kurdim emin

Li pirtûka:
Tarîk û Řûn
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 1 Xulek  8285 Dîtin
gerçî tûşî řenceřoyî û ḧesret û derdim emin
qet ledes em çerxe sipłe nabezim, merdim emin
aşqî çawî kejał û gerdinî piř xał nîm
aşqî kêw û telan û benden û berdim emin
ger le birsan û leber bê bergî îmřo řeq hełêm
nokerîy bêgane nakem ta leser herdim emin
min le zincîr û tenaf û dar û bend bakim nîye
let letim ken, bimkujin, hêşta dełêm kurdim emin