min û bulbul

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 19 Xulek  4141 Dîtin
nizîkey 3 sał le kurdistanî dagîrkirawî sûrya penanuşînî xanedanî ḧaco aẍa bûm û ewan bexêwyan dekirdim. lew maweyeda mem û zînim wergêřa ser mukiryanî û komełe şî’rêkim benawî «beytî seremeř» leçap da û em pesendî behare û çend şitêkî tirîşim her lewê nûsîwe:
bulbul ey yarekey dêrîn
xunçîlaney dindûk zêřîn
hawferdî zûm bo hejarî
hawřêy pêşûm le diłdarî
webîrit dê payzî par!
řeşpoşîy deşt û zerdîy dar
gije û givet le ba dîbû!
heway pêş termî şadî bû
deyda xişpey gełařêzan
xeberî mergî azîzan
bejin û bałay nêrgizî mest
le gêrey gizreda pêpest
swêsne û mêlaqey zerd û sûr
bûne desteçîley tendûr
kilwebefrî dirişt û wird
çon serzewîy kifin dekird!
kundebûme û qelî řûřeş
kelepûryan dekirdin beş
min û toy birsî û bêpesîw
le kuncê xizîw bêbjîw
degiryayn be bang û hawar
bo xunçe bo guł bo behar
***
nemgut heta ser wa nabê!
çawit le bezeyî xwa bê
biřwane le bay şemałî
sermayey sermay řamałî
sermayedarî sermaye
bêser maye û bêsermaye
řêjnebaranî azarî
azar bû le zistan barî
dû polû kewtin le ḧûta
řîşî sipîy çilan sûta
germîy herd û girmey hewran
şořşê bû gořyan dewran
terzey gird û xunawkey wird
çawî kiřêwey sipî kird
tezûy pîrêjin kujawe
awyan le cê małî nawe
řoj kewte koşkî kawřî
gîskî misyan bo serbiřî
be dengî zułałî boqan
serçawey dił nask toqan
quřawesûrî beharan
dermane bo derdedaran
řaymałî pûş û çîlk û çał
cêjne û debê xawên bê mał
zemawende
newrozey zerdî zêřîne
zerdey le lêwan bibîne
benaz pê le zewî denê
berew newroz pêdekenê
gezîze mujdey hênawe
pêşpeykî gyabend û xawe
her bimênê şay beharê
dû bûkan dênê becarê
erxewan bûkî newroze
deşt le nîsanê pîroze
gowende û xoşîy diłane
bezme û ahengî gułane
şayloẍan le małî şa bê
debê çi bê û çîy tya bê!
seyrê bike le gułzaran
tîp tîpî nask û nazdarin
kesk û sûr û zerd û ’abî
qaweyî û şîn û ’ennabî
nebatî û ał û kał û geş
sipî û mor û binewş û řeş
řonyasî û xakî û pembeyî
bor û sipat û surmeyî
řazawey řengî xwakirdin
lew ser zemawende girdin
sosenber û maloçe û guł
mêxekî û lawlaw û sunbul
têkeł bûn wek kezîy yaran
lêk hałan wêney diłdaran
kořî beybûn û hełałe
lekin nêrgizî çawkałe
swêsne û bîjan û beřone
neşe û geşey her dû bone
kelem kaşûr û gozerwan
kwa cwan bikoxê leber wan!
lalehebasî şox û şeng
taftey leberda be ḧewřeng
seydî patoł zerd, gêłaxe
çaw dadegrê le qazyaxe
dorye û mendêy bałaberz
şateře û catrey sed terz
seydokey ser gułîngedar
espender nuştey çawezar
na’ne û řêḧane bonxoşin
ḧetran lew nawe defroşin
kiławbin çadrî hełdawe
řêwas benaz hełwêstawe
wenewşe û bejnî bibîne
çend xişpîle û nazenîne!
gwêy le sêweře girtuwe
milî leser xwar kirduwe
çaw lew pepûle nazdare
çend dûdił û herzekare!
be şew legeł şemêy jwane
be řoj le dewrî gułane
***
gwê bigre le hewrî nîsan
kewtewe girim û hoř dîsan
dił xoşe be xiroş û coşe
zaway deştî sewzepoşe
guławpiřjên deka leser
deynexşênê sîne û kemer
taray bo nard le mêlaqe
boy çinîwe keway taqe
le gułebabûne û kenêre
hêro û şeşpeř û şilêre
şêstipeř gwarey piř perenge
ełmas tinokî awinge
milwane le çiłî bîzaye
piř çinûr û beřezaye
nîşanî yar řojî mare
lîzgey hemîşe behare
yaqûtî xaşxaşî têda
ca xwa ew bextey be kê da!
seyranker
bo seyrî bûk le her lawe
gyawgij serî derênawe
kengir, kuřade, kardû, ping
pirpire, tîswê, hełz û şing
tałû, tołeke, kûzełe
lûşe û çeqçeqe û řêzełe
polke û tirşoke û ałekok
gwê berxe û mîjord û kîfok
qurîngan û zertikî řeng
tałîşke û xuşîlk û ẍerbeng
mêkûk, řekêşe, espenaẍ
ałqetîz û gêlim berbaẍ
tenanet kargî kemaye
hate der bo temaşaye
çî řûgirj û bên naxoşe
xirawne kenar û goşe
kekirey tał bê hewał mawe
sîr le derkî mar řwawe
semay darane
kołkezêřîney paş baran
taqe bo pêşwazîy yaran
hajey hełdêr xuřey awan
lawkibêjî bûk û zawan
sewł û sinober, bî û çinar
be mey beramey bay behar
serxoşin xo řadejênin
baweş le yektir werdênin
darî sêw û hełûje û bê
qeysî û qox, badam û hermê
lejêr sêberî gułûkan
cwantir le sed taze bûkan
kifir û gez û goyj û çałûk
gwêz û buz, ben û bełałûk
sipîndar û gêlas û tû
mazû, demûkane û beřû
des gîrane le her lawe
sema deken bedem bawe
bezmî bałdarane
suře û sêrû dełên beste
darkutke dinbek bedeste
duřna zuřnay xoy hênawe
pepû dehołî coş dawe
zerdezîře dexulêtewe
ewî deyłê nayłêtewe
pasarî lawî gwêswanan
hate naw řîzî xoşxiwanan
kuřkuř tûřandye şimşałî
şêlaqe xoy lê hełmałî
berga û qułte û goryeçne
hewêrde û çuřepopne
qumrî û poř kewtine dîlanê
swêske řewtêk baş dezanê
kendesme benaz xoy nwand
tobey taqtaqkerey şikand
řeşbeş le destî kelkaye
qajû masîgrey laye
doy sûreqang ziřekewe
borçîn sersewzî girtewe
kotir û kew serçopî kêşin
şox hemîşe her le pêşin
şahoy sofîlkey naw awan
lew seryewe bote gawan
kasełeşînke û sirîle
deřwanin le sûç û sîle
mozeşîneş be çûzele
gwêlkî xistote helwele
leklek beyanî û êwaran
lêdeda sê tepłî swaran
peřeslêrke pol be pol
řimbazyane le dê û le çol
baře û kařey mak û zaye
semay hênaye semaye
qaz û qurîngî ’asmanê
řîz be řîz dêne seyranê
sersamin boy řademênin
bał û ser řadeweşênin
başûy beg seqir û bazî xan
çekmeřeq şimqař û teřlan
heło û şehên peřîne kêw
zordar řêy nîye bête nêw
derkiran sîsarg û xertil
xwêntałn keçeł û zigzil
xoşî xoşîy mêşengiwîne
cengey şîre hełmijîne
her le xoy dê destiřengînî
seyrî şane û şanşînî
le çêjey guł û gułûkan
axnî şeş goşey dûkan
puxtey pelkî şîn û sûre
şîrin û sipîy naw pilûre
be mirad geyştinî bulbul
ca ey dengixoşekey çeleng
bwêjekey be naw û deng
lenaw bałdar û gułałe
tenya cêgey to betałe
guł amêzî girtotewe
xunçe xoy řazandotewe
cêt leser çił çakirawe
beřey geła daxrawe
daran amadey gułbaran
lêt pîroz dîdarî yaran
wa to geyîte kamî diłit
şad be be dîdarî gułit
biçrîkêne ta detwanî
bixiwêne be kameranî
sirûdî cêjnî azadî
řizgarî le namradî
cwêbûnewe
małyawa kone hawderdim
ba dûr bî le ahî serdim
to xoş min her jyan tałim
natwanî bibye hewałim
wa başe be cêm bihêłî
herxom wêł bim leşwên xêłî
derdî min yekcar girane
hełwedayîm bo dermane
memkulênewe memdiwêne
sûtawim pêm medirkêne
gułî min le yarit cwantir
yarim le guł xan û mantir
çend cwane!
mang û řoj, gelawêjî geş
giřî agir be şewî řeş
bonî xoş, gułî řengawřeng
barîkîy şî’ir û xoşîy deng
zengî serşewên, fîkey şwan
xişpey wirdemaç le cêjwan
tîşkî mang le awî kanî
sirwey şinebay beyanî
le dûr qaspey xasekewê
nazî bûkî heweł şewê
sipyayîy sîne şînî xał
sûrayîy kułim û lêwî ał
zerdîy gerdin û řeşîy mû
tengîy dem û guşadîy řû
safîy henye řastîy kepo
çałî çen kewaney ebro
mestîy çaw qulapey birjang
sayey perçem leser lacang
xiřîy mem, biłindîy bała
gałey taqane le mała
zerdey zerdepeř leser aw
pirûşey baran leber taw
xuře û çaw’endazî hełdêr
bazî ask, awazî bilwêr
kerwêşkey genim beharan
befrî hawîn le pesaran
dîmenî kêw û nexşî deşt
her lêrewe heta beheşt
herçî xoşin herçî cwanin
koyley cwanîy kurdistanin
cêy azayan
kurdistan cêy gurdî kurdan
bêşey şêrdiř û neberdan
lankî zerdeşt û mehabad
paytextî şahanî mad
cêga tacî keyxusrewî
ke bûy bacî hemû zewî
meydanî goderz û řostem
koşkî diłdarî zîn û mem
řêbazî baramî çobîn
cêřazî ferhad û şîrîn
hezar fereydûn û kawe
serî hełdawe lew nawe
le řojhełatî kon û nwê
le mêjû binoře û bidwê
lelayen kurdî azawe
kê saẍ mawe û daẍ nekirawe!
hêndêk le pałewanekanî
qazî, mistefa barzanî
şêx qadir û ẍewsî sanî
îḧsan, şêx se’îdî welî
şêx meḧmûdî darî kelî
simko, xanî ardełanî
şořeswaranî babanî
paşay soran, mîrî botan
xawen zoran, kełî kotan
baz û mîr ’elî can polad
ẍanim û deysim û qubad
bûmuslîmî xurasanî
zendî û eyyûbî û sasanî
erdeşêrî şwankare
çend şêrêkin lew nizare
hêndêk le bwêjekanî
mewlewî û bêkes û xanî
nalî û meḧwî û berdeşanî
kurdî û goran û cizîrî
ḧacî û ḧemdîy û ḧerîrî
pîremêrdî girdî yare
çend xunçêkin lew gułzare
wek to firzendî ew xaken
bulbulî ew xake paken
gułî serçił
ew kurdistaneye yarim
bo wîye wêł û hejarim
diłberim ew deşt û kêwen
ew piř newt û zêř û zêwen
ke ’enbarî řojhełate
serçawey decle û furate
bo kêwanî serberzî wî
’asman serdeka newî
firîşte û horîy beheştî
dêne seyranî pêdeştî
darî kewnaray dinyaye
kwêy diłgir û xoşnumaye
gişt têkuł û liq û pope
kurdistan gułî sertope
ax le bextî řeş
ax çibkem gerdûn terese
kurdistan emřo bêkese
yexsîrî destî turkane
dagîrkirawî êrane
yan papetîy marmêlkexor
têy řohatûn deyben bezor
goł û deł û řêwî û çeqeł
degewzin le cêy fîl û keł
fisos û kerwêşk û dełek
lanyan kird le burcî bełek
şemşeme û mişke topîwin
le qełay serdar xizîwin
lecêy xanzadî şeqławe
wiştirî geř îx dirawe
dek felek textit wergeřê
agir le bextit hełgeřê
turkî ḧîz, tiryakîy êran
xunkarin leser dilêran
piłingî řazî kurdistan
netewey řostemî destan
paş mawey xanî lepzêřîn
dîlî çengî dêłî xwêřîn
kê dî tenanet be xewn
aza webin ḧîzan kewn!
firîw diram
kurdî merdim be zend û bend
hasan nedekewtime kemend
dûberekî hêzî birdim
şêx çek û nînokî kirdim
melay pîs destî girêdam
bo naw zelkawî fiřê dam
enca hêzî îstî’marî
pay pêdadam be yekcarî
nuqmî quřî dîlîy kirdim
dizî gelan řozîy birdim
lenaw bergî şaristanî
benaw însanî, nemzanî
ta řûbendî dêmoqratî
laçû řûm dî bû be qatî
kullo kewte deẍił û danim
her bexom birdî tałanim
çend zołekurdêkî zil kird
girêy namûsyan bo şil kird
be çend qoşêk sazî kirdin
herçendî wîstî lêy birdin
genim û co û tûtin û dirawim
zêř û newtî be lêşawim
newtî kirmaşan û kerkûk
«sitî» lendenî kirde bûk
hî «řiman» û bextyarî
bo «wal sitrît» çû be dyarî
delese û dewît zenawêr
gwêlkin be pemoy ême fêr
çerçîy milçirçî mam çerçîl
be nan û řonim bûne fîl
***
zimanim lê dagîr kira
mêşk û diłim xura, bira
xwênyan mijîm, goştyan xwardim
êskyan be seyan espardim
lay turke nîwey kelakim
’ecem berbûne lûlakim
’arebîş beşî xoy dewê
qapêk lêre qepêk lewê
her le yek se’at û yek dem
’erebim û turkîşim û ’ecem
pêm dełên turkî kêwanî
yan le qeḧtan û şeytanî
yek dełê mêjûman yeke
eger biştixom deng meke
xeyał eken
bełam be hezar hênde derd
namirim, seryan dawe le berd
min be banîpał nemirdim
çengîzxan qiřî nekirdim
selîbî çûn, mird geznefon
kurd be zyadewe her wek xon
şa ’ebas lebney nehênam
tozî be ba bû min her mam
be şêr nexuram, dêłeřêwî
demxiwa? hay be kilkî xêwî
gelxiwardin gelê girane
nayba řîxołey emane
sed sał cûrabim, xurabim
qursim hergîz hezim nabim
parwêkim çîř û diřkawî
kê bimxiwa debiřim henawî
le çawyanřa serderdênim
heta ser herwa namênim
berx her bin sewe nabê
řojêk dê şaxî peyda bê
zewî degořê û degeřê
herdem dênête řûpeřê
lew çerx û xul û geřane
suřêkîş beşî kurdane
berew minîş dexulêtewe
nore gurzî meş dêtewe
nexwaze lem çerxî bîste
gałey dinyay komonîste
řêwşiwênî lînîn heye
suvêtistan û çîn heye
ałay berzî kirêkarî
hênawye mujdey řizgarî
be milyar xełkî řojhełat
aza le îstî’mar hełat
çîn darî bo amrîka kird
kelley serî piř le ka kird
çend çerxe îngilîzî giław
hêndî tałan kird û çiłpaw
řifandî, kiřandî, sandî
dîtit çon komełî gandî
be řojû, be teşî řistin
tenekey deklikî xistin!
sokarno holendî çiřand
hînd û çîn feřansey diřand
lew kunewe bê ew baye
çon helêkî minîş naye?
***
şořş ekem
haka dît minîş řapeřîm
xuřîm, guřîm, çiřîm, diřîm
sepan û pałey diłpoła
le şar û ladê, le çoła
kutik leser şan, das bedes
debête şořişgêř herkes
xo weşêrin xwêřî û qize
bimrê herçî ḧîz û dize
çek le çing zordar derdênim
niq bika serî deşkênim
řîşî řîxnî şêx debiřim
melay labela zig dediřim
zołekurdî bê abřû
denêrme ser huřřey beřû
řûy gundîxoran řeş dekem
aw û zewîyan dabeş dekem
le kîj û lawî cûtêran
pałewanî newey şêran
hêzî kurdistan pêk dênim
tołe le dujmin destênim
biga û mekuş, gêldim, wêldim
yayumme tênagem kurdim
kê xwardûmî deřşêtewe
kê lêy dam lêy dedrêtewe
le gurgyan kiřyarî postim
bo bê zoryan yar û dostim
ewîş bêbeş bûn weku min
ewîş xwênî mijtûn dujmin
dujminî gewre îstî’mar
řojhełatkujey şînemar
merdimxorey çermûçerim
bêbeş le şûreyî û şerim
legeł turk û ’arebî çak
gelî êranî baş û pak
dest le qedî yek werdênîn
řîşey îstî’mar derdênîn
ḧezyay xwênmijî hejaran
begel dekeyn berdebaran
ser û gwêy be das be çekuç
debiřn decnin çi kuř çi kiç
řê nadeyn xewnîş bibînê
ke zil bû leser zemînê
lêy ḧeram dekeyn ew xewe
mergî segî har çil şewe
pişt be kam hêzî despêrê
kwê mawe xoy lê weşêrê!
kûdełey delese û çerçîl
ême deyangirîn be dîl
wek gîskî mis le behara
bin kilkyan dekeyn be dara
nîştimanman dekeyn bijar
xwênimj debřîn leser hejar
ca norey bezme
ałay sê řengî řengînim
le popey berzan debînim
delerê û deşekêtewe
derdim sařêj debêtewe
birîn le gyanim namênê
demudest goştezûn dênê
ewdem be kwêrîy neyaran
gişt xakelêwey beharan
bo cêjnî řizgarî û sersał
kîjołey kurd û kuř û kał
bałaberzan û çawmestan
dên le hemû lay kurdistan
le kwê û le kwê?
le ’ezîz, bitlîs û mardîn
zara û mekis û kils û ’îfrîn
dersîm, erzeřom, erzincan
bayezîd û si’ird û wan
mełatye û darinde û bostan
dyarbekir û cizîra botan
başqeła û xozat û pało
mûş û çołemêrg û mako
kinc û keyfî û sarîqamîş
swêrek û ’entab û mer’îş
’amûde û derbasî û jengar
ta qamîşlî û ’ereb pînar
eskenderûn, orfe, xerpût
’eqre, mûsil, ’emare, kût
mîdyad, amêd, dihok, zaxo
kifrî, kerkûk, hewlêr û ko
řewandiz, hełebceCih, pênciwîn
mendelî û tûz û xaneqîn
kerend û qesir û xusrewî
şuşter û benderpehlewî
benderdeylem û behbehan
xuřemabad û îsfehan
melayr, mescîd suleyman
sułtan abad û twêsergan
şehrî kurd, sine, hemedan
kirmaşan, seqiz, hewreman
serdeşt û bane ta şino
ta wirmê û dîleman û xo
neẍede û şapûr û sełmas
le her dû ber awî aras
myandiwaw, şahîn dij, bokanî
mehabadî û suleymanî
çîyan le beraye!
be bergî ał û waławe
herçonê le nawyan bawe
şał û şapik, kewa û patoł
cilteng û nêfek fişufoł
kûmî sûr, şede û camanî
tepley leban xułamanî
keway şoř, ferecî û pestek
miradxanî û ’eba û kurtek
kincî dêwcamey botanî
enguçkî şořî soranî
derpêy sipî û çoẍey girjał
kewş û kełaş debne hewał
kuřgel hemûy şox û lawe
bo kiçanyan çawe çawe
cil û xişłî kîjan
hezar řindê û şemê û zara
sertapa xamek û xara
saye û kirasî kemberçîn
le hezar řewşê û nazenîn
pelk û qetare û gêlgêle
kembere zêw, piştênd şêle
lasere û bazin û xiřxał
kilocey mexmer suxme’ał
toq û telîsim û lagîre
goberok, milwanke lîre
gware û kirmek û derzîle
mêxekbend û engustîle
ḧemayel, bazûbendî qoł
lûle û qaş, xirînge û mengoł
bermûr, gerdane, pawane
siłsiłe û piłpiłe û lerzane
xezêm şoř, desmał be oye
kiławzêř be dabî koye
çend cor hełpeřkê
le serçinarNava taybety guł’enber
yan leser kanîy mam qenberNava taybet
dîtit lesed la hełxila
řast û çepî û horzê û mila
řoyne û sê pêyî û şêxanî
dûpêy çomî mecîd xanî
bezmigêřekan
dengixoş deygêřn be bendan
ḧeme ceyran, ’elî xendan
tayer tewfîq, gerdî û řemo
kaweys û řeşoł û kuřo
eḧmed guzeł, mece giřwê
helame û ḧacîle û mamlê
fewzye û ełmas, miryem xan
nesrîn şêrwan, menîc ḧeyran
sêlaq, serşîn, kerîmekwêr
mamî sêwanîş be bilwêr
sermabirdû be defewe
hełdexulê beber sefewe
mela kerîm, qadrî ewła
herkes le sûçê le hewła
be tar û dinbeg be gewał
çûzele û keman û şimşał
lawî yezîdî be tenbûr
dîlan coş da saz û semtûr
lêden şêxonado û xeme
dehoł û zuřna dem deme
hey lew gowende
debête bezmî řeşbełek
şîr û şekir degen be yek
hełtekane dest kuşîne
řan beřane řêk xişîne
řeşmałî zułfî tatayî
dedrên le simêłî xurmayî
areqî sipî û esmeran
detkêne ser goy xenceran
xwêy serkułim û tenke lêwan
deřjêne nêw şekiresêwan
xobadanî kemerşilan
çawbiřkêney çawbeklan
lerzey memkî bałaberzan
xêr û xoşî deken herzan
begel xirmey panî berz
delerzênin diłî ’erz
leser şînî sipî belek
şêt deken melek le felek
kefełî xiř û meçkî piř
hełxiřên keser deken qiř
kê be kêye lewan deman!
kuř hele des berne meman
herçend xoş řabwêrin keme
çi řojî lome û leqeme
dway ew hemû jîne tałe
derd çêjtinî em çend sałe
çêjey azadî deçêjin
kułuko be xem deřêjin
dił bo yektir dekenewe
sirte deken be kenewe
diłteřn û lawin û nazenîn
sirte û pêkenîn her çi nîn
lew dem lew řoje lew cêye
maç û mûçîş ’afûy lêye
zîqe û tirîqey mindałan
ḧîlke û kokey konesałan
dayk û babî kîj û lawan
yektir dedwênin be çawan
debînewe hawał
bulbul minîş ewdem sazim
wek to degem be diłxiwazim
deřewê temî hejarîm
bes dekem le nałe û zarîm
bestey diłdarî debêjim
duř deřêjim, guł denêjim
dedem pesnidî azadî
dinyaye daxnim le şadî
degeł toda deçrîkênim
bestey xomit pê dexwênim:
emeş bestekeye
kurdistan ey nîştimanim
hêzî dił, aramî gyanim
cêy serbiłindî û şanazî
ta dił dexwazê diłxiwazî
gułî pişkutûy bê payîz
sîs nabê û nawerî hergîz
mêşkim, hestim, bîrim, jînim
bo ton ey gyanî şîrînim
ta zîndûm her toy mebestim
xoşim dewêy detperestim
bişmirim leşî be gił bû
deřwênê çend guł û diřû
gułim bo destî diłdarit
çiqiłim bo çawî bedkarit
gyanîş defřête ’asmanit
ewsa têr deka seyranit