sirûd

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  1969 Dîtin
weten swênd be kêwanî serberzî to
weten swênd be dahatî sed terzî to
wiłat swênd be befirit be xoşîy hewat
be neftit be awit be decle û furat
heta qetrexwênêkî teř şik debeyn
be qurbanî azadîy toy dekeyn
kuřanit leřêy kurdewarîy mezin
le kujranê sazin bełam nabezin
serumał be qurban dekeyn giştiman
leřêy serbexobûnî to nîştiman
’ereb, turk û fars leser xakî to
sê diřkin leser sînekey çakî to
heçî xwênmijî kurd û dagîrkere
kifin hełgirin ba řuwe û meqbere
ebê xwardinî ême derken le dił
çeqo geyye êsqan û xwên hate kuł
demî xencerî tîj û mûkarman
gelê tînuwe bo xwênî bedkarman
serumał be qurban dekeyn giştiman
leřêy serbexobûnî to nîştiman
le řûy dost řûxoş û geş her minim
le řûy dujminî mewtenim mirdinim
gezenfon û şêrdił deden şahîdîm
ke şêrî şeř û kotrî aştîm
be dolar ewî wîstî dinya girê
yeqîn xoy detopêt û kurd namrê
hezar swêndî beẍda wekû pûşe lam
leser zorkeran merge hêzî selam
serumał be qurban dekeyn giştiman
leřêy serbexo bûnî to nîştiman