teşebusî emîr bedirxan beg

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 1)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 7 Xulek  1052 Dîtin

em emîre le sałî 1812y mîladîda ke bû be emîrî cezîre û botan, hêşta hejde sał bû. le layekewe wîstî berbestî fiř û fêłî turk le naw îmaretekeyda bika û le layekî tirîşewe se’î bika bo necatdanî hemû wiłatanî kurd le des turk û peyakirdinî yekyetî û birayetî le beynî umera û řu’esay kurdida û waqî’en umeray ’eşa’îrî wiłatî wan û ḧekarî û xêzan û mûş legeł be’zê şêxî benawbang lem xisûsewe legełî řêk kewtin.

emîr bedirxan desî kird be xo ḧazirkirdin, karxaneyekî tifeng û bařûtî le cezîreda hênaye wicûd û teşebusî bo be’zê îşî baştirîş kird. le weqtî em îstiḧzarateda bû ke nestûrîyekanî botan le danî řisûmî emîrîye îmtina’yan kird û emîr bedirxan dehezar kesêkî nardine ser û te’dîbî kirdin .

em îcra’atî emîre ḧikûmetî ’usmanîy xiste tirs û telaşewe. be’zê me’mûrî narde lay emîr û we’d û we’îdî pê da ke serfî nezer le îtḧadî kurd bika. bełam îş lem ḧałeda nemayewe. te’dîbî nestûrî buwe sebebî mudaxelat û tezîyqatî syasîyey ewrûpa, babî ’alî leme îstîfadey kird û wîstî zerbeyekî qet’î le emîr bedirxan bida. emrî kird be muşîrî enatolî, ḧafiz paşa, le fikirî emîr biga û se’î bo hênanî bo estamoł bika. ḧafiz paşa me’mûrêkî mexsûsî narde lay emîr, bełam em teşebuse serî negirt. le dway eme ḧikûmetî ’usmanî leşkirêkî narde ser emîr bełam em leşkire şika û bedirxan beg îtir teredudî nekird û îstiqlalî xoy î’lan kird.

le 1258y hîcrîda be nawî xoyewe sikey lêda, da’îrey ḧukim û nifûzî xoy ta serḧedî wan, sabłax, řewandiz û mûsił bird, qełay sincar, si’ird, wêran‌şehir û sîwerekî dagîr kird û nifûzî xoy ta qełay dyarbekir bird. le dway teskînî ’usyanî dewrî mûsił, şino û ormyeşî dagîr kird.

ḧikûmetî ’usmanî le beynî em ḧadîsateda leşkirêkî zorî ko kirdewe û le jêr fermanî qomanday ’usman paşada nardye ser emîr bedirxan û le nizîk ormye (wirmê) dû leşkir berengarî yek bûn. lem weqte tengetaweda emîr ’îzzedînî xizmî emîr bedirxan ke qomandanî desteçepî ordûy kurd bû xyanetî kird û be deste û da’îreyewe çuwe lay ordûy turk û be yarmetîy leşkirî turk, merkezî îmaretî cezîrey dagîr kird. emîr bedirxan ke way zanî, be’zêk le orduwekey beramber be ’usman paşa becê hêşt û xoy legeł leşkirîda řûy kirde cezîre û le dway şeř û de’wayekî zor, merkezî îmaretî le turk û ’îzzedîn şêr sendewe.

xulase xyanetî ’îzzedîn şêr be netîce buwe sebebî şikanî ordûy emîr beramber be ’usman paşa û em ḧałe emîr bedirxanî mecbûr kird ke cezîre becê bihêłê û xoy bikutête qełay erux. leşkirî turk û ’îzzedîn em qełayeyan heşt mang muḧasere kird û le dway biřanewey xwardemenî le qełada, emîr bedirxan mecbûr bû be şeř bête derewe, bełam lem şeředa xirap şika û hemû bînay emelî řûxa û xoy û dû kuřî gîra û nêrra bo estemoł (1263y hîcrî). le netîcey em ẍelbedaye ke ḧikûmetî ’usmanî bo yadgarî em mwefeqîyete «medalyey ḧerbî kurdistan»y îcad kirduwe.

le dway emîr bedirxan: 1 le sałî 1877y mîladîda ke le beynî ḧikûmetî ’usmanî û řûsyeda şeř hełgîrsa, ḧikûmet le kurdistan mucahîdêkî zorî ko kirdewe û qomanday ewaney da be kuřanî emîrxan. lem qomandane ’usman paşa û ḧisên ken’an paşa le firset îstîfadeyan kird û legeł umera û zabtanda îtfaqyan kird ke biřon bo kurdistan û se’î biken bo ew meqsede ke emîr bedirxan mwefeq nebû. em dû emîre le 1879da be dizîyewe řûyan kirde kurdistan û kutupiř çûne cezîrey îbnî ’umerewe û le dwayîda î’lanî îstiqlalyan kird. çend def’e ḧikûmet leşkirî nardine ser, bełam bê‌fa’îde bû û bîl’ekis, da’îrey nifûzî xoyan ta cûłemêrg û zaxo û ’îmadîye û mardîn û mîdyat û nesîbîn bird û bira gewreyan ke ’usman paşa bû, be emîr î’lan kira û xutbey be nawewe xwênrayewe.

şikanî yek le dway yekî leşkirî turk û berebere biławbûnewey nifûz û şoretî emîr ’usman le kurdistanda sułtan ’ebdulḧemîdî mecbûr kird ke syasyetî ḧikûmet derḧeq be kurd û kurdistan û xanedanî bedirxanî bigořê. waqî’en ḧikûmetî ’usmanî, le xanedanî bedirxanî, her kesê meḧbûs bû, berî da û pyawî mexsûsî narde lay emîr ’usman û pêy gut ke bebê řijandinî xwênî musułmanan ḧazre ke mutalebatî kurd be aştî qebûł bika. emîr ’usman û emîr ḧisên bem we’d û be te’îd û şehadetî xizim û eqrîbayeyan ke le estamoł bûn, biřwayan kird û legeł me’mûrînî turka kewtine muzakere. be zahîr ḧikûmetî turk le xisûs îmtyazatî daxîley kurdistanewe zor teshîlatî enwand û welḧał eme serf bo emînkirdinewey emîr ’usman û emîr ḧisên bû. waqî’en nîhayet řojêk em dû emîre hatin bo muzakere û le piřêka herdûkyan girtin û nardinyanin bo estamoł û lewê ḧebsyan kirdin. le paş beynêk beryan dan û mecbûryan kirdin ke le estamoł dabnîşin.

2 le sałî 1889y mîladîda le kuřanî emîr bedirxan, emîn ’alî beg û medḧet beg, her çonê bû le estamoł řayankird û xoyan geyande terabzon û lewêwe legeł řu’esay kurdistan muxabereyan kird û qerar dira ke quwetêkî muselleḧey kurd bête «cwîzilk» (le nizîk terabzon) û lewê legeł em dû emîrzadeyeda yekdigîr bin. waqî’en em quwete hat û her dû emîr be dizîyewe le terabzon çûne derewe bełam em mes’eleye geyştibuwe ḧikûmetî turk û emir dirabû be hemû layek û leşkirêkî zor řêgey em dû emîrzadeyeyan biřîbû. waqî’en le cinûbî bayburd kewtine beynî dû quwetî turkewe û le dway şeřêkî qurs, leşkire piçkolekey emîrekan şika û xoyan fiřêdaye şaxanî erẍenî û me’den, beynêk le şeřda dewamyan kird bełam dû emîr le dwayî na’îlac man û teslîm bûn.