şêx ’ubeydułła

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 1)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 10 Xulek  742 Dîtin

le dway şeřî ’usmanî û řûs (1877- 1878m) le qezay şemzînanîşda qyamêkî gewre desî pêkird. mudîr û mudebbîrî em ḧerekete, meşhûr şêxî neqşibendî, merḧûm şêx ’ubeydułła bû. em qyame wekû ewanî tir nebû, le cîhet mebde’ û ẍayewe le qyam û xirûcî îsma’îlî sefewî eçû waqî’en:

e. wekû ḧereketî شاە îsma’îlî sefewî, emeş le îxtilafî mezheb quwetî send,

bi. ’elemdar û pêşřewî herdûkyan derwêşan û murîdan bû,

c. ẍayey herdûkyan textî sełtenet bû,

di. muḧerîkî ewwełyan cur’et û dehay شاە îsma’îl, û hî duwemyan mezayay şêx ’ubeydułła bû.

eger eḧwał û tal’ musa’edey bikirdaye û eger cur’et û zekay biłindî şa’ îsma’îl le şêx ’ubeydułłada be tewawî tecellî bikirdaye, hîç şubhe nîye ke netîcey em ḧereketeş her wa der’eçû, bełam heyhat!

ḧereketî şêx ’ubeydułła le sałî 1880y mîladîda û le weqtî hîlakî û bê‌hêzî ḧikûmetî ’usmanîda desî pêkird û le ber emey wekû ḧerekatî miḧemed paşay řewandizî û emîr bedirxanî cezîreyî tûşî muqabeleyekî bequwetî ’usmanî nebû, zû şîddet û tewesu’î send, xełkî mentîqey şemzînan hemû murîd û mutî’î şêx bûn û le xisûs diřî û şeřkerîyewe beřastî le «nayrî»y ceddî qedîmyan kemtir nebûn. be îşaretî murşîdî xoşewîstyan wekû lafawêkî beşîddet řûyan kirde wiłatanî wirmê (ormye) û mukirî (= sabłax).

le tişrînî ewwełî 1880da wiłatî mukiryanî ke hemû kurd û sunnî bûn û î’tîqadêkî be şêx bû, be sûk û asanî dagîr kird. xełkî mukirî, hemûyan be dił û gyan yarmetîy şêxyan da û beramber be şî’ekan ẍezayan î’lan kird. em î’lanî şeřî mezhebîye, le wiłatî meraẍeda te’sîrêkî zorî bû û le beynî şî’e û sunnîda kuştarêkî zor řûy da û zererî małî û řoḧîy şî’e be tebî’et gelê zor bû. sewlet û quwetî leşkirî murîdan, nefsî tewrêz (= tebrêz)yişî xiste tirs û lerzewe.

ḧikûmey řûs (mosqof) bo muḧafezey wiłatanî xoy û men’î têpeřînî leşkirî murîdan le ḧudûd, leşkirêkî minasbî ko kirdewe û le serḧed daynan. ḧikûmetî êranîş beramber be quwetî şêx ’ubeydułła quwetî swarey turkimanî mako û gelê quwetî tirî ko kirdewe û teklîfî le ḧikûmetî ’usmanîş kird ke quwetêk binêrê ta be yarmetîy her dû la, berbestî lafawî murîdan biken. xulase le dway beynêk leşkirî şêx, le sê lawe tûşî te’eřuz bû û le dway şeř û de’wayekî betûl, şêx ’ubeydułła na’îlac ma û legeł deste û da’îreyda geřayewe şemzînan û teslîmî ḧikûmet bû û nêrraye estamoł, mûdetêk le estamołda mayewe, bełam hêşta le fikirî pêşûy wazî nehênabû û le dway firsetêk egeřa, tal’ em fursetey bo ḧazir kird û le estamoł xoy necat da û be ser qefqasyada hatewe şemzînan. bełam ewendey pê neçû ḧikûmetî ’usmanî leşkirî narde serî û herçonê bû mecbûrî îta’et û teslîmî nefsî kird (1883 [y mîladî]). le paşda çuwe ḧîcaz û le şarî ta’îfda wefatî kird.

em qyamaney ke basman kird legeł ḧereketî can‌poład (fesłî pêncem, madey 2) û emîr xanî biradostî û ḧereketî teymûr paşay mîllî û eḧfadî (fesłî 6, madey 3) û ’usyanî dwayî mîllî îbrahîm paşa be sûřetî ’imûmî ełên bo ’eynî meqsed û hedef bû, bełam hîçyan serî negirt û bêcge lemeş zererêkî zorî bo mał û řoḧî kurd bû. eger tozêk baş lem qyamane û le dewrî dewam û kujaneweyan têbfikirîn, ebînîn ke esbabî mwefeqnebûnyan le xarcî zyatir, le daxłî xoyanda buwe û hêşta bo em terḧe îşane pênegeyştûyn û le wez’îyetî syasîyey dewr û piştiman ewende agahdar nebûyn.

waqî’en can‌poład (mîr’elî) ke le muddetêkî kemda binaẍey ḧikûmetêkî gewrey damezrand, le weqtêkda ke legeł meşhûr qorîwçî mirad paşay sedrul’e’zem têk hełçû, ewweł car tûşî te’eřuzî leşkirêkî gewrey 40000 kesî kurd bû û eme bû be sebebî şikan û lenawçûnî.

şikanî ’ebduřeḧman paşay bebeş le derbendî bazyan be te’sîrî xalîd paşay biray bû ke degeł walîy beẍdada muttefîq bû û le weqtêkî zor tenganeda beşî zorî leşkirî ’ebduřeḧman paşay tefre da û hênanye naw ordûy kolemnewe û bem terḧe buwe sebebî şikan û małwêranîy ’ebduřeḧman paşa. em fecî’eye sê car le sałanî 1805 û 1808 û 1812da û le zemanî walîyanî beẍda ’elî paşa, laz silêman paşa û ’ebdułła paşada, dû def’e le derbendî bazyan û carêk le dewrî kifrî řûy da. î’lanî serbexoyî miḧemed paşay řewandizî le naw em qyamaneda mewqi’êkî berzî heye û eger baş lêy wird bînewe, ebînîn ke esbabî sernegirtinî em ḧerekete:

e. fertetî te’esub û zor î’tîmadkirdin be ’almanî le syaset bexeber

bi. le îtfaq û îtḧadkirdin legeł umeray dirawsêda bê‌mubalatî

c. řiqeberî û ḧesûdî umeray bebe û badînan û cezîre buwe.

waqî’en eger miḧemed paşa ewende meẍrûr nebwaye û umeray dirawsêyekanîşî wazyan le ḧesûdî û řiqeberî bihênaye û le beynî xoyana îtfaqyan bikirdaye, be tebî’et ḧikûmet zeḧmet dereqetyan ehat û bełkû hemûyan mwefeq ebûn, bełam nîfaq û tefreqey beynî xoyan buwe sebebî meḧwî hemûyan.

beřastî cêgey ’îbrete ke îsma’îl paşay badînanî ke le duşminayetîy miḧemed paşada qisûrî nekird û le weqtêkda leşkirî ḧikûmet legeł miḧemed paşada xerîk bûn, ew be memnûnî seyrî lenawçûnî miḧemed paşay ekird, bełam ewendey pê neçû ke ’eynî leşkir hate serî û le ’îmadîyeda girtyan û qołbestyan kird û nardyan bo beẍda û bem terḧe îmaretî soran û badînan le naw çûn.

ḧereketî eḧmed paşay bebeş dîsanewe le řûy ẍerezî û ḧesadetî meḧmûd paşay mamî û ’ebdułła paşay birayewe serî negirt û be netîce em qîneberî û ḧesûdîye îmaretî bebeşî le naw bird.

bêyne ser îxtilafî bedirxan beg; sebebî emîş dîsanewe her daxłîye û kurde. waqî’en le weqtêkda ke em emîre beramber be leşkirî ’usman paşa le şeřda bû, ’îzzedîn şêrî xizmî, legeł turka îtfaqî kird û cezîrey dagîr kird û be netîce buwe sebebî şikan û lenawçûnî emîr bedirxan, em ’îzzedîn şêreş le paş beynêk îxtilalî kird, bełam bê‌fa’îde bû, çunke ew leşkirî turke ke bo meḧwî bedirxan beg legełya îtfaqyan kirdibû, her ewan le dway çend şeřêk emîşyan le naw bird. dîsan be te’sîrî em nîfaqewe bû ke le nîwey ewwełî qeřnî nozdemînî mîladîda ḧikûmetî ’usmanî be quwetî kurd tengî be îmaretî bitlîsîş hełçinî û axîr emîrî em ḧikûmete ke şeref beg bû, muddetêkî zor şeřî legeł turk kird û se’î bo muḧafezey îmaretekey kird, bełam fa’îdey nebû, nîhayet le 1849y mîladîda xoşî û îmaretekeşî kewte des turk û ewîş bem terḧe û be yarmetîy kurd le naw çû. xulase em ḧerekatî munferîdeye yeke yeke ’eqîm mayewe û sebebî esłîyeşî, nîfaq û ḧesûdî bû. ḧeta zatêkî bê‌teřef û ẍeyrey wekû mêcersonîş lem xisûsewe lome eka û ełê: da’îmen serkêş, nebez, meẍrûr û dûr le îta’et buwe, tenya be şeř û de’way nawxoy şikawe û le sayey emewe nifûzî mustewlîyekanî zyadî kirduwe (be tebdîl le mezopotamya û kurdistanda, lapeře 55).

beřastî tarîx awêneyekî ’îbrete û însan û eqwam ebê da’îmen îstîfadey lê biken û le sebebî sernegirtinî be’zê îş û qyam baş wird bibnewe û tûşî ’eynî netîce û felaket nebin. le serewe gutman ke sebebî here esasîy sernegirtinî ḧerekatî kurd, pênegeyştinyetî; dwênê wa bû, emřoş waye. bo pêkewenanî îdareyekî serbexo baxsûs lem dewreda le pêş hemûda dû şit zor pêwîste: ’îlim û serwet; her qewmêk ke lem dû xezêneye meḧřûm bê, serbexoyî çing nagewê û her hewłêkî ke boy eda, be ba eçê û zererî małî û řoḧî boy ebê; şayed syasetî ’imûmîye musa’edey bika û be meqsedîş biga, [bełam] le ẍayekey xêr nabînê û naḧesêtewe û be new’êkî tir esîr ebê; bo îsbatî řastîyetî em qa’îdeye mîsal zore.