teşebusî miḧemed paşay řewandizî

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 1)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 8 Xulek  1348 Dîtin

teşebusêkî tir le teřef miḧemed paşay řewandizîyewe kira. em îmarete piçûke le sałî 1810y mîladîyewe le paş oẍuz beg kewte des mistefa beg, em emîre le teřef ḧakmanî bebewe zor nařeḧet kira, le ḧałî pîrîda kuřêkî ke nawî miḧemed beg weya mîr miḧemed bû, ḧikûmetekey le des send û bawkîşî lesałî 1826da wefatî kird. mîr miḧemed ke be mîre kore şoretî bû, beřastî emîrêkî zor aza û tund û bekar bû, ewsafî biłindî ḧakmîyetî cêy şubhe nebû. ewwełen dirawsêye piçûkekanî wekû şîrwan û biradostî hênaye jêr ḧukmî xoyewe û le sałî 1830y mîladîda î’lanî serbexoyî kird. ḧakmî bebey ḧerîrî derpeřand û mułkekey dagîr kird. le dwayîda leşkirî kirde ser hewlêr û le dway muḧasere girtî û çuwe ser koprî (ałtûn koprî) û ewêşî zewt kird û îş û karî îdarey em şaraney řêk xist û pyawî xoy le ser danan. le dwayîda koye û řanyeşî le ḧikûmetî baban send û bem terḧe ḧidûdî ḧikûmetî xoy geyande zêy koye.

walîy beẍda, ’elî paşa, beramber be quwet û şewketî mîr miḧemed neytiwanî hîç bika û be na’îlacî îşekey be şîrînî biřyewe û ḧikûmetî mîr miḧemedî be řesmî nasî û řutbey paşayî daye.

miḧemed paşa le sałî 1247y hîcrî (1831y mîladî)da çuwe ser yezîdîyekanî şerqî mûsił, sebebî çûnîşî ewe bû ke emîrî yezîdî, ’elî aẍay balkîy be ẍedir kuştibû û em ’elî aẍaye gewrey ’eşîretî «elqûşî» bû. le dway kujranî mamî, le lay miḧemed paşa şikatî kird û tełebî ḧeqsendinî kird. emîrî řewandiz be leşkirêkî gewrewe hat û le zêy badînanî (zabî gewre) peřyewe û hicûmî kirde ser yezîdîyekan û kuştarêkî zorî lê kirdin û ewaney ke qutar bûn, xoyan xizande şaxî codî û tor’abdîn û sincar û be’zêkîşyan xoyan hawîşte naw şaxan û daristanan û beşêkîşî çûn bo mûsił, bełam ḧakmî mûsił le tirsî leşkirî řewandiz pirdekey biřîbû, le ber ewe yezîdîyekan derneçûn û leşkirî miḧemed paşa geyşte seryan û le tepołkey qoywinicqida muḧaserey kirdin û le dway çend řojêk be seryana zał bû û kuştinî.

miḧemed paşa sałî dwayî řûy kirde cezîrey îbnî ’umer û ew nawey tałan kird û lewêwe çuwe ser qełay ezix û le dway şeřêkî qurs legeł xełqekey, geřayewe dewrî mûsił û ser yezîdîyekan û lew naweda kuştarêkî zorî kird, ḧakmî mûsił le ber bê‌leşkirî û bê‌hêzî û şîddet û dehşetî miḧemed paşa kewtibuwe tirs û lerzewe.

miḧemed paşa sałî dwayî řûy kirde teřefî ’eqre û le dway muḧasereyekî kurt zewtî kird û îsma’îl paşay ḧakmî řaykird. le paşda çuwe ser zêbar ke be des emîrî ’îmadîye, se’îd paşawe bû. miḧemed paşa le dway şeřêkî betûl û gewre se’îd paşay şikand û lew wiłatey derkird û mûsa paşay kird be ḧakmî ’îmadîye; em mûsa paşaye le ’a’îley umeray badînan bû û řeqîbî se’îd paşa bû û xoy kutabuwe lay miḧemed paşa. miḧemed paşa le paş îşî ’îmadîye û dihok, zaxoşî girt û me’mûrî xoy le ser dana û le hemû wiłatanî badînanda emnîyet û îta’etêkî wa peya bû ke kes neybîstibû, le tirsî miḧemed paşa kes ney’ewêra xirape bika, em emîre gewreye zor dîndar bû û hîç ḧereketêkî bebê fetwa û řay ’ulema ne’ekird û qanûnî ew, qur’anî ’ezîmuşşe’in û şer’î şerîf bû. wekû mêcir lungirîk ełê: zebit û řebit û emnyet û řaḧetî wiłatî paşa kore, namesbûq bû û be tewawî, ’eksî wiłatanî dirawsêy wekû beẍda bû ke beřastî le qanûn û şerî’et meḧrûm bû.

le dway zaxo dîsanewe řûy kirde cezîre û ḧesenkêf û cezîre û bedirxanekanî xiste tirs û lerzewe. mardîn û nesîbînîşî tehdîd kird. le paş geřanewey xełkî ’îmadîye, mûsa paşayan derkird û dîsanewe se’îd paşayan le cêy danayewe û em xebere geyşte miḧemed paşa û serlenwê be leşkirêkî zorewe řûy kirde dewrî mûsił û xełqî em şare kewtine tirs û lerzewe. bełam miḧemed paşa te’eřuzî nekirde şareke û řûy kirde ’îmadîye û sê mang muḧaserey kird û le dwayîda şareke teslîm bû û se’îd paşayan teslîmî paşa kwêre kird. miḧemed paşa cezay bê‌îta’eyî ehalîy be şîddet da û zorî lê kuştin û le paşda řesûł begî biray kird be ḧakim be seryanewe û ’îmadîyey řebtî řewandiz kird.

lem beyneda muteseřîfî mûsił, miḧemed paşa le nebûnî mîre kore le řewandiz, îstîfadey kird û wîstî merkezekey bigrê; waqî’en wekîlî mîre kore, řeşîd beg kişaye şaxewe, bełam leşkirî mûsłîş geřayewe.

lem beyne ḧikûmetî ’usmanî, sedrul’e’zemî pêşû û walîy sîwas, mistefa řeşîd paşay bo teskînî ew nawe me’mûr kird. walîy beẍda û muteseřîfî mûsîłş emrî yarîyedanyan wergirt. mistefa paşa desî kird be leşkir kokirdinewe. miḧemed paşay řewandizîş xoy kêşaye merkezî xoy û întîzarî wez’îyetî ekird.

leşkirî mistefa paşa be ser cezîre û zaxoda hate mûsił û lewê legeł leşkirî înce bayeqdarda řûyan kirde řewandiz û leşkirî beẍdaşî pya geyşit û le deştî ḧerîrda hełyanda. kor miḧemed paşa, gełî ’elî begî girtibû û têpeřîn lem derbende sexte ’adeten mumkîn nebû. mistefa řeşîd paşa kaẍezî bo miḧemed paşa nûsî û gelê te’mînatî be şerefî xoy daye û le ḧałî dexaletya ’efwî kirdin û nardinewey bo cêgey xoy pê we’d kird {fn|be gwêrey řîwayetêkî tir, řojî cum’e xetîbî řewandiz ke yekê le ’ulemay meşhûr bû, le xutbekeyda basî bê‌şer’îyetîy şeřî legeł ordûy xelîfeda kird û leşkirî miḧemed paşay sard kirdewe. miḧemed paşa le dway eme çû teslîm bû. selabetî dînîyey, man’î şeřkirdinî bû.

le řîsaleyekî desxet ke le xatîratî baş ’almî qezay řewandiz xeylanî ḧacî ’umer efendî‌zade es’ed efendî îstinsax kirawe, ełê: ceddî em ’a’îleye ke «xetî efendî» buwe, le lay miḧemed paşa zor muḧteřem buwe û ew nesîḧetî miḧemed paşay kirduwe ke biçê teslîm bê û xoşî legełya le se’at şeşî şewda çote lay sedrul’e’zem, řeşîd paşa.} . le ser eme miḧemed paşa neywîst xwên le beyna biřjê û le ser qewl û biřî mistefa řeşîd paşa, hate ordû û teslîm bû. waqî’en řeşîd paşa nardye estamoł û lewê ’efwîşî bo send û musa’edey kira ke bigeřêtewe bo řewandiz, bełam lem weqteda mistefa řeşîd paşa wefatî kird. ’elî řeza paşay walîy beẍda ke řeqîbî řeşîd paşa û duşminî miḧemed paşa bû, desbecê nûsî bo estamoł ke eger miḧemed paşa bêtewe řewandiz, îtir îdarey ḧikûmet zeḧmet ebê û guncayş namênê. le ser eme estamoł desbecê teterêkî legeł fermanî kuştinda nard be dwaya û le sîwas geyşit û le teřef walîy sîwasewe emrî î’dam becê hênra .

le dway miḧemed paşa mułkekey berebere kewte des turk û îmaretekey řewandiz be tewawî le naw çû. bem terḧe şewqî sełtenetî mîre gewre ke le zerfî çwar sałda le ḧidûdî êranewe ta sincar û ḧesenkêfî řûnak bûbuwewe, be çawewe bû û kujayewe. zor řenge eger em emîre cesûr û qehhare ewendey řî’ayetî şer’î ekird, muřa’atî syasetîşî bikirdaye, lem teşebuseda be tewawî mwefeq ebû û ḧikûmetêkî betûl û serbexoy da’emezrand.