le kwêwe bo kwê 1

Li pirtûka:
Tarîk û Řûn
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 26 Xulek  5550 Dîtin

min bo xom wam, řenge zor kesîş wa bê, ke şî’rî şa’îrêk ya nûsrawey nûserêk dexwênmewe «çi zîndû çi mirdû» pêm xoşe xoşî binasim. bizanim kêye? xełkî kam wiłate? karî çîye? çon dejî û eger mirduwe çon mirduwe? le kwê nêjrawe?

boye biřyarim da serguriştey xom le seretay em beşey dîwanekemda binûsim. be kêm gûtba ew sergurişte binûsê? kê min le xom baştir denasê?

pêwe bûm zor dirêjî binûsim. temaşam kird debête çîřokêkî dirêj û şîrîn û piř karesat. çi çîřokêk le beserhatî însanêk le waqî’ nîzîktire? ewîş beserhatî însanêkî nîzîkey penca sałî le sałekanî çerxî bîstem, ew çerxe seyr û semereye, ew çerxe piř kêşe û şeř û şûre, ew çerxe piř le karesat û pelamare, ew çerxe piř şořş û aługoře webîr bê. betaybetî eger ew însane kurd bê. kurdêkî bê beş û çareřeş bê û ta řadeyek le xebatî řizgarîxwazî netewe zorlêkirawekeyda beşdarbûbê. bełam bedaxewe bom nekira. beşî zorî leber tewezelîy xom. ba bimênê bo helêkî tir eger mam wazî lê nahênim.

xwênerî xoşewîst! pêt wa nebê lêfem leser hetîwan hełdawetewe û le binî kûlekem dawe û herçîy heye nûsîwme. na her wa kurte serguriştekemit bo degêřmewe.

şa’îrî hîç qazancî bo min nebûbê ew qazancey hebuwe ke ew nawe dûr û dirêjey «seyd muḧemed emînî şêxelîslamîy mukirî» y le koł kirdûmetewe.

bawkim nawî seyd ḧesenî şêxelîslamîy mukirî bû, le torey mela camîy çořî bû ke sê sed sał lewepêş hatote sabłax û binemałêkî gewrey lew mełbende pêk hênawe.

daykim nawî zeyneb û kiçî şêxî burhan bû ke êsta binemałeyekî gewrey mukiryanin.

beharî sałî 1300y hetawî (1921y zayînî) be şewî cêjnî beratê le gundî laçîn nîzîkî sabłax ledayk bûm. mêjukim le memkî daykim nekirduwe û firiçkim be şîrî dayen girtuwe.

daykim zor car be çawî dadedamewe û deygut: to pêwqedem řeş bûy. her tom wezg kewt leşî saẍim be xomewe nedî. nexoşîm pêwe nûsa, kwêrewerî û pejare řûy tê kirdim. leser mang û řojî xom bûm ke naçarbûyn biřewîn û biçîne ladê. ke ber bûyewe, ne min tiłpatî teřim le memkîda bû, ne bawkit sîpałêkî le małêda mabû.

leşkirî şikak êmeşî wek hemû xełkî sabłax saf le saf tałan kird û geskî lew naw małe da ke sê sed sał bû weseryek nirabû û be mîrat bo bawkit becê mabû.

minîş carcar be pêkenînewe demgut daye gyan sûçî min çîye?

dayenekem nawî yasemen û xełkî azerbaycan bû. lelekem ke nawî ’îzet bû xełkî turkya bû, ew duwane leber hejarî û nedarîy xoyan peřîwey kurdistan bibûn û le gundekey ême gîrsabûnewe û le serubendî ledaykibûnî minda mindałêkyan bibû. mindałekey ewan le min bextewertir bû, nejyabû û tûşî kwêrewerîy dinya nehatbû û ’emrî dirêjî bo min becê hêştibû û parûy dayk û babîşî le řonî hawêştibû.

ew jin û pyawe hejar û aware be dił û gyan minyan bexêw dekird û zoryan xoş dewîstim. minîş ogrî ewan bibûm wek dayk û babî xom xoşim dewîstin.

lebîrme zimanî ewanim wek bilbil dezanî, ca nazanim turkîm dezanî ya azerî? řeng bê azerî bûbê, çunke mindał zimanî daykî baştir fêr debê.

mirdinî ’îzet û toranî yasemenim baş webîr dê. em řûdawe yekem zebrî tund bû ke wehestî naskî mindałaney min kewt û yekêke le bîrewerîye here tałekanî jyanim. le řastîda min dû car hetîw bûm û dûcarim dayk û bab mirdûn: carêk be sawayî û carêk be pîrî.

babim hem dewłemend bû, hem bedił û desbiław, çakî bexêw dekirdîn, pênc xuşk û dû bira bûyn, kakim û xuşkêkim le min gewretir bûn. be mindałî zor têrutesel û kok û poştebûm. bełam koyle û dîl bûm, koyley naw qefezî zêř, koyley řêwşiwênî kon.

řêwşiwênî binemałekeman îcazey nededa min legeł hawtemenekanim gałtewgep bikem.

çunke min kuře dewłemend bûm û ewan kuře hejar. min kuřî şêxelîslamîy benawbang bûm, ewan kuřî ladêyyekî bê nawwinîşan. min ber û pişt etłes bûm û ewan keřekirmanc. min kok û poşte bûm û ewan řût û řecał.

ax... gewrekanim tê nedegeyştin min çend perêşan û kelelam, ewan neyandezanî bew kirdewey xoyan çon hestî min birîndar deken, birînêk ke debête girîmaney řûḧî û ta mirdin sařêj nabê.

êstaş ke webîrim dêtewe kizem le cergî dê û xemêkî giran dam degrê, ke min le hemû xoşîy serdemî mindałî bê beş bûm. lepêş çawî min mindałekanî gundekeman, ew řeş û řûtaney hawşanî min nebûn! be azadî û bê bakî gałte û gemeyan dekird, le xak û xoł degewzîn, le serbanan hełdebezîn, le quř û çiłpawda ẍarẍarênyan dekird, leser tepolk û kopeyn milaneyan degirt, leser sehoł xilîskyan dekird, leser lode ka bazbazênyan dekird, begij yekda deçûn, pêk hełdepřijan, aşt debûnewe, awroçkeyan dekirdewe û xanûçkeyan dirust dekird. hêlane çolekeyan derdehêna, tebkeyan denawe. helûkên, topên, hemzel, hengiłeşele, daye min mede be gurgî, hełway beşepan, qereqerî û deyan core gałtey dîkeyan dekird. bełam min bew tawaney ke necîbzade bûm debû wek gewre gewran le dîwexan leser çok dabnîşim û miteqim leber neyete der! bo bedbextî le małî êmeda nêrîney le min biçûktir nebû. debû leber hemûyan yek pê hestim û ta îznim neden leber destyan řawestim û danenîşim, ledway hemuwan nan û çam bo dabnên. çendim pê xoş bû ne keway mexmer û taqe û qutnî û xezelim leberda ba, ne pantołî ałmanî zerdim le pêda ba, ne kałey şemamebendî awrîşim çinim le pêda ba û ne şedey sewzim leser ba û ne piştênî peşmîney keskim le piştida ba û wek mindałe řûtełanekan azad bam.

nełên maşałła kuřeke lew temeneşda azadîxwaz buwe û hestî be cyawazîy çînayetî kirduwe û řiqî lê buwe, nexêr newełła ne azadîxwaz bûm û ne tiřemaş, wazim le geme û yarî bû û biřawe.

tenya bîrewerîyekî xoşim le zemanî mindałîm heye, ewîş eweye şewane deçûmewe jûrê û serim weser řanî daye mirot dekird û ewîş ḧîkayetî bo dekirdim, ta xew deybirdimewe. daye mirot pîrêjnêkî dinyadîdey konsał bû. bo xoy neydezanî temenî çende, bełam bêguman zorî le sed sał hełbiwardibû. şeş piştî binemałey êmey dîbû, serispî û hawdemî daykim bû. řûḧ sûk, qisexoş û nuktebaz bû, hezaran neqil û nezîley xoşî dezanî û boy degêřamewe. zor şitî benirx lew fêr bûm ke le jyanda kełkim lê wergirtin. řûḧî şad bê.

elfubêm le xizmet mamosta se’îd nakam xwênd, ke ewdem mêrmindał bû. kakim ke mamostay taybetî bo řagîrabû, zor le xwêndin detirsa û xerîk bû minîş bitirsênê û be meredî xoy berê. bełam mamosta nakam nek her samî le xwêndin şikandim, bełke têy geyandim xwêndin xoş û şîrîne. pêş ewey elfubêm pê binasênê biznoke û meřokey ḧusên ḧuznîy ewende bo xwêndibûmewe hemûm leber bû. kitêbî encumenî edîbanî emîn feyzîman hebû. şî’re gałtekanî şêx řezay fêr dekirdim. lebîrme qesîde dirêjekey ’arf saybim ke wa des pêdeka: «awareyî xakî weten û seyr û sefa xom» leserřa bo xwarê leber bû, wek tûtî demxiwêndewe û le manay nedegeyştim.

ke samim şika babim nardimye sabłax ta le medresey dewłetî bixiwênim. lepêşda zorim pê xoş bû. le medresey «se’adet» nawnûsîm kird. bełam ke řojî heweł çûme ser kilas toqîm û wextabû şêt bim. min mindałêkî ladêyî nazdarbûm, le kurdî bew lawe hîç zimanim nedezanî le medreseş kes neydewêra be kurdî qise bika.

min le jyanmida řojî řeş û tałim zor dîwin, bełam řojî řeştir û tałtirim lew řoje nedîwe ke çûme medrese. mamostakem ke xoy kurd bû û dwayeş têgeyştim farsî baş nazanê, be farsî têy řaxuřîm hîçî tê negeyştim. hawdersekanim ke hemûyan le min bawxoştir bûn pêm pê kenîn, zor be xomda şikamewe. maweyek be şew lebin lêfeda le tirsî medrese degryam û beyanî beqirxemeresî deçûmewe. mindał hemû gałteyan pê dekirdim û pêyan degutim «kirmanc». le mehabad be xełkî ladê dełên kirmanc û be wişeyekî sûkî dezanin. dwaye boyan gêřamewe deyangut be farsî cinêwman pê dawî û ḧałî nebûy. çabû sê çwar kuřepûrim lew medrese deyanxiwênd û leseryan dekirdimewe. dena mindałe wirdike lewane bû şêtim biken. êstaş nazanim kwêřa farsî fêr bûm û legeł wez’eke řahatim.

medresekeman xanuwêkî gewre û kon û kelawe bû. taqe çaweyekî awdest hebû qet weber nedekewt. mizgewtiman lê nîzîk bû, bełam ne feřaşî medrese deyhêşt wederkewîn û ne micêwrî mizgewt řêgay dedayn biçîne awdestî mizgewt. boşkeyek awî çomî bogen le bin dîwarêk dandirabû. defrêkî tenekeyan leser danabû, ew hemû mindałe bew defre awyan dexwardewe. hemîşe leser çûne awdest û awxiwardinewe şeř lenêw şagirdekanda peyda debû û «nazim» y medrese, ke pyawêkî zor załim bû byanûy wegîr dekewt ke darkaryan bika.

jûrî ders xwêndinman teng û tarîk bû. pencerêkî têda bû ke lebatî şûşe kaẍezî lê dirabû. bo ewey řûnaktir bê kaẍezekeyan be řon çewr kirdibû. kursîyekanî çeprek û şikaw bûn. mêz û kursî mamostaş le hî ême baştir nebû. mamostakeman pîrepyawêkî kwêremûşey zor tûře û tosin bû. hemîşe sê çwar şûłî ałûbałûy lûs û lêk û estûrî leser mêzeke dandirabû. her kes dersî nezanîba ya wirtey leber hatba der zor bê řeḧmane werdegeřa serugwêlakî. ta fêrî farsî bûm dû sê carî bîraz kirdim. bełam ledwayîda lêy nedam. ke mamosta çûba der şagirdêk ke pêyan degut «mubsîr» le cêgay ew dadenîşt. erkî ewebû her kes bizozî bika be mamosta biłê. hemûman le mubsîr pitir detirsayn ta le mamosta. hoy ewebû mamosta řiqî le kes nebû û le xořa le kesî nededa, bełam mubsîr ewey nedezanî řiqî le her kes baye ba hîçîşî nekirdiba şikayetî lê dekird û mamostaş bê lêpirsînewe û pê řageyştin deykuta.

bernamey dersekanîşman taze fîkirî lê dekemewe zor giran bû. ew sałî wam řabward û le axrî sałêda yekêk bûm le baştirîn şagirdekanî kilas û le îmtîḧanî axrî sałda zor baş derçûm.

hawînê çûmewe gund. ḧeyf mamosta nakam lewê nemabû. bełam mîrzayekman hebû zor le mamostakey medresem xwêndewartir bû. lekin ew û babim kitêbî duwemim tewaw kird. bernamey ewdemî wabû debû hemû kitêbeke leber bikey û min hemûm leber kirdibû.

sałî duwem zor asûde bûm. her meşq û ḧîsab û dîkte mabû lewanîşda baş bûm. boye her le hewełewe yekêk bûm le şagirde başekan û pêm wanîye lew sałîda leser ders le şûłêk zyatryan lêdabim. wez’î medreseş le par baştir bû, jûrekeman le hî par zor xoştir û řûnaktir bû, mamostakanîşman baştir bûn. bełam yekyan ke kurd bû û dersî farsî pê degutîn zor tund û bezakûn bû, hemû řûḧman lêy toqîbû. mamostay ḧîsabman azerî bû. farsî ewende xirap degut ke êmey mindał gałteman pê dekird. bełam ḧîsabî baş fêr kirdîn. lebîrme êwarêk cedwelî zerbî bo nûsînewe û heryeke daneyekî daynê û ḧałî kirdîn çonî leberkeyn. gutî sibeynê êware lêtan depirsimewe û herkes řewanî nekirdibê ẍełet û şûlî lê dedem. min ew şewey nenûstim ta leberim kird. sibeynê lêy pirsînewe, kes nebû be tewawî leberî bê û wêy nekewê. tenanet min ke zor çakim leber kirdibû şûlêkim aferîmane her xward. xoş ewe bû mamostay ḧîsabman bo xoy lêy nededayn û mamostakey tirman ew zeḧmetey lebatî ew dekêşa.

çwar kilasim le medresey se’adet û pehlewî xwênd. hawînanîş le gund lekin babim tomar û kitêbî înşam dexwênd û leber xetî emîr nîzamî gerûsî û mîrza ḧusênî řeşem denûsyewe. înşay farsî baş fêr bibûm û xetim yekcar xoş bû, zor le êstam xoştir denûsî.

dełên de’bay zîrek be dindûkê pêwe debê. babim ke xet û înşay minî dît, gutî řołe bûye mîrza û xwêndinî medrese bese, biço le medresey dînî bixiwêne û cêy mela camî çořî bigrewe. zorim pê naxoş bû dest le xwêndinî medrese hełbigrim, nazanim bo hîç pêm xoş nebû bibme mela. řiqim le bergekeyan bû. keway dirêj û teşk û pałdêmî melayanem pê cwan nebû. bełam çar çibû? ḧukmî ḧakme û derdî mufaca. tesrîfî zencanyan lebin hengił nam û hey dê bo xaneqay şêxî burhan ta des bikem be řayełe kirdin û alê babagutin. ca paş maweyek keway awdamên leber bikem û sîwak le laser biçeqênim û şałî geřgeřî leser bibestim û cêgay mela camî çořî bigirmewe û wecaẍî binemałekeman kwêr nekemewe.

çwar sał le xaneqa xwêndim ya baş eweye biłêm nem xwênd. bełam tołey koyletî sawayetîm estandewe. legeł gelî xałozakanim ke wek beranî sułtan meḧmûd berełła û terxan bûn û le hîç cêgayek deng nededran û kes berperçî nededanewe, gelêkim bedfeřî û bizozî û des bizêwî kird.

neweşêx, ewîş neweşêxî çil sał lewey pêş eger kes destî weber neyenê û berperçî nedatewe le serubendî bilûẍda çi demênê neyka?

ew çwar sałe xoştirîn sałekanî jyanî minin. zor xoşman řadebward. desteyekî 8 - 9 kesî hawtemen bûyn, hemû xałoza û pûrza bûyn. her hejarman bêgane legeł bû ke le xoman hełnedebward. ewîş bo xoy zor qisexoş û xwên şîrîn bû û bawkîşî pyawêkî zor maqûł û le xaneqa zor xoşewîst bû.

şa’îrêkî fars dełê:

mird xirdimnid hinir pîşih raFarsî
’imir du baysit dir ayn ruzgarFarsî
ta bih yikî ticirbih amuxtinFarsî
ba digrî ticirbih bistin bih karFarsî

bo pyawî xawen huner û zana dû car jyan pêwîste ta le yekyanda tecrebe weseryek binê û lewî tiryanda tecrebekey lekar bênê.

destî şikaw û řanî wirdim, ewî êstay dezanim eger ewdem demzanî kar le cêgayekî dîke bû û minîş şitêkî tir bûm. beřastî xaneqa zanistigayekî gewre bû û demtiwanî zor şit fêr bim.

xaneqay ew serdeme zor awedan bû. xełk dehat û deřoyî û kes heqî beser kesewe nebû. ferq û cyawazî zor kem bû. carêkî dîkeşim gutuwe û dûpatey dekemewe detgut keştî nûḧe. le hemû tow û tore û řegezêkî lê bû, penay bêkesan û lêqewmawan û awaran bû. pyawçak, xoparêz, dîndar, musłiman, mela, seyd, zana, xwêndewar, çete, diz, pyawkuj, nezan, şêt, bêkare, pekkewte, kwêr, şel tenanet bê dînîş le bin mîçêkda ko bibûnewe û pêkewe dejyan û hemû yek cîrenanyan werdegirt.

efẍanî, fars, turk, azerî û tenanet hîndîşî lê bûn. kurdî hemû nawçekanî kurdistanî lê hebûn. ke be şêwey corbecor qiseyan dekird û hî wa hebûn be zeḧmet têk degeyştin. pyawî gewre û zana benawbangekanî ew serdemey mukiryan wek mamosta fewzî, seyfî qazî, pêşewa qazî muḧemed, ḧacî mela muḧemedî şerefkendî, ’elîxanî emîrî betaybetî aẍa xwêndewar û zanakanî feyzułłabegî hatuçoy xaneqayan dekird û be mang û dû mang lewênderê demanewe. melay gewre gewrey lê bûn û dersyan degutewe. piř bû le suxte û muste’îdî baş. kesêk wîstibay bixiwênê û şit fêr bê cêgay xwêndin û şit fêrbûn bû. bełam min le kîsim çû û řefaqetî xałozakanim û fîz û heway neweşêxî ney hêşt lew hele kełkî pêwîst wergirim. bêcge lewe le mawey ew çwar sałeda dûcar xirap nexoş kewtim û le xwêndin bûm. carêk kewtûyîm girt û le mirdin geřamewe. tenanet deyangut awman bo germ kirdûy û kifniman bo biřîwî. carêkî tir kwanêkî gewrem le lamil hat û şeş mang leberî kewtim û paşan ’emelyan kird û maweyekî dûrudrêj binawbiwêr bûm. ew kwane be carêk hêz û biřistî lê biřîm û hergîz wek xom lê nehatewe. min be mindałî qełew û pitew û behêz û hereket bûm. kem mindałî hawtemenî xom be zorewanî derostim dehatin. bełam ke ew kwanem lê hat îtir hêz û twanam le kemayesî da.

ew demî le sabłax demxiwênd hejarim denasî, hatuçoy dukanî babî hejarim dekird. melayekî pîrî zor qisexoş bû. ke çûme xaneqa yektirman girtewe û bûyne dost. carubar xoman legałtewgep dedzyewe û şî’irman dexwêndinewe. hemû şwênewarekanî se’dî û ḧafiz û mewlewî û kelîm û sayb û şa’îre berzekanî farsiman pêkewe dexwêndewe û her têgîrawêyekî heşman ba řehakirdinî hasan bû. xaneqa edîbî zor gewrey lê bûn, lêman depirsînewe. mela qadrêkî pîrî lerzî deng nûsawî lê bû, her be ḧał mabû. eger biłêm ew melaye asarî se’dî le xudî se’dî baştir dezanê pêm waye mubaleẍem nekirduwe. keyfî bewe dehat şî’rêkî se’dî lê biprisyewe, ca bew denge nusaw û lerze se’atêk bot şî bikatewe. xo şêx muḧemedî xałim çi edîbêk bû min natwanim tarîfî bikem. ewdemî şeřeşeqî jyan way lê nekirdibûm nawî xoşim lebîr biçêtewe. her şî’rêkim xwêndibawe destibecê dehate berim. hezaran şî’rî farsîm leber bû. şî’rî kurdîşman herçî wegîr kewtiba legeł hejar deman nûsyewe û leberman dekird.

le axrîda min û hejar be tewawî le taqmî kuře şêxekan cwê bûynewe û şew û řoj xerîkî şî’ir xwêndinewe bûyn. çend çîřokî gewre û çûkî wek eskendername û emîr erselan û şîroye û ḧusênî kurdiman peydakirdin û xwêndimanewe. şewî sêşemmu û cum’ey wa hebû hemû feqêyekanî xaneqa dekewtine layek û min û hejarîş lelayek û şî’rênman dekird. biřwa biken bořman dedan.

ew hemû şî’ir xwêndinewe û řefaqetî hejar û hatuçoy meclîsî udebay xaneqa zewqî edebî le minda be wicûd hêna û tenanet şî’rî farsîşim degut. bełam tenya leřûm hełdehat bo hejaryan bixiwênmewe. ew xudagirtuweş lebatî ewey bom çak bika û hanim bida gałtey pê dekirdim. lebîrme carêkî şî’rî şa’îrêkî farsim dizîbû û lenaw şî’rî xom axnîbû, bom xwêndewe. gutî wełła ewanî xot zor xirapin, bełan hînekey îbnuyemîn zor başe. zor be xomda şikamewe û destim lew kare nařewaye hełgirt. xerîk bûm şitêk be şitêk bikem ke babim têgeyşit ew mawe ’umrem be zaye çuwe û le xaneqa nemxiwênduwe, řay gwêztim bo kulîce. ewîş miłkî xałim bû û mamosta fewzî lewê melayetî dekird.

debê biłêm min deskirdî fewzîm. ew hełî weşandimewe û têkî hełşêlam û serlenwê dirustî kirdimewe. ew derkî zanîn û fêrbûnî bo kirdimewe. ew řêgay jyanî pê nîşan dam. bêguman eger neçûbame xizmet fewzî û lekin ew mamostayem nexwêndiba řêbazî jyanim ew řêbaze nedebû ke girtim û pêyda řoyştim û êstaş berim nedawe.

ew têy geyandim min řołey kurdim û kurdîş neteweyekî bê beş û çareřeş û zorlêkirawe û debê řołekanî lepênawî řizgarkirdinîda fîdakarî biken û lexoburdûyî nîşan biden. ew fêrî kirdim zewqî edebîm çon tîf tîfe bidem û miştumałî bikem. ew fêrî kirdim çon binûsim û çon şî’ir biłêm. ew fêrî kirdim wiłatekem xoş bwê û pêy hełbiłêm. ew ḧałî kirdim kurdî zimanêkî řewan û berbiław û dewłemende û dekirê edebêkî gewre û dinya pesnidî hebê.

ew ḧacî qadrî koyî, nalî, kurdî, salîm, mewlewî, ḧerîq, meḧwî, edeb û, wefayî pê nasandim û şî’rekanî ewanî bo şî kirdimewe. ew fêrî řojnamexwêndinewe û řoman xwêndinewey kirdim. ew dîwanî şa’îre şořişgêřekanî farsî bo peydakirdim û hanî dam byanxiwênmewe û şityan lê fêrbim. bełam swêndî dam qet be farsî şî’ir nełêm û heta bom dekirê be kurdî binûsim.

sał û nîwêk le xizmet ew xwêndim. beyanan legeł gizîng dekewt, deçûme małî mamosta û zor řojî wa hebû, ta bangî nîweřoy deda û mamosta hełdesta bo nwêj dersim dexwênd û hîçman mandû nedebûyn. kem wabû leser kitêb dersim pê biłê, duřugewherî nayabî le deryay qûł û bê binî zanistî xoy derdênan û le koşî minî hejarî çaw ledestî dekirdin. beřastî mamosta û şagird nebûyn pîr û murîd bûyn. min ta řadey peristin ewm xoş dewîst û ewîş minî be kuřî xoy dezanî. eger řojêk nemdîba arezûm dekird. cum’e û sêşemmoman nebû. ew le pêgeyandinmida be pele bû, minîş tamî têgeyştinim kirdibû û qet le xwêndin û xwêndinewe û gwê řagirtin le mamosta weřez nedebûm.

paş nîweřoyanîş lebatî mamosta dersim be kiç û kuře giçkekanî xałim degut, ewîş dû qazancî hebû. hem zanyarî xom berew jûr deçû û hem zeḧmetî mamostam kem dekirdewe.

fewzî be biřway min yekêke le gewrepyawanî mêjûy kurdistan, ke daxekem şwênewarekanî fewtan û xoşî lebîr çotewe. ew lawe kurdaney le serdemî patşayetî řezaxanî pehlewîda ke be teqlîdî ataturk xerîk bû gelî kurd le kurdistanî êranda bitwênêtewe û yekêk lew sê kuçke awre bû ke peymanî se’di’abadî pêk hênabû, azayane kurdayetyan dekird, ya řastewxo şagirdî fewzî bûn ya şagirdî şagirdekanî ew. betaybetî pêşewa qazî muḧemedî şehîd şanazî bewewe dekird ke şagirdî fewzî buwe.

mela eḧmedî fewzî ya melay sulêmanî kê bû? çikare bû? bo peřîwey mełbendî ême bibû? nazanim. min ewdemî ewendem mebest nebû ewane bizanim. le řûşim hełnedehat lêy bipirsim, bo xoşî hîç basî xoy bo nekirdûm. ewende dezanim deyangut xełkî şarî sulêmanîye û le kurdistanî ’êraqewe legeł şêxelîslamî gewreda ke le pêş babmida şêxelîslamî mukiryan buwe û her le binemałey mela camî buwe, hatote mukiryan. paş mirdinî şêxelîslam jinekey ewî mare kirdibowe û kiçêkî lê hebû ke be cwanemergî mird. jinêkî dîkeşî hêna û kiçêkî tirîşî lewî bû. wa bizanim mawe û mêrdî kirduwe. bo xoy le sałî 1322 (1943) da le gundî ḧacî kend mird û le xaneqay şêxî burhan nêjrawe. kitêb û nûsînekanî wegîr zawakey kewtin ke hîwadarim nefewtabin. wek bîstûme paş mirdinî 140 timen diraw û dû maynî mîrat lê becê mawe.

fewzî zanayekî gewre, edîbêkî kem wêne, kurdêkî pak û bê bak bû. bełam şa’îrêkî baş nebû. bîrêkî tîj û wirdî hebû, emma teb’ekey ewende řewan nebû bitwanê bîxate naw çwarçêwey şî’rî ’erûzîyewe. ew demîş şî’rî sipî nebbuwe baw. carubar şî’rî xoy bo dexwêndimewe. bełam hîç bediłim nebûn. carêkî qesîdeyekî dirêjî farsî bo xwêndimewe û neşîgut pêt çon bû? gutim baş nebû. wa dyar bû xoşî zorî xoş nedewîst pêkenî û gutî: hî xome. bełam bo kes wek to bîr û biřway xoy dernabřê û bo herkesim xwêndotewe gutûyane zor başe? gutim qurban lesayey towe min wam lê hatuwe şî’rî baş û xirap lêk bikemewe. ewcar qaqa pêkenî û gutî dyare nek her baş nîn, bełke xirapîşin û kaẍezekey wird wird kird.

diro nebê le xoym nebîstuwe, bełam bîstûme zor dostî ’arîf sayb buwe. eweşim bîstuwe çend car meḧmûd cewdet hatote mukiryan û le małî ewda xoy şardotewe û legeł xełk temasî syasî girtuwe, tenanet bîstûme komełey jîneweşyan dirust kirduwe. bełam her guteye û zor cêgay mitmane nîye. mamosta ẍezelêkî ḧafzî texmîs kirdibû ke lenaw şî’rekanîda pesnidim kirdibû. eweş bendêk lew texmîseye ke be biřway min westayaneye.

gihî şwî z amîran padşih miḧsubFarsî
gihî wizîr û bidirgah padşih miḧbubFarsî
gihî şwî bisir dar naghan mislubFarsî
bih çişim ’iqil dirayn rihgizar pir’aşubFarsî
cihan û kar cihan bî sibat û bî miḧil astFarsî

bêcge le fewzî min le kulîce mamostayekî dîkeşim hebû ke zorî lî fêr bûm. seyd ’ewłay seyd mîne pyawêkî yekcar dizêw û naşîrîn û zor naqoła û nalebar û zor şipřêw û ałoz bû. nexwêndewar bû, bełam zor zana û têgeyştû bû. řenge biłên nexwêndewar û zana wek kołe û şaxdare û çon şitî wa debê? bełê ew pyawe neyxwêndbû, tenanet ḧerfêkîşî nedenasî. bełam le edebî farsî û kurdîda destêkî bałay hebû. herçî carêkî gwê lê bûba dehate berî û qetî lebîr nedeçowe. beşî zorî şanamey fîrdewsî, xemsey nîzamî, mesnewî, ẍezelyatî se’dî û betaybetî sertaserî dîwanî ḧafzî leber bû. xo basî şî’rî şa’îrekanî kurd her nakem. kam şî’rî here giranit lê pirsîbawe wirditrîn me’nay lê dedawe. lebîrme carêk kone melayek ew şî’re farsîyey lê pirsîmewe.

ançih bir min mî rud gir bir şitir riftî z ẍimFarsî
mî zidnidî kafran dir cinit almawa qidimFarsî

min êstaş û ew demîş ew core şî’ranem pê xoş nebûn û nîn, nemzanî û mela gałtey pê kirdim. le xał ’ewłam pirsîyewe gutî hey leminit nekewê, ewe îşare bew ayeteye kafir hengîn deçne beheşt ke wiştir le kunî derzîyewe biçê. yanî ewî le şa’îr qewmawe eger le wiştir qewmaba wa barîk debû le kunî derzîyewe deçû û kafrîş be beheşt werdebûn.

bo xoşî şî’rî degut û be xwêndewarêk deynûsînewe. şî’rekanî wek şî’rî şa’îrekanî pêşûman piř bûn le wirdekarî şa’îrane û wişey bêgane. bełam le goranî gutnida bendî way degutin serbeser gewheryan dêna. wişey sakarî kurdî û qafyey cwan û manay wirdyan hebû. ew dû şî’rey ewm lebîr mawin.

cefa û wefa, řastî û diro
bûne kirdewey emin û eto
cefa pîşey to wefa pîşey min
emin řep û řast eto dirozin

sełit û řeben bû, le dîwexanî xałim dejya. be tewawî me’nay kelîme hunermend bû. gwêy nededa ser û berg û demuçawî, zor berzefiř bû, çawî le berat û xełat û şabaş û dyarî nebû. dengî xoş bû, bo xoy û bo diłî xoy goranî degut. bo xoy wazî lê neba, şaş leberî pařabawe miteqî lê nedehat. çak legeł min řêk kewtibû. şewane pêkewe le dîwexan demaynewe. min kitêbim bo dexwêndewe û ew beytî bo degutim. min lew beytanewe fêrî wişey řesenî kurdî bûm. eger mamosta fewzî şa’îre berzekanî kurdî pê nasandim û edebî farsî fêrkirdim, seyd ’ewłaş folkilorî edebî konî netewekemî pê nasandim û fêrî wişey řesenî kurdî kirdim. hawinşînîy seyd ’ewła te’sîrêkî qûłî le jyanî edebî minda hebû û êstaş heyetî. ew pyawe nexwêndeware yekêke le mamosta here gewre û benirxekanî min.

ba eweş biłêm min le kulîce bo yekem car û axir car aşq bûm, ’îşqêkî piř soz û kuł û eflatûnî, ’îşqêkî pak û xawên û asmanî, ’îşqêkî sakar û mindałane û dûr le hewes û hewa. bełam ew ’îşqe zorî nexayand, zorî dewam nekird. ew giřukfe zû damirka û xołemêşî feramoşî daypoşî. girawyekem gałtey be hestî pakî min kird. ew le min be’ezmûntir bû, ew hewesbaz bû ne ’aşiq. bełam herçî bû ew giřukfeş te’sîrî leser qirîḧey şa’îraney min bû.