kurd le ewaxîrî ’esrî hejdemîn û ’esrî nozdemînî mîladîda

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 1)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 11 Xulek  708 Dîtin

walîy beẍda bo teskînî wiqû’atî mentefîk û te’dîbî şawîzade le quwetî kurd gelê îstîfadey kird (1787, 1788, 1792). le sałî 1812da baban ’ebduřeḧman paşa le nizîk kifrî legeł ordûy walîy beẍda şeřî kird û şika. lem wiqû’ateda kurdî şehrezûr zay’atêkî zorî da.

be sebebî îltîcay ’ebduřeḧman paşa ḧikûmetî êran be ordûyekewe tehdîdî beẍday kird û wiłatanî nizîk ḧidûdî tałan kird. em mudaxele û te’eřuzatî êrane, be sebebî umeray babanewe dewamî kird. wiqû’atî «teymûr paşay mîll tesadufî em dewrey kird. ḧikûmetî ’usmanî le ser be’zê esbabî îdarîye, lîway mardînî xistibuwe ser beẍda, ehalîy em mentîqeye sê new’ bû: beşî turkan le şarekana sakin bûn, qismî şaxudaxî tor’abdîn û qerecetaẍ be des ’eşa’îrî bequwetî kurdewe bû, teřefî seḧraş be des qeba’îlî ’erebewe bû; bełam nifûz û quwetî kurd be ser her dû beşekeda ẍalb bû, waqî’en emane tenya ’eşîretêk nebûn, bełam çunke ewende legeł ’erebda têkełîyan nebû, pakîyetî xwênî xoyan muḧafeze kirdibû û hemûyan xoyan be ’eşîretî «mîllî» weya mensûbî ezanî û girdibûneweyan be dewrî ře’îsêkda zor asan bû. be gwêrey em komełî û yek‌diłîyeyan çi le naw ordûyekda çi le weqtî na’emînîda, da’îmen mumkîn bû ke bibne ’uzwêkî fe’’al û tehdîdkar, bełam her îḧtyacyan be ře’îsêkî muqtedîr bû ke sewq û îdareyan bika û em ře’îseş le ewaxîrî ’esrî dwanzemînî hîcrîda peya bû û nawî «teymûr paşa» bû. em paşaye le xanedanêkî meşhûrî kurd bû û muddetêk le estamołda gelê me’mûrîyetî gewrey kirdibû. le dwayîda herçonê bû le ber çaw kewt û fursetêkî dozîyewe le estamoł derçû û hate lay ’eşîretî «mîllî»yewe û bû be ře’îsyan .

sêr bukînẍam ełê: «teymûr paşa herçende cerde û pyawxirapî ew nawe hebû, hemûy hênaye lay xoy û bem terḧe zû quwetêkî minasbî pêkewe na û techîzî kirdin. çunke xoy esasen şarezay ḧeyatî ’usyan û şeqawet bû, ewendey pê neçû ke lew naweda nawbangî da û walîyanî ḧeleb û dyarbekirî xiste tirs û lerzewe» (mezopotamya, lapeře 293) baxsûs řêgey beynî ḧeleb û dyarbekir û mûsił ’adeten biřabû, ewweł teşebusî labirdinî em tehlukeye, bê‌netîce ma û nîhayet walîy beẍda, silêman paşay gewre, le teřef estamołewe bo lenawbirdinî tehlukey teymûr paşa me’mûr kira. le sałî 1206y hîcrîda be ordûyekewe hate mûsił û lewêş nizîkey sê‌hezar swarêkî gird kirdewe û beşî zorî em orduwe kurd bû. walîy ḧeleb, walîy řeqqe, muteseřîfî mełatîyeş be xoyan û quwetyanewe lem orduweda bûn. silêman paşa řûy kirde mardîn. teymûr paşa beramber bem quwete gewreye mwefeq nebû. be hezar ḧał le qełay bûk derçû û çû bo teřefî ḧeleb. le dway ewe silêman paşa ’eşa’îrî mîllî be şîddet te’dîb kird. bîlzat weywide begî mardînîş kewte jêr şubhewe û ’ezil kira, teřefdaranî teymûr paşa î’dam kiran û se’dûn begî biray teymûr paşa û meḧmûd begî amozaşî le naw emaneda bûn. silêman paşa le paşda îbrahîm begî biray teymûr paşay kird be ře’îsî mîllî.

esasî em hemû şeř û de’waye zu’fîyetî îdare bû. cêgeyekî wekû mardîn ke le bin‌destî dyarbekirda bû, řebtî beẍda kirabû, sû’î îdare û îrtîkabî zułim le ḧed beder bû, le nefsî şarî mardînda paşagerdanî (enarşî) bû. çende def’e beramber be mutesellîm, be tifengiçî‌başî, be weywide ’usyan û îxtilal kira. te’sîratî muzîřřey le mûsił û beẍdada duşminayetîy beynî turk û kolemin û mîllî ... alx, umûrî îdare û îstirḧamî ehalîy têkumekan dabû.

silêman paşa geřayewe beẍda û teymûr paşay berdes nekewt, le paş sê sał hate beẍda û dexaletî be silêman paşa kird û ’efu kira û le paş beynêk kira be walîy řeqqe. bełam lewê çunke legeł duşmine qedîmekanîda kewte herawe, îşî îdare zeḧmet bû, neqłî sîwas kira. le dway îbrahîm beg, řyasetî ’eşa’îrî mîllî kewte des eyûb beg û muddetêkî zor be destyewe ma û be serbexoyî ḧereketî kird û ḧikûmetî ’usmanî ne’enasî. le dwayîda leşkirî hate ser û le paş şeřêkî zor gîra û biraye dyarbekir û lewê le ḧepsixaneda wefatî kird. le dwayîda řyaset întîqalî kirde tîmawî beg, ke kuřezay teymûr paşabû. em ře’îse le şeř û de’way beynî ḧikûmatî ’usmanî û mîsirda firsetî dî û yarîyey îbrahîm paşay da û ḧeta mardînîşî zewt kird, bełam le musademeyekda kujra. le dway em zate û le paş řec’etî leşkirî mîsir, ḧikûmetî ’usmanî ew nawey dîsanewe dagîr kird û be sebebî bê‌saḧêbî, ’eşîretî mîllî tûşî bê‌hêzî û feqîrî bû, ’eşa’îrî tey û şemmer tengyan pê hełçinî û dêhatî wiłatyanî zewt kird. le paş beynêk meḧmûd begî kuřî tîmawî beg, wîstî ’eşîretekey ko katewe û walîy şam mîqdarê ’eskerî daye û wirdewrde ’eşa’îrî ’erebî le erazîy mîllî derkird û ’eşîretekey ko kirdewe û le wêranşehirda qełayekî dirust kird. le paşda tûşî te’eřuzî ’umer paşay dyarbekir bû û gîra û biraye ḧepsixaney dyarbekir. îbrahîm begî kuřî, îltîcay kirde mîsir, bełam hîçî bo nekira; le dwayîda çuwe estamoł û be wasîtey xedîw îsma’îl paşawe ’efwî bawkî le sułtan ’ebdul’ezîz îstîḧsal kird û geřayewe, bawkî le dyarbekir necat da. le paş beynêk meḧmûd beg mird û le mebadîy sełtenetî sułtan ’ebdulḧemîdda îmaretêkî bequwetî bo îbrahîm paşa becê hêşt.

le sałî 1223y hîcrîda sedrul’e’zem kurcî miḧemed řeşîd paşa, be ordûyekewe bo te’mînî asayş ta dewrî mûsił hat û le wiłatî badînanda be’zê ḧerekatî kird, ’îmadîye û qełakanî tirî zewt kird û zorî le umeray kurd qetił û nefî kird. her emîrî erzin, derwêş beg, be wasîtey îta’etewe lem şeře necatî bû (tarîxî mûsił).

lem dewreda îdarey kurdistan zor perêşan bû. ehalî be xoyan û mał û řoḧyanewe da’îmen le jêr tehlukeda bûn, umera û me’mûrîn da’îmen małî ehalîyan wêran ekird. muḧafzî wan, miḧemed derwêş paşa, nefsanîyetî legeł muteseřîfî mûş, selîm paşa bû, le sałî 1233y hîcrîda ’eşîretî «sebkî»y lê han da û be’zê ’eşîretî tirîşî legeł řêk xist û be’zê newaḧîy mûşî pê tałan kirdin. selîm paşaş beramber beme, çiplaq şêx nawêkî legeł be’zê qudretî kurd narde ser ’adłiciwaz û ew etřafey saf le saf tałan kird û bem terḧe em paşa namubarekane bo wêrankirdinî wiłatekeyan kewtibûne musabeqewe (tarîxî cewdet, ciłdî 11, lapeře 20)

em derwêş paşaye ’adeten ḧikûmetî ne’enasî; carcar bo menfe’etî xoy, te’eřuzî ekirde wiłatanî êran û ḧikûmetî tûşî muşkîlatî syasî ekird. le wanda sikkey lê eda. le ser em eḧwałey, bo qîrşehir teḧwîl kira û neçû û ’usyanî kird û buwe sebebî meḧwî xelefî yumnî paşa. le dwayîda ser’esker ḧafiz ’elî paşa, be quwetêkî zorewe hate ser wan û girtî, derwêş paşay ’asîy girt û î’damî kird.

’usyanî ehalîy dyarbekirîş le behram paşa her lem dewreda bû. behram paşay walî mecbûr bû tełebî mi’awenetî le ře’îsî ’eşîretî mîllî, eyûb beg kird û le etene û sîwasîşewe be’zê mi’awenetî bo hat û ’usatî te’dîb kird.

le sałî 1236da ḧidûdî şerqî ’usmanî be sebebî tecawzatî ’eşa’îr û eşqyay êranewe kewtibuwe tehlukewe. řêgey bayezîd (= erziřom) biřabû. le layekî tirewe 500 małêkî ’eşîretî ḧeyderanlî le êranewe hatbûne dewrî mûş. ḧikûmetî êran emaney be şîddet tełeb ekird. em eḧwałe buwe sebebî niza’êkî syasî le beynî dû ḧikûmetda, zaten lem dewreda eḧwałî êranîş zor ’eca’îb bû. miḧemed’elî mîrzay ḧakmî کرمانشاە û ’ebas mîrzay ḧakmî azerbaycan her serbexo ḧereketyan ekird û bo te’eřuz le wiłatanî ḧidûdî ’usmanî da’îmen byanûyan egirt û ewza’ û ḧerekatî umeray baban, bo miḧemed’elî mîrza da’îmen wesîley mudaxele bû. wez’îyetî welî’ehd ’ebas mîrza derḧeq be turkya xiraptir bû, hîç gwêy ne’edaye mu’ahede û musaleḧe. meselen ebînîn ke quwetêkî ’ecem le piřêka le ḧidûdî wan tê’epeřê û qełayekî wekû «carî»y ’usmanî muḧasere eka, le layekî tirîşewe qołêk le eşqyay êran ta mûş dê û legeł selîm paşay muteseřîfda şeřêkî dûr û dirêj eka! (tarîxî cewdet, ciłdî 11)

’ebas mîrza nîhayet le meşẍûłyetî ḧikûmetî ’usmanî legeł yonanda îstîfadey kird û le piřêka le 12y zîlḧeccey 1237y hîcrîda tecawzî ḧidûdî kird, topraq qel’e û bayezîdî zewt kird. qołêkî tirî ordûy êran be dway ’eşîretî ḧeyderanlîda řûy kirde dyarbekir, bitlîsî zewt kird û wiłatekey wêran kird û zorî le ehalî be dîlî bird. muteseřîfî mûş, selîm paşa, îta’etî kirdin. qołêkî tirîşî řûy kirdibuwe ercîş û zewtî kird.

le teřef ’êraqewe şahzade miḧemed’elî mîrzaş řûy kirde beẍda û ta şehreban hat, bełam dwad paşa walî, be ḧusnî tedbîrî xoy men’î zererî kirdin. nîhayetî zistan hat be serda û ordûy ’ecem geřayewe êran. sałî dwayîş ’ebas mîrza dîsan te’eřuzî kird û ordûy celal paşay ke bo sendinewey topraq qel’e hatbû şikand. le dwayîda nexoşîy řişanewe ordûy êranî gêřayewe dwawe (tarîxî cewdet).

xulase sałî dwayî le erziřomda dîsan sułḧ kira û le ser ḧidûdî sułtan murad qerar dira. bełam ḧikûmetî êran mentîqey zehawî çoł nekird û mes’eley mudaxeley îşî «silêman her wa mayewe.

le sałî 1246y hîcrî (1847y mîladî)da be me’rîfetî mumesîlî çwar ḧikûmetewe ḧidûd teḧdîd kira, bełam be sebebî ’înadî mumesîlî turk, derwêş paşawe qerarêkî qet’î nedra, çunke derwêş paşa nek her qezay «qutûr», bełkû daway hemû wiłatî cinûbî beḧrî wirmêy ekird. le beynî ḧadîsatî ’esrî nozdemda her wekû mêcerson ełê (be tebdîl le mezopotamya û kurdistanda, lapeře 37) û fon mînoriskî tesdîqî eka, be’zê le îmaretekanî kurd çend def’e be ḧîssêkî mîllî û be umêdêkî îstiqlal qyamyan kirduwe û xulasey em qyamane wekû le xwarewe bas ekirê waye:

zorî em ḧerekate le teřef umeray bebewe kirawe:

bekirbegî kuřî silêman bebe, le 1716y mîladîda beramber be ḧikûmetî beẍda hełsa, bełam boy neçuwe ser û kujra.

silêman paşay xalîd paşaş le dway wefatî ebuleyley walîy beẍda, be leşkirêkî minasbewe řûy kirde beẍda û le nizîk kifrî şeřêkî qursî kird, bełam boy nehat û ta dwayî ’umrî, ’adeten ḧikûmetêkî serbexoy kird.