řaw û řêwî

Li pirtûka:
Îşqî bê Nexşan
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  451 Dîtin
cwanî lasar.. bîrte cejnekey tir hatim
witim gyane.. eme dinya û mirdine
cejnanekem... ba maçê bê lew gerdine
her emene.. demim sûta
îtir lêt kirdim be hera
witit «çend le xoy řazîye..
cejne yan cejin nîye.. çiş
cejin ḧeqî maçî çîye..!!
neyxoy tałe.. maçit ewê!
debîllahî swêt bêtewe
destit ber destim nakewê..»
lepiř katê bexot zanî yek dane maçî wam kirdî
le dwayîya.. wazim hêna... ke çî to wazit nehanî
êstaş mełê:
em řaw û řêwîyey bo çîye û bo çî bîrim exeytewe?!
bexway cejnekey řabirdû.. dinyaşim lê ko keytewe
maçêkî kem.. ewêtewe.