken. beşî zorî gelekeman farsî nazanê û le mebestî řojnamekan naga û leser mesayîl řûn nabêtewe, bełam bedaxewe zorim gwê nededraye û tenanet çepřewî waman hebûn ke le ’eynî nexwêndewarî û nezanîda gałteyan bew core bîrubřiwaye dekird û berdyan le ejnoy xoyan deda.

ew lawe le qisem geyşit, destełatîşî zor bû. biřyarman da řojnamey «kurdistan» řojnamey ḧîzbî dîmukiratî kurdistan yadgar û xoşewîstî pêşeway nemirman serlenwê çap bikeynewe û be zimanî sakarî kurdî legeł zeḧmetkêşanî gelekeman bidwêyn û leser mesayîl řûnyan bikeynewe. xerîk bû awatî lemêjîney min bête dî, ke bedaxewe kudêtay şûm û řeşî 26y gelawêj bo maweyekî dûr û dirêj lêkî cwê kirdînewe û wek babirdełe heryekey bo layek hełdaştîn.

ew lawe têkoşere paş çend sał awatî minî hêna dî û twanî řojnamey kurdistan çap û biław bikatewe. çwar jimarey ew řojnamem pêgeyşit. bełam jimarey pêncî hergîz negeyşte destim, çunke ew kesey řojnamekey biław dekirdewe bexoy û řojnamekeyewe gîra û hemû jimarekanî lenaw çûn. min egerçî zorim pê xoş bû legeł ew řojname hawkarî bikem û şitî bo binûsim, helumercêkî nehênî ewto legořêda bû ke pê řanegeyştim hîçî bo binûsim.

zor şit leser kudêtay řeş û şûmî 28y gelawêj nûsrawe û gutrawe û dûpatekirdineweyan lêreda bê cêye. bełam çunke ew kudêtaye te’sîrî řastewxoy leser jyanî min hebuwe û minîş yekêkim lew kesaney weber pelamar hatim û zorim řenc û kwêrewerî û azar dît û gelêkim zyanî małî pêgeyşit û derd û sizam çêşt, wîstim herwa beserîda tênepeřim.

le řîfrandomî musedîqda hêzî koneperistî û hêzî azadîxwazî zor baş řadey destełatyan derkewt, betaybetî le kurdistanda, bo nimûne le şarî mehabad ke dengidan azad bû û wek gutim hêşta koneperistî û erteş kem ta kurtêk cûleyan mabû, tenya dû kes be qazancî derbar dengyan da, ewîş wek şahîdêkî zîndû agam lê heye lawêkî zor pak û çak le daxî çepřewî endamêkî bê kełkî ḧîzb dengî da û pitir le pênc hezar deng be qazancî musedîq dira. beweřa dyare xebatî dijî împiryalîstî çendey pere girtibû.

xełk lemêjbû xerîk bû cêjnî damezrandinî ḧîzbî dîmukiratî kurdistan bigrê. keçî xwawřastan leřojî 25y gelawêjî 1332da cêjnekeyan bû be dû cêjin. lew řojeda bû ke şa leber tewjimî şepołî tûřeyî xełk xoy negirt û řay kird û berew beẍda hełat. lewêş negîrsawe û hey dê bo îtałya. beřastî řojêkî xoş bû.

dukan û bazař daxran û xełk řijane naw kûçe û xeyaban. bû behuřakêşan û çepłeřêzan û sema û hełpeřîn. jin û pyaw û gewre û biçûk lew zemawendeda beşdarbûn. kobûneweyekî gewrey ḧîzbî le meydanî şar kira. minîş paş řûxanî komarî kurdistan bo yekem car şî’irim bo xełk xwêndewe. dyare şî’rekanim bepele dirust kirdibû û le barî hunerîyewe zor baş nebûn, bełam çunke îlhamim le xełk wergirtibû û bo xełk bûn, dû se’at pê neçû gewre û biçûk û jin û pyaw û mindałî şarekeman serbendî şî’rekemyan dexwêndewe û deyangut «debřo ey şahî xa’in beẍda nîwey řêyet bê».

sê řojan dengî dehoł û zuřna û tirîqey pêkenîn û řimbey hełpeřîn le mehabad nebřayewe. bełam bedaxewe em keyf û neheng û bezim û zemawende zorî dirêje nekêşa û řojî 28y gelawêjî 1332 kudêtay şûm û řeş û dijî gelî - dalîs - eşref - zahîdî sûk û hasan serkewt. zahîdî ew efsere faşîst û koneperistey ke řojgarêk betawanî casûsî ałmanî nazî lelayen îngilîs û emrîkawe gîra. êsta beqazancî ewan û derbarî koneperist řaberî kudêtay bedestewe girt û beserkirdeyî jimareyekî kem le efseranî koneperist û derkirawî erteş û desteyek pyawxirap û ketewkoşe û bepşitîwanî împiryalîzmî îngilîs û emrîka twanî cûlanewey azadîxwazî peregirtû û berbiławî êran serkut bika û dewłetî nîştimanî musedîq biřûxênê û destełat bidatewe dest koneperistî û şay řakirdû, şay bezîw û şay xwênřêj û pyawkuj bigeřênêtewe ser textî şûmî paşayetî û řojî 28y gelawêj bika beseretay serdemêkî řeş û şûm û xwênawî mêjûy êran.

min bo xom pêm wanebû koneperistî be hełatnî şa le êranda binebiř debê û împiryalîzmî cîhanî wa sûk û hasan dest le xezubez û xêrubêrî êran hełdegrê, bełam qet xeyałîşim nekird wa be hasanî zał bêtewe. çunke cûlanewey azadîxwazî êran zor behêztir lewe dehate pêş çaw.

min namewê biçme qûłayî meselekewe. bełam ewende dełêm eger řaberanî cûlanewey azadîxwazî le taran wedest dehatin û berengarî kudêtaçîyekan debûn, hergîz koneperistî neydetwanî beser cûlanewey azadîxwazîda zał bê û şa bigeřêtewe êran û wiłatekeman bikate gomî xwên û ew hemû însane beşerefe bikujê û ew hemû xwêne pakane biřêjê û ew hemû xeyanete be gelanî êran bika.

paş nîweřoy řojî 28y gelawêj zor be zeḧmet twanîm xom derbaz bikem û le mehabad wederkewm û milî çya bigirim. maweyekî zor be kêwanewe bûm, şewane xom le gundêk dekuta û nan û awêkim dexward û be řoj weçya dekewtim.

polîs zor be tundî lêm degeřa û heřeşey kuştinî lê dekirdim. bełam şwênî bo hełnedegîram. eweş le sayey yarmetîdanî xełk bû. hemû kes řay degirtim, nanî dedamê, deyşardimewe, tenanet ewaney zor be şaperist meşhûr bûn beřastî çakeyan legeł kirdim û zoryan memnûnim. bełam boye nawyan nabem boxoyan řeng bê pêyan baş nebê.

polîs ke destî wemin řanegeyşit kewte azardanî babim. ewe minî zor nařeḧet kird. babêkî pîr û muḧterem ke małî penagay lêqewmawan bû, êsta leser min sûkayetî pê dekira. êstaş ke ewem webîrdêtewe nařeḧet debim. beweşewe řanewestan û gîşey gundekeyan têkřa sûtandîn.

wiłatî ême zor kwêstane. sałî wa heye pênc mang befir ’erz bernada û ḧeywan û ajeł leser axuř û dangeye. leber’ewe naçare gya û wênce û kode û gizre û tifaqêkî zor daxa. bedaxewe le qedîmewe ’adetêkî xirap le kurdewarîda heye her kes řiqî le yekêk hesta û be aşkirayî neywêraye gîşey desûtênê. pyawekanî polîs be dizî gîşey gundekey êmeyan ke beser yekewe dandirabûn agir tê berda. bêguman zererî ew sûtmane le sed hezar timen zyatir bû. êstaş ke webîrim dêtewe xełkî hejar û zeḧmetkêş û bê tawan le songey minda ew hemû zyaneyan pêgeyşit û berhemî şan û pîlyan bû be jîlemo û ajełe bestezmanekanyan bê tifaq manewe, kizem le cergî dê û lekin wîcdanî xom şermezar debmewe û xom be pişîley řecebe şêt dezanim.

paş 28y gelawêj zor le endamanî ḧîzb řûyan lenêw menguřan kird. ’eşîretî menguř be panewe, be aẍa û ře’yetewe, be nedar û dewłemendewe baweşyan bo kirdinewe.

herçende hêndêk le têkoşeran pêşnyarî hełayîsandinî şořşî çekdaryan da û le bîrme kaẍezêkim bo hat ke çawenoř be bew zuwane çek biław dekeynewe û şořş dest pê dekirê, bełam çi bas nebû. bêguman lew wexteda ke ’eşîretî menguř lew şwêne sext û qaymeda hawkarî ḧîzbî dekird, des pêkirdinî şořşî çekdarane karêkî miḧał nebû. pêm waye dewłet hestî bewe kird û gîrawekanî berdan û xełkî damezrandewe. minîş paş çwar mang derbederî twanîm biçmewe małî xom û damezrêmewe. lew maweda beřastî řenc û kwêrewerîyekî zorim dî û hêz û twanam ledest da.

ewe bû beserhatî mindałî û lawî min. çunke řenc û kwêrewerî jyan le 30 sałîda minî pîr kird, ser û řîşim boz bû, didanim şaş û waş bûn, çawim ḧukmî kem bû, hêz û twanam řoj be řoj le kemayesîda, hemû şitim berew neman çû. bêcge le hestî şa’îranem ke be biřway xom ta êstaş her le zêdeyîye û kemî nekirduwe.

le sałî sî û dûřa hemîşe lejêr çawedêrî polîsda bûm û polêkim casûs le dewruberî geřawin.

sałî 1338 sałêkî zor şûm bû le mêjûy jyanî minda. lew sałeda sazmanî emnyet gewretrîn zebrî le ḧîzbî dîmukiratî kurdistan û cûlanewey azadîxwazaney gelî kurd weşand, ke bêguman lew serdemîda dekira be behêztirîn řêkxirawî syasî řêkupêkî êranî bizanî.

minîş lew serdemeda tûşî nexoşîyekî řûḧî hatim. nahumêdîyekî řeş asoy jyan û bîrkirdinewey dagirtim. ew nahumêdîye zor car ta ḧałî xokuştin pałî pêwenam. namewê ew tawane bawêjme ser estoy kes. bełam ewende dełêm natebayî û nakokî naw xêzan û binemałey xoman zorî kar kirde ser min. hełey wam kirdin ke nedebû be hîç nirxêk byankem û beser pelî wada kewtim ke debû xoyan lê biparêzim. dû sałî zor tał û tifit û piř řenc û kwêrewerîm řabward û hezarcar mergim be awat xwast. bełam lepiř ew mijuhewre řewî û giznigî hîwa serlenwê le asoy jyanmida engut.

lawêkî řûnakbîr û kurdêkî pak û beşeref ke bedaxewe nakirê nawî berim xoy û řefîqanî ew lew maweda zor le hanam hatin û zorim legeł mandû bûn. le sałî 1340da serlenwê tê hełçûmewe û hawkarî azadîxwazanim dest pêkirdewe, desteyek řefîqî taze û têgeyştû û řûnakbîrim peydakirdin, lebarî hunerîşewe şî’rekanim nek her baştir bûn, bełke be biřway xom têyan peřand.

le sałî 1344da lawêkî yekcar xoşewîst û xizmêkî zor nîzîkim ke le derewey wiłat dejya û deyxiwênd û hîwayekî zorim pê hebû mird, ew řûdawe zorî perêşan kirdim.

hênde pê neçû le seferda bûm ke xeberî cergibřî mirdinî babmyan damê. natwanim şerḧî te’sîrî ew xebere leser hestî xom bidem. êsta ke ew dêřane denûsim be zeḧmet firmêskim bo řadewestin. ewende dełêm derdî bab mirdin derdêkî girane û pyaw le her temenêkda babî bimrê hest be hetîwî deka.

dû sał paş daykîşim mird. babim pyawêkî bezîbik û zakûn bû. qetî řû nededa mindałekanî. tenanet be pîrîş min cigerem lekin nedekêşa. daykim zor ser û řûxoş bû û minî le hemû mindałekanî xoştir dewîst, keçî pêm seyre mergî babim zor pitrî kar kirde ser min û pitrî perêşan kirdim.

sałî 1347 le ḧałêkda ke zor dewłemend û têrupiř bûm û mał û dewłetêkî zor le pêwîstî xom zyatirim hebû û pîr û keneftîş bûbûm û demewîst goşegîrî bikem û lenaw jin û mindałî xomda biḧesêmewe, zułim û zorî řêjîm nîsbet be gelî kurd geyşte řadeyek ke bo hîç însanêkî xawen şeref qibûł nedekira. min çon çawim berayî deda lawanî têkoşer û řûnakbîrî kurdim her bew tawaney daway mafî řeway netewayetî xoyan dekird, le pêş çaw bikujin û beweşewe řanewestin termî xwênawî û kun kirawyan be şar û bajêřanda be çepłeřêzan bigêřn û dawet û semay le dewrî biken? naçar be pîrî serî xom hełgirt û be darî destî řûm le wiłatî ẍerîbayetî kird û destim le jin û mindał û kesukar û yar û dyar hełgirt. ewe pênc sał û çend mange aware û derbeder dexulêmewe û hejar gutenî her şewe mîwanî xanexwêyekim û her řoje le cêyek. zorim kwêrewerî û çermeserî çêştuwe, zorim şew û şewnxûnî kêşawe, zorim nedarî û řûtî dîwe. eger jyanî ew çend sałe binûsim xoy sedan lapeře kaẍezî beş naka. bełam nehênî karî îcaze nada.

xwênerî xoşewîst hîwadarim twanîbim ta řadeyek xom be to binasênim. dyare toş çawenořî ewe nî hemû řazekanî xom bo to gêřabêtewe.

min însanim ne melayîkem û ne perî, dexom, denûm, şad debim, werez debim, degrîm, pêdekenim, detirsim, nahumêd debim, daruberd nîm. lew mawe dûr û dirêjey jyanmida zor karî çakim kirduwe û beser xirapeşda kewtûm. tenya karêkî xirapî ke diłnyam qetim nekirduwe dizîye. ewîş qet ewende muḧtac nebûm mecbûr bim dizî bikem. beçî me’lûm jyan ewendem muḧtac naka tûşî ew gunaheş bim ke zorim pê gewreye?

nîweşewî sêy řêbendanî 1352 (24y januyey 1974 û yekemî muḧeřřemî 1394) le nûsînewey ew sergurişte bûmewe. êsta le şarêkî dûr wiłat be taqî tenê le jûrêkî řeq û řûq danîştûm. hemû samanim textêk û destêk nwên û dû dest bergî kon û nwê û çend kirasî çiłkin û çemedanêk û sakêkî destî û çend cild kitêb û kołêk kaẍezî biławe û espê le gîrfanmida sewzełetan ’erz deka. bełam zigtan pêm nesûtê. ew jyanem boxom hełbijarduwe û dena dostî wam hen eger ḧez bikem parûy le zarî xoyan derdênin û le zarî minî denên.

ta ew nuxtem dana zîndû bûm û pişûm dehat û deçû û hîç řeng mirdin nebûm. ca nazanim key ser denêmewe û koçî dwayî defermûm?

lêreşda demewê şitêk biłêm, bepêçewaney zor hunermendî kurd min le netewekey xom řazîm. kes ta êsta bê ḧurmetî pê nekirdûm. daway diraw û małîşim le kes nekirduwe ta bizanim demdatê ya na. le lêqewmanîşda nanyan dawmê û řayan girtûm.

şî’rîşim tenya bo derbiřînî îḧsasî xom danawe û hîç heqim nîye minetyan beserda bikem. ewan pêyan naxoş bê ya xoş min ke şî’irim bo hat natwanim neyłêm.

«gelêk qisem le diła bû, ḧîkayetim mabû
keçî le bextî keçim xame nûkî lêre şika»

leber şikanî nûkî xame nîye ke le gêřanewey ḧîkayetî diłî xom waz dênim. na min wek hemû însanêkî kurd betaybetî kurdêkî êranî hêşta le dinyayekî piř le esrarda dejîm û nakirê řazekanî derûnim hełřêjim. to biłêy kurd bigate cêgayek û minîş ewende bijîm herçî deyzanim bînûsim û qazancî le zyan pitir bê?

însanim.

jyanim pê xoşe.

pêm xoşe le şarî awedan, le şeqamî pak û xawên legeł xoşewîstan bigeřêm. pêm xoşe le jûrî germuguř leser nwênî nerim werkewm. pêm xoşe ser webaskêkî nerim û noł bikem. pêm xoşe kam xorak xoşe lepêşim bê, pêm xoşe kam şerab çake le cammida bê. demewê sema û hełpeřînî nazdaran temaşa bikem. demewê cwantirîn bale bibînim, bo çaktirîn opêra gwê řabgirim. demewê beriztirîn semfonîm bo lê bidrê. namewê derbeder û sergerdan bim, be tenê be kêw û şaxanda bigeřêm. le eşkewt û zendołan bixzêm, leser berdî řeq binûm. qondaẍî řeq û sardî tifeng bikeme serîn. nanî wişk û keřwawî bixom, awî swêr û germ bixomewe, pêm xoş nîye laqefirte û çengekřey nîwegyanan bibînim, xwên û firmêskim weber çaw bikewê, pêm xoş nîye be teqey tifeng û girmey top û hařey teyare řabçenim.

- bełam:

çibkem, kurdim

koylem

ewane hemû û tenanet kujran û kuştinim pê le koyletî xoştire.