le edwarî qedîmewe ta dewrî medya
basî tarîxî qedîmî kurd û kurdistan, beřastî beşêkî here zeḧmetî em kitêbeye. sebebekeşî nebûnî me’lûmatêkî řêkupêk derḧeq be qewmanî qedîmî kurd û xeberatî zemanyane. waqî’en hîmmet û ẍîretî dûsed sałey ’ulemay ẍerb û ’îlmî asar û baxsûs îktişafatî taze, be’zê řûnakayî xistote tarîxî kurdewe, bełam eme kafî nîye û baxsûs çunke tenya be minasebetî şeř weya mi’ameleyan legeł dirawsêyekanyana basyan kirawe, serguzeşteyekî tewawyan mumkîn nîye. legeł emeşda dił biřwayî nada ke bem behaneyewe be ser em beḧseda biřom û hîç basêkî lê nekem. bem fikire muxteserêk temaşay tarîxyan ekeyn.
zor cêgey esefe ke fecrî tarîx, hêşta ewende řûnak nîye ke însan bitwanê derḧeq benîademî ew weqte fikirêkî řast û tewaw peya bika. temaşa ekey ke mu’errîxe here meşhûrekanîş lem nuqteyeda şiłejawin, be tewawî nazanin ke «sommer»y wiłatî saḧil û «’îlamî»y «susa» kê bûn û le kwêwe û çi weqtê hatûn; tenya ełên tarîxî xełkî «sommer»y le «sommer»da û «’îlamî» le dołî «qařûn»da buwe û řenge le pêş sommerîyekana qewmêkî pêş sommer (horî) bûbê û le wiłatî saḧil û beynelnehreynda jyabê.
dîsan her bem terḧe ełên le zemanî «sommer»yekana le şaxanî zaẍrosda be’zê eqwam buwe û emane ke ’îlamî, lollo, gotî, kasay û horî (subîr)ye, «menzûmey gewrey zaẍros» naw nirawin, bełam em qewmane esił û fesłyan çîye; key û le kwêwe hatûn, be tewawî nezanrawe.
qenîm (’îlam), herçende le menzûmey zaẍrose, bełam legeł esłî kurdida hêşta munasebet û řabîteyekî keşif nekirawe le ber eme basî nakeyn û le «lollo» û «gotî»yewe ke dû qołî gewre û hawwiłatîn û esłî zor qedîmî kurdin, des pê’ekeyn.